Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Almanyayê plan dike ji bo teşwîqkirina vegera dilxwazane ya Sûriyeyiyan, ji bo avakirina hezar û 500 xaniyan li Sûriyeyê 20 milyon euroyan veqetîne.
Her wiha tê pêşbînîkirin ku alîkariya vegera dilxwazane ji bo her kesekî gihîştî bigihîje 8 hezar euroyan.
Li gorî nûçeyên di medyaya Almanya û Swîsreyê de, Hikûmeta Federal a Almanyayê xwe amade dike ku sala 2027an ji bo lezandina vegera dilxwazane ya koçberên Sûriyeyî ya ber bi welatê wan ve pakêteke nû ya teşwîqê bixe meriyetê.
Li gorî nûçeyên rojnameya Bildê û saziyên din ên medyayyê yên Almanya û Swîsreyê hikûmeta ku ji Partiyên Yekitiya Xiristiyan (CDU/CSU) û Partiya Demokrat a Civakî (SPD) pêk tê, dê ji bo vegera zêdetir a Sûriyeyiyan rêzek alîkariyên darayî û hêsankariyan bixe meriyetê.
Li gorî nûçeyê, di çarçoveya bernameya vegera dilxwazane ya Almanyayê de, alîkariya darayî ya ku heta niha ji bo her kesekî gihîştî hezar euro bû dê bibe 8 hezar euro.
Li gorî amarên fermî, di 10 mehên yekem ên sala 2026an de bi alîkariya darayî ya Almanyayê 5 hezar û 468 Sûriyeyî bi dilxwazî vegeriyane welatê xwe.
Nêzîkî 3 hezar Sûriyeyî jî bêyî ku ti alîkariyeke darayî werbigirin ji Almanyayê derketine.
Hat diyarkirin ku vegera dilxwazane ji sala 2024an ve zêde bûye û tenê wê salê zêdetirî 12 hezar û 200 Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.
Geştên asmanî yên Hamburg-Şamê dest pê dikin
Berlîn ji bo hêsankirina vegera dilxwazane plan dike derfetên veguhastin û ragihandinê yên di navbera Almanya û Sûriyeyê de bi pêş bixe.
Li gorî rojnameya Weltê, şirketa Eurowingsê dê ji 11ê Kanûna Paşîn a 2027an ve hefteyê carekê ji Hamburgê rasterast geşta asmanî ber bi Şamê ve pêk bîne.
Tê plankirin ku meha Kanûna Paşîn geştên rasterast ên ji Berlîn, Dusseldorf û Stuttgartê ber bi Şamê ve jî dest pê bikin.
Tê çaverêkirin ku bihayê bilêta yekalî derdora 200 euroyî be.
Li Sûriyeyê hezar û 500 xanî tên avakirin
Şêwirmendê Bipêşketinê Niels Annen ji rojnameya Neue Zürcher Zeitungê ya Swîsreyê re axivî û got ku ew dixwazin ji bo teşwîqkirina vegera dilxwazane ya Sûriyeyiyan, ji bo kesên ku vedigerin "perspektîfeke maqûl ava bikin."
Li gorî nûçeyê, Berlîn dê ji budceya sala 2027an ji bo projeyên avakirina xaniyan û nûjenkirina malên heyî yên li Sûriyeyê 20 milyon euroyî veqetîne.
Tê plankirin ku Banka Bipêşketinê ya Almanyayê (KfW) jî piştgiriyê bide bicihanîna van projeyan.
Bi vê çavkaniyê tê armankirin ku li Sûriyeyê ji bo 950 malbatan bi giştî hezar û 500 yekîneyên niştecihbûnê bên avakirin.
Alîkarê Serokê Koma Parlamentoyê ya CDU/CSUyê Gunter Krings piştgirî da planê û got:
"Her vegereke dilxwazane li gorî dersînorkirinê ji bo bacderên Alman erzantir e."
Parlamentera Partiya Çep Clara Bungerê jî li dijî planê derket û îdia kir ku beşeke mezin a Sûriyeyiyan bi civaka Almanyayê re entegre bûne.
Bungerê îdia kir ku Berlîn alîkariyên darayî ji bo zêdekirina guvaşa li ser Sûriyeyiyan bi kar tîne.
Berdevka Karên Navxwe ya Partiya Keskan Şahina Gambirê jî diyar kir ku divê vegera li Sûriyeyê nebe armanca sereke ya hevkariya bipêşketinê ya di navbera her du welatan de.


