کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Donald Trump\ Wêne: Rûdaw Grafîk

Donald Trump\ Wêne: Rûdaw Grafîk

Cîhan

Trump êrişên li ser saziyên enerjiyê yên Îranê rawestandin

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

23-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

23-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ferman da ku êrişên leşkerî yên li ser binesaziya enerjiya Îranê 5 rojan bên rawestandin.

Ev biryar piştî dan û standinên navbera Washington û Tehranê hat dayîn.

Dan û standin didomin

Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyên nû belav kirin.

Wî ragihand ku di du rojên borî de di navbera Amerîka û Îranê de dan û standinên “baş û berhemdar” çêbûne.

Armanca van dan û standinan ew e ku “dijminatiya li Rojhilata Navîn bi temamî bê çareserkirin.”

Trump destnîşan kir ku dan û standin kûr û avaker in û dê di tevahiya hefteyê de jî bidomin û got:

"Min ferman da Wezareta Şer ku hemû êrişên leşkerî yên li ser santralên elektrîkê û binesaziya enerjiya Îranê 5 rojan bi paş bixe."

Wî eşkere kir ku ev taloqkirin bi serketina civîn û nîqaşan ve girêdayî ye.

5 armancên Amerîkayê

Serokê Amerîkayê di peyameke din de behsa armancên welatê xwe kir.

Wî diyar kir ku ew gelekî nêzîkî armancên xwe bûne. Her wiha ew difikirin ku hewldanên xwe yên leşkerî yên li hemberî Îranê kêm bikin û bi dawî bînin.

Trump 5 armancên sereke yên Amerîkayê wiha rêz kirin:

  • Têkbirina bi temamî ya şiyana mûşekan a Îranê û pergalên wê yên avêtinê.
  • Wêrankirina binesaziya pîşesaziya parastinê ya Îranê.
  • Nehiştina hêza deryayî û asmanî ya Îranê, tevî çekên wan ên dijî balafiran.
  • Rênedana Îranê ku ti carî nêzîkî şiyana nukleer nebe. Her wiha mayîna Amerîkayê di wê pozîsyonê de ku karibe bi lez û bi hêz bersivê bide.
  • Parastina hevalbendên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn ku di nav wan de Îsraîl, Erebîstana Siûdî, Qeter, Îmarat, Behreyn û Kuweyt hene.

Rewşa Tengava Hurmizê

Donald Trump derbarê Tengava Hurmizê jî peyamek da.

Wî ragihand ku divê ew welatên ku wê tengavê bi kar tînin, parastina wê jî bikin.

Trump destnîşan kir ku Amerîka wê tengavê bi kar nayîne. Wî daxuyaniya xwe wiha qedand:

"Heke bê xwestin, em dê di hewldanên wan ên li Hurmuzê de alîkariya van welatan bikin.

Lê gava ku metirsiya Îranê ji holê rabe, ev yek dê ne pêwîst be. Ya girîng ew e ku ev dê ji bo wan bibe operasyoneke leşkerî ya hêsan."

Pirsên