Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump piştgiriya xwe ji bo hewldanên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî yên ji bo sepandina desthilata dewletê li seranserê Îraqê, rawestandina qaçaxçîtiya petrolê û kontrolkirina çekan ragihand.
Ev daxuyaniya Trump di demekê de ye ku ji ber biryarên dawî yên Elî Zeydî yên li dijî Herêma Kurdistanê alozî di navbera Hewlêr û Bexdayê de derketine.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro li ser tora civakî ya Truth Socialê li ser rewşa Îraqê û gavên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî peyamek belav kir.
Trump di peyama xwe de wiha got:
“Em piştgiriyê didin hewldanên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî yên ji bo sepandina desthilata dewletê li seranserê Îraqê, rawestandina qaçaxçîtiya petrola Îraqê, bidawîanîna gendeliyê û komkirina hemû çekan tenê di bin kontrola dewletê de.
Em piştgiriyê didin hewldanên Serokwezîr Elî Zeydî yên ji bo avakirina Îraqeke yekgirtî, bipêşketî û bihêz ku biryarên xwe yên siyasî bi xwe dide.”
Biryarên Zeydî yên li dijî Herêma Kurdistanê
24ê Çiriya Paşîn a 2026an Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê piştî ku haydarî rapora komîteya lêkolînê ya taybet a li ser qaçaxçîtiya petrolê ya li Şirketa Petrolê ya Bakur bû, rêzek biryar û rêkarên îdarî, dadwerî, ewlehî û teknîkî derxistin.
Di nav wan biryaran de dûrxistina hejmarek berpirsên bilind ên leşkerî û sivîl, pêdaçûna li girêbestan û girtina rêkarên nû yên li hemberî deriyên sînorî û qadên petrolê yên di bin desthilata Herêma Kurdistanê de hebûn.
Pişt re PDK û YNKyê daxuyaniyeke hevbeş belav kir û ragihand ku ew li gel diyalog, zelalî û lihevtêgihîştinê ne û biryara yekalî xizmeta ewlehî û aramiya Îraqê nake.
Biryara Dadgeha Federal û destpêşxeriya Fayîq Zîdan
25ê Çiriya Paşîn a 2026an Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê rêkarên Serokwezîrê Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê pesend kirin.
Dadgehê biryar da ku parastina sînoran, serpereştiya deriyên sînorî, hûrbîniya li dosyeya petrolê û dahatên nepetrolî yên Herêma Kurdistanê di desthilata hikûmeta federal de ne.
Hevdem şeva çarşemê Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayîq Zêdan destpêşxeriyek ji bo lidarxistina diyaloga niştimanî ya 1ê Kanûna Pêşîn a 2026an kir da ku krîza destûrî ya di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bê çareserkirin.


