Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Ewropayê Dr. Dilawer Ajgeyî ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê zêde bike.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Ewropayê Dr. Dilawer Ajgeyî di konferanseke navneteweyî ya Ewropayê de ku nûnerên 52 welatan beşdarî wê bûn, bal kişand ser girîngiya siyasî û stratejîk a Herêma Kurdistanê ya ji bo Ewropayê.
Dilawer Ajgeyî bangî welat û saziyên Ewropayê kir ku piştgiriya xwe ya siyasî, dîplomatîk, aborî û mirovî ya ji bo Herêma Kurdistanê zêde bikin.
Ajgeyî di konferansê de girîngiya siyasî, stratejîk, aborî, ewlehî û jeopolîtîk a herêmê ya ji bo Ewropayê bi awayekî berfireh anî zimên.
Ajgeyî ji Rûdawê re axivî û tekezî li ser wê yekê kir ku divê pêwendî û hevbeşiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên Ewropayê û saziyên Yekîtiya Ewropayê de bên xurtkirin.
Ajgeyî bal kişand ser pêgeha cografî û stratejîk a Herêma Kurdistanê ya li Rojhilata Navîn û got ku herêm bi saya taybetmendiyên xwe yên di warên siyasî û ewlehiyê de dikare di xurtkirina aramiya herêmê û berfirehkirina hevkariya hevbeş a bi Ewropayê re de roleke girîng bilîze.
Rola di têkoşîna li dijî terorê û aramiya herêmê de
Ajgeyî di axaftina xwe de behsa rola Herêma Kurdistanê ya di têkoşîna li dijî terorê, rêgirtina li gefên ewlehiyê, parastina aramiyê û piştgiriya aştî û ewlehiya herêmê de jî kir.
Wî tekezî li ser girîngiya berdewamiya hevahengiya di warên ewlehî û stratejiyê de ya bi hevparên li Ewropayê re kir.
Ajgeyî di aliyê mirovî û civakî yê axaftina xwe de jî bal kişand ser tecrubeya Herêma Kurdistanê ya di mazûvaniya koçber û penaberan, parastina pêkhateyên olî û etnîkî yên cuda û berdewamkirina prensîbên bihevrejiyana aştiyane de.
Di daxuyaniya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Yekîtiya Ewropayê de jî hat diyarkirin ku di axaftina di konferansê de ev mijar hatine gotûbêjkirin.
Banga hevkariya aborî
Yek ji mijarên sereke yên di axaftina Ajgeyî de jî bipêşxistina pêwendiyên aborî û bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên Ewropayê de bû.
Ajgeyî bal kişand ser girîngiya berfirehkirina hevkariya di warên enerjî, hilberînan, çandinî, pîşesazî, binesazî û teknolojiyê de.
Wî bangî welatên Ewropayê û saziyên pêwendîdar kir ku piştgiriya xwe ya siyasî, dîplomatîk, aborî û mirovî ya ji bo Herêma Kurdistanê xurttir bikin.
Ajgeyî diyar kir ku divê ji bo parastina aramiyê, bipêşxistina saziyan û berfirehkirina hevbeşiyên stratejîk ên di navbera her du aliyan de girîngiyeke zêdetir bê dayîn û got:
“Dayîna piştgiriyê ji bo Herêma Kurdistanê di çarçoveya berjewendiyên hevbeş de dikare beşdariyeke girîng di xurtkirina ewlehî, aramî û bipêşketina aborî ya li Rojhilata Navîn de bike. Ev piştgirî dê xizmeta berjewendiyên demdirêj ên hem Herêma Kurdistanê û hem jî Ewropayê bike.”
Bi parlamenter û dîplomatên Ewropî re civiya
Dilawer Ajgeyî di çarçoveya konferansê de li gel hejmareke zêde ya parlamenter, dîplomat û nûnerên partiyên siyasî yên Ewropayê jî hevdîtinên taybet pêk anîn.
Di daxuyaniya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Yekîtiya Ewropayê de hat diyarkirin ku Ajgeyî di hevdîtinan de silav û rêzên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gihandine mixetabên xwe.
Her wiha hat ragihandin ku Ajgeyî li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber piştgirî û hevkariya berdewam a welatên Ewropayê spasiya xwe pêşkêş kiriye.



