کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Trump, Putin û Jinping civiyan / Wêne: AA

Trump, Putin û Jinping civiyan / Wêne: AA

Cîhan

Trump, Putin û Jinping civiyan: ‘Em niha dîrokê dinivîsin’

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

19-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran19-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêdetir bikin
Cîhan19-11-2026

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêdetir bikin

Trump: Ji bo dawîanîna şerê Îranê em alîkariyê ji Çîn û Rûsyayê naxwazin
Cîhan19-11-2026

Trump: Ji bo dawîanîna şerê Îranê em alîkariyê ji Çîn û Rûsyayê naxwazin

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Çînê Xi Jinping, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di çarçoveya Lûtkeya Hevkariya Aborî ya Asya û Pasîfîkê (APEC) ya li bajarê Shenzhenê yê Çînê de di civîneke sêalî de hatin ba hev.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Çînê, serkirde dê li ser mijarên girîng ên ku pêwendiya wan bi aştiya cîhanî ve heye bîr û rayên xwe bi hev biguherin.

Serkirdeyên Amerîka, Çîn û Rûsyayê cara yekem e ku lûtkeyeke sêalî ya bi rengê "diyaloga aramiya stratejîk" pêk tînin.

Ev civîn di bin siya şerên li Ewropa û Rojhilata Navîn û hevrikiya hêzan a li Pasîfîkê de her sê welatan li ser heman maseyê tîne ba hev.

Tê çaverêkirin ku di civînê de mijarên krîzên jeopolîtîk ên rojane yên girêdayî Ukrayna, Îran an jî Koreya Bakur bên gotûbêjkirin.

Ev lûtke ji ber ku di serdema nêzîk de mînaka yekem a civîneke bi vî rengî ya di navbera hêzên mezin de ye, xwedî wateyeke sembolîk e.

Daxuyaniyên beriya civîna sêalî yên li ser nîqaşên di navbera aliyan de nîşan didin ku dê di lûtkeyê de mijarên kontrolkirina çekên nukleer jî bên gotûbêjkirin.

“Em niha dîrokê dinivîsin”

Trump di destpêka civînê de ji bo mazûvaniyê spasiya Şi kir û got:

"Ez gelekî kêfxweş im ku di vê geşta xwe de min derfeta lidarxistina yekem civîna sêalî ya di navbera serkirdeyên Amerîka, Rûsya û Çînê de dît.

Em niha dîrokê dinivîsin. Tiştên ku em her sê li ser biaxivin gelek in û me jixwe gelek mijar gotûbêj kirine."

Trump diyar kir ku wekî serkirdeyên 3 welatên herî mezin ên cîhanê ne tenê li ser gelên xwe, berpirsiyariya wan a "diyalogeke vekirî, rêzdar û berhemdar" li ser mijarên ku bandorê li tevahiya gerstêrkê dikin heye.

Trump îdia kir ku serkirdeyên berê diyalog pêk neaniye.

Trump tekez kir ku bi redkirina diyalogê pirsgirêk nayên çareserkirin û got:

"Lewma, bi sînordarkirina derfetên diyalog û îfadekirinê ti carî aştî nehatiye dabînkirin.

Em bi hev re şopandina rêyeke cuda tercîh dikin. Lûtkeyeke dîrokî derfetê dide me ku em li ser komeke mijarên gelekî girîng li derfet û nêzîkatiyên nû bigerin."

Şîroveyên li ser çekên nukleer

Trump diyar kir ku Amerîka, Rûsya û Çîn hêzên nukleerî yên herî mezin ên cîhanê ne û wiha axivî:

"Amerîka, Rûsya û Çîn ku bê guman sê hêzên nukleerî yên herî mezin ên cîhanê ne, ji bo gotûbêjkirina wê yekê ku çawa hejmara çekên nukleerî yên li cîhanê dikare bê kêmkirin û rîska bikaranîna van çekan bê daxistin di pêgeheke bêhempa de ne.

Divê ez vê jî diyar bikim ku kêmkirina çekên nukleerî bi awayekî eşkere karekî gelekî zehmet e çimkî gava ku hûn carekê bibin xwediyê çekên nukleerî, devjêberdana wan dijwar e."

Trump da zanîn ku ew dê têkoşîna li dijî pêşxistina çekên nukleerî li seranserê cîhanê jî gotûbêj bikin û got:

"Tiştê ku me li Îranê kir ev e. Em dê destûrê nedin ku Îran bibe xwediyê çekên nukleer."

Şerê Rûsya-Ukraynayê û Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî

Trump ragihand ku ew dê di civînê de Şerê Rûsya û Ukraynayê jî binirxînin û berê li ser vê mijarê bi Putin re axiviye.

Trump got, "Hem ez û hem jî Putin em hêvîdar in ku aliyê din jî dixwaze bibîne ku ev şer bi dawî bûye.

Her wiha, ez dê rêyên parastina serweriya welatên me li hemberî saziyên globalîst ên ji kontrolê derketî yên wekî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî pêşniyar bikim.

Ez difikirim ku Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî berê sînorên desthilata xwe derbas kirine û ez bawer im em hemû li ser vê yekê hevfikir in."

Lûtkeya 33yemîn a APECê di navbera 17-19ê Çiriya Paşîn de li bajarê Shenzhenê yê parêzgeha Guangdongê ya Çînê tê lidarxistin.

APECa ku ji 21 aboriyên li ser xeta Pasîfîkê pêk tê, lûtkeya xwe ya yekem sala 1993yan li dar xistibû.

Çînê berê sala 2001ê li Şanghayê û sala 2014an jî li Pekînê mazûvaniya lûtkeyên APECê kiribû.

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêdetir bikin
Cîhan19-11-2026

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêdetir bikin

Trump: Ji bo dawîanîna şerê Îranê em alîkariyê ji Çîn û Rûsyayê naxwazin
Cîhan19-11-2026

Trump: Ji bo dawîanîna şerê Îranê em alîkariyê ji Çîn û Rûsyayê naxwazin

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Pirsên