Hewlêr (Rûdaw) - Koma Parlamentoyê ya "Jiyana Kurdî" ya li Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) li ser biryarên dawî yên Serokwezîrê Îraqê yên li hemberî deriyên sînorî û qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe ya kûr anî zimên.
Komê diyar kir ku xwebirêvebiriya Herêma Kurdistanê ne bexş an tawîzeke hikûmeta navendî ye, belkî mafek e ku di Destûra Îraqê de hatiye çespandin.
Koma Parlamentoyê ya "Jiyana Kurdî" ya li Parlamentoya Almanyayê ku ji parlamenterên bi navên Gokay Akbulut, Qasim Tahir Salih, Christoph de Vries û Serdar Yuksel pêk tê, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bi dilgiraniyeke mezin li bipêşketinên dawî yên Îraqê û zêdebûna aloziyên di navbera Hikûmeta Navendî ya Îraqê ya li Bexdayê û Herêma Kurdistana Îraqê de dinêrin."
"Biryarên Bexdayê aramiyê têk didin"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî 24ê Çiriya Paşîn hinek biryarên berfireh derxistine.
Armanca wan biryaran ew e ku deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê û çend qadên petrolê yên ku heta niha di bin kontrola ewlehiyê ya Kurdan de bûn, bixe bin desthilata hikûmeta navendî.
Parlamenterên Alman got, "Ev biryar pirsgirêkên destûrî yên cidî derdixin holê û rîska wan heye ku aramiya Îraqê û tevahiya Rojhilata Navîn zêdetir têk bibin."
Parlamenterên koma "Jiyana Kurdî" tekez kir ku xwebirêvebiriya Herêma Kurdistanê ne bexşke hikûmeta navendî ye, belkî mafekî destûrî ye.
Li gorî daxuyaniyê, Îraqê di Destûra sala 2005an de bi zanebûn pergala federal hilbijartiye, mîna Almanyayê ku desthilat di navbera hikûmeta navendî û saziyên herêman de hatine dabeşkirin.
Ji ber vê yekê Herêma Kurdistanê xwedî parlamento, hikûmet û hêzên xwe yên ewlehiyê yên navxwe ye.
"Mesele ne tenê petrol e"
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Destûra Îraqê hevahengiya di navbera hikûmeta navendî û hikûmetên herêmî de ya di birêvebirina qadên petrol û gazê û gumrukan de diyar kiriye lê heta îro jî yasaya federal a petrol û gazê nîne.
Loma girîng e ku pirsgirêkên nakok bi lihevtêgihiştinê bên çareserkirin, ne bi rêya biryar û fermanan.
Li gorî wan parlamenteran, veguhastina yekalî ya desthilatan ji bo hikûmeta navendî bêyî liberçavgirtina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, hîmên bihevrejiyana federal a li Îraqê dixe metirsiyê.
Parlamenteran her wiha got, "Li vir mijar ji petrol, berjewendiyên aborî an kontrolkirina deriyên sînorî gelekî mezintir e.
Mijar girêdayî mafê çarenivîsa siyasî, mafên demokratîk, debara aborî û ewlehiya bi milyonan mirovan e."
Banga li civaka navneteweyî û Bexdayê
Koma Parlamentoyê ya "Jiyana Kurdî" bi bîr anî ku piştî dehan salên ji zilm, çewisandin û binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên li hemberî gelê Kurd, xwebirêvebiriya bi destûrê parastî destkefteke dîrokî ya girîng e.
Her wiha xelkê Kurdistanê di şerê li dijî rêxistina terorê ya DAÎŞê de xwedî roleke diyarker bû û bû stargeha gelek pêkhateyên neteweyî û olî yên cuda.
Hat tekezkirin ku civaka navneteweyî divê li hemberî qelskirina pergala federal a Îraqê û egera aloziyên leşkerî bêdeng nemîne.
Parlamenteran bangî hikûmeta navendî ya Îraqê kir ku bêyî ti şert û mercan rêzê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bigire, dev ji pêngavên yekalî berde û nakokiyan bi rêya diyaloga siyasî û yasayî çareser bike.
Her wiha bangî Yekîtiya Ewropayê û civaka navneteweyî hat kirin ku hemû şiyanên xwe yên dîplomatîk bi kar bînin da ku di navbera Bexda û Hewlêrê de navbeynkariyê bikin û rê li ber aloziyên siyasî, aborî û leşkerî bigirin, berî ku encamên wan ên neyînî li ser aramiya herêmê çêbibin.
"Xwebirêvebirî mercê aramiya Îraqê ye"
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Yekparçeyiya Îraqê û xwebirêvebiriya Herêma Kurdistanê ne li dijî hev in, belkî rêzgirtina li xwebirêvebiriyê mercê sereke yê yekîtî û aramiya mayînde ya welêt e.
Di van demên dijwar de em li kêleka xelkê Kurdistanê disekinin û hêviya aştî, ewlehî û parastina xwebirêvebiriya wan dixwazin."
Ev helwesta parlamenterên Almanyayê di demekê de ye ku dîplomat û kesayetên navneteweyî jî li ser biryarên dawî yên Bexdayê yên li ser kontrolkirina deriyên sînor û qadên petrolê yên herêmên nakok dilgiraniya xwe tînin zimên ku van biryaran aloziyên di navbera Bexda û Hewlêrê de gihandine qonaxeke hestiyar.



