Berlîn (Rûdaw) - Li Almanyayê nijadperestiya li hemberî Kurdan her ku diçe zêdetir dibe û amar nîşan didin ku metirsiyeke mezin heye.
Li gorî rapora salane ya Navenda Zanyariyan a Nijadperestiya Dijî Kurdan, tenê 2025an li Almanyayê nêzîkî 440 binpêkirin û êrişên li dijî Kurdan hatine tomarkirin.
Parlamenterên wî welatî hişyariyê didin ku piraniya êrişan li ser torên medyaya civakî tên kirin.
Ew dixwazin ku nasnameya Kurdan di amarên fermî yên saziyên Almanyayê de were bicihkirin.
Piraniya êrişan li ser medyaya civakî ne
Li gorî amaran, piraniya van êrişan ku dike 396 bûyer, bi rêya platform û torên medyaya civakî hatine kirin.
Ji vê hejmarê 181 bûyer rasterast bi neteweperestiya Tirk û komên tundrew ve girêdayî ne.
Neteweperestiya Ereb jî bi 72 bûyeran di rêza sêyem de ye û 136 bûyer jî heta niha nediyar mane.
"Kêmasiya giliyan rê li ber zêdebûna êrişan vedike"
Parlamenterê Kurd ê Almanyayê Qasim Tahir Salih da zanîn ku bi taybetî li ser platformên wekî TikTok û Instagramê û her wiha li kuçeyan jî nijadperestiya li hemberî Kurdan zêde dibe.
Qasim Tahir Salih got, "Sedema vê yekê ew e ku tenê hejmareke gelekî kêm a bûyeran bi awayekî fermî tên tomarkirin û nagihin destê polîsan."
Wî parlamenterî bangî Kurdên Almanyayê kir ku eger rû bi rûyî nijadperestiyê bûn, biçin cem polîsan û gilî bikin.
Bi gotina wî, bi rêya giliyên fermî dê lêpirsîn bê kirin û bi zêdebûna amaran re jî dê hişyariyeke siyasî ava bibe.
"Ji bo Kurdan ne hêsan e bibêjin 'Ez Kurd im'"
Li Almanyayê bi sed hezaran Kurd dijîn lê hîn jî di amarên fermî yên wî welatî de qeydeke bi navê "Kurd" nîne.
Nebûna amarên fermî bûye astengeke mezin li pêşiya bidestxistina mafên sereke û civakî yên Kurdan.
Ji ber vê yekê, parlamenter niha ji bo çareserkirina vê pirsê di nava hewldaneke nû de ne.
Berdevkê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ê di Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Almanyayê de Adis Ahmetovic ragihand ku wî ji gelek hevalên xwe yên Kurd bihîstiye ku ji bo wan ne hêsan e bibêjin "Ez Kurd im."
Ahmetovic diyar kir ku ev rewş bi taybetî li ser medyaya civakî heye, çimkî Kurd dema nasnameya xwe eşkere dikin yekser rû bi rûyî dijminatiyê dibin.
Ahmetovic got, "Bi ya min girîng e em wekî kesên di Parlamentoya Almanyayê de ji bo siyasetmedaran zelal bikin ku çavê me li ser rewşa Kurdan e û em nasnameya Kurdbûnê qebûl dikin.
Ji ber vê yekê, beşek ji xebata min a di siyaseta derve de ew e ku ez balê bikişînim ser mafên Kurdan ên li derveyî Almanyayê."
"Nebûna amaran astengeke mezin e"
Nebûna amarên fermî wiha kiriye ku pirsgirêkên cudakarî, nijadperestî û rewşa civakî ya Kurdan bi temamî dernekevin holê.
Pispor jî tekez dikin, heta ku dewleta Almanyayê bi fermî amaran li ser pêkhateya Kurd kom neke, ne pêkan e siyaseteke wekhev û dadperwerane ji bo parastina wan were dariştin.



