Hewlêr (Rûdaw) - Xalid Nermo ragihand ku pirolî û pirçandî li Kurdistanê xwedî dîrokeke hezaran salan e û ew kêfxweş in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê pirrengiyê, azadiya olî û rê û resmên ola Êzidiyan û pêkhateyên din diparêze.
Di çarçoveya Sêyemîn Konferansa Navneteweyî ya Kurdên Qefqasyayê de ku li Tbîlîsa paytexta Gurcistanê birêve diçe, Xalid Nermo ji nûçegîhanê Rûdawê Kamêz Şedadî re axivî.
Nermo destnîşan kir ku Kurdistan xwedî dîrokeke kevnar a hezaran salan e û gelekî xwedî dîrokeke ew qas dirêj, bê guman xwedî çand û olên curbicur e.
“Em kêfxweş in ku pirolî tê parastin”
Xalid Nermo amaje pê kir ku ew wekî nûnerên civakeke resen a Kurdistanî ku ola Êzidiyan e û hilgirê nasname, dab û nerît û çandeke kevnar e beşdarî vê konferansê bûne, da ku curbicuriya olî ya di nava civaka Kurdistanê de nîşan bidin.
Şêwirmendê Civata Ruhanî got:
“Em kêfxweş in ku li Kurdistanê pirolî heye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wê curbicuriyê, çandên cuda, azadiya olî, azadiya derbirînê û azadiya pêkanîna rê û resmên olî diparêze; bi taybetî olên resen ên Kurdistanê ku yek ji wan Êzidîtî ye.”
Nermo her wiha diyar kir ku Kurdên li her çar aliyên cîhanê dijîn dikarin bi serbilindî bibêjin ku li Herêma Kurdistanê pirolî tê parastin.
Wî Kurdistan wekî “baxçeyekî rengîn ê gulan” wesif kir û got ku ola Êzidiyan yek ji gulên herî xweşik û resen ên nava wî baxçeyî ye.
Deqê hevpeyvînê:
Rûdaw: Konferansa Kurdên Qefqasyayê ya bi navê “Rengîniya olan di nava civaka Kurdî de” îro dest pê kir û dê bi du panelan berdewam bike. Nûnerên hemû olên di nava civaka Kurdî de di vê konferansê de amade ne û şandeyeke Kurdistanê jî beşdar e ku nûnertiya civaka Êzidî dike. Niha mêhvanê min Şêwirmendê Civata Ruhanî ya Lalişê Xalid Nermo li gel me ye. Mamoste, hûn bi xêr hatin.
Xalid Nermo: Sax bî, gelekî spas. Ez jî kêfxweş im ku wekî Êzidiyekî û wekî nûner yan şêwirmendê Civata Ruhanî ya Êzidiyan, îro di vê sêyemîn konferansa Kurdên Qefqasyayê de ku li bajarê Tbîlîsê yê Gurcistanê tê sazkirin beşdar im.
Rûdaw: Mamoste, li Tbîlîsê yên ku em bi navê Kurd nas dikin hemû Êzidî ne. Ez nizanim cara yekem e yan çendemin car e hûn tên lê ez dizanim ku ji Lalişê her tim nûner, çi ji aliyê ruhanî û çi ji aliyê civakî ve, serdana vê derê dikin. Vê carê hûn ji bo vê konferansê hatine, hûn dê çi mijaran gotûbêj bikin?
Xalid Nermo: Wekî ku hûn dizanin, mijara sereke ya konferansê piroliya li Kurdistanê ye. Kurdistan xwedî dîrokeke kevnar a bi dehan hezar salan e. Bê guman gelekî ew qas temendirêj, xwedî çandên cuda û paşxaneyeke olî û civakî ya dewlemend e. Ev piroliya ku ji kevn ve hebûye, heta serdema hevçerx berdewam kiriye û olên nû jî tevlî civaka Kurdistanê bûne.
Lê em Êzidî, wekî oleke resen û kevnar a Kurdistanê ku xwedî dîrokeke dûr û dirêj in û bi rêûresm, dab û nerîtên xwe hilgirên nasnameya olî ya Kurdistanê ne, xwe wekî xwediyê wê dîrokê dizanin. Loma em li vir in da ku vê kevnarbûn û paşxaneya olî, çandî û civakî di vê konferansê de nîşan bidin.
Em gelekî kêfxweş in ku li Kurdistanê curbicuriyeke olî heye. Ya herî girîng jî ew e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro wê piroliyê û wan çandên cuda diparêze. Li Kurdistanê azadiya olî, azadiya derbirînê û azadiya pêkanîna rê û resmên olî heye; bi taybetî jî olên resen ên Kurdistanê yên wekî Êzidîtiyê tên parastin.
Em vê rastiyê ji bo cîhanê û Kurdên li her çar goşeyên dinyayê vediguhêzin û dibêjin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê piroliyê diparêze. Kurdistan wekî baxçeyekî rengîn ê gulan e û bê guman di nava wê pirçandiyê de, guleke herî xweşik û resen jî Êzidî ne.
Rûdaw: Gelekî spas. Şêwirmendê Civata Ruhanî ya Lalişê Xalid Nermo li gel me bû.


