Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de li gel medyaya welatê xwe ragihand ku wî dikarî yekser dawî li şerê Îranê bîne.
Lê Trump da zanîn ku li ser daxwaza Erebistana Siûdî û welatên din ên Kendavê wî biryar daye ku rewşê bi vî awayê niha bihêle, ji ber ku "Îran ber bi hilweşînê ve diçe."
Trump di heman demê de gef xwar ku eger bixwaze, dikare tenê di sê rojan de tevahiya sektora enerjiyê, pir û pîşesaziya wî welatî ji holê rake.
Donald Trump li ser sedema domandina şer û şêwaza birêvebirina wî got:
"Min dikarî yekser dawî lê bînim lê li ser daxwaza wan welatên ku ez hewl didim wan biparêzim, em bi rêyeke piçekî dirêjtir û şaristaniyetir dikin."
Serokê Amerîkayê her wiha got ku Erebistana Siûdî, Qeter, Kuweyt, Îmarat û Behreynê jê xwestiye ku xwe ragire û li benda rewşê bimîne.
Trump ji devê rayedarên Siûdiyê got, "Wan ji min xwest ku tenê ji bo demekê rewşê wekî niha bihêlim ji ber ku Îran ber bi hilweşînê ve diçe."
Her çendî Trump qebûl kir ku ew bi xwe bi temamî bi vê daxwazê qayîl nîne jî diyar kir ku ew welat û Îsraîl hevalbendên Amerîkayê ne û trilyonan dolar li welatê wî veberhênanê dikin, loma ew li gorî daxwaza wan tevdigere.
Gefa sê rojan û bombebarankirina Çiyayê Kulingê
Donald Trump derbarê asta zereran û şiyana leşkerî ya Amerîkayê de, ragihand ku wan heta niha êrişî sektora enerjiya Îranê nekiriye û piraniya pir, jêrxana elektrîk û pîşesaziyê parastine.
Wî da zanîn ku wan tenê pireke mezin ji ber "reftarên wan ên xirab" rûxandiye.
Serokê Amerîkayê hişyariyeke tund da û got:
"Eger ez bixwazim wan ji holê rakim, di rojekê de ez dê li wan bixim û enerjiya wan namîne, di rojekê de pirên wan namînin û di rojekê de şiyana wan a pîşesaziyê namîne.
Tenê dê sê rojan bikişîne, ji bo her yekê rojek."
Trump her wiha amaje bi Çiyayê Kulingê kir ku pêgeha nukleerê ya nihênî ya Îranê ye û got:
"Pêgehek heye jê re dibêjin Çiyayê Kuling, dibe ku ez lê bixim an lê nexim.
Li wir zêde çalak nebûn lê eger çalak bin, em dê wê derê jî bombebaran bikin."
Serokê Amerîkayê mikur hat ku şer û bilindbûna bihayê sotemeniyê ji aliyê siyasî ve û di hilbijartinên navberê de zerer daye wan.
Lê Trump got ku ji bo rêlibergirtina çekên nukleerê yê "sponsora yekem a terorê li cîhanê" ti vebijarka wî ya din nebûye.
Trump desthilatdarên Îranê wekî "kesên gelekî hov û tundûtîj" bi nav kirin.
Wî rayedarên Îranê tohmetbar kirin ku di xwenîşandanên dawî de zêdetirî 75 hezar xwenîşanderan kuştine û êrişî pênc welatan kiriye ku ne dijminên wan bûn.
Pêgeha stratejîk a Çiyayê Kulingê
Piştî destpêkirina şerê di navbera Amerîka û Îsraîlê li gel Îranê de di dawiya Sibata 2026an de, welatên Kendavê (bi taybetî Erebistana Siûdî, Qeter û Îmarat) ji ber nêzîkbûna erdnîgarî bûn armanca êrişên bi mûşekan û bi dronan ên Îran û komên hevalbendên wê.
Her wiha çûnûhatina keştiyên petrolê ya li Kendavê û Tengava Hurmizê rû bi rûyî metirsiyeke mezin bûye.
Çiyayê Kulingê bilindahiyeke stratejîk e û dikeve du kîlometre başûrê tesîsa nukleerê ya Netenzê ya li Îranê.
Piştî teqîna Tîrmeha 2020î a li navenda çêkirina santrîfujên li Netenzê û êrişên Hezîrana 2025an û Adara 2026an ên Amerîka û Îsraîlê yên li ser wê tesîsê, Îranê xebatên li ser projeya xwe ya nukleerê ya kûr a li bin Çiyayê Kulingê zêdetir kirin.
Ji ber kûrahiya xwe ya zêde ev pêgeh ji Netenzê gelekî parastîtir e û bombeyên çeperşikên ên Amerîkayê jî bi hêsanî nikarin lê bixin.



