کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rubio, Trump û Hegseth / Wêne: AFP

Rubio, Trump û Hegseth / Wêne: AFP

Cîhan

Trump: Îran ji bo peymanekê li ber me digere

RÛDAW

RÛDAW

26-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW26-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump diyar kir ku encama dan û standinên li gel Îranê êdî girêdayî Tehranê ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Îranî ji bo peymanekê li ber me digerin, ne ez. Ew ji bo peymanekê li ber me digerin. Em dê bibînin ka em dikarin peymanekê bikin an na."

Serokê Amerîkayê di civîna kabîneyê ya li Koşka Spî de rewşa dawî ya li ser rojeva Îranê nirxand.

Trump da zanîn ku dan û standinên li gel Îranê didomin û destnîşan kir ku ew naxwazin di dawiya vê pêvajoyê de çekên nukleerî di destê Tehranê de bibînin.

'Biryar di destê wan de ye'

Serokê Amerîkayê diyar kir ku niha şansekî Îraniyan heye ku peymanekê bikin û biryara peymanê êdî di destê wan bi xwe de ye.

Trump axaftina xwe wiha domand:

"Şansê Îranê yê berdana armancên nukleerî û diyarkirina rêyeke nû êdî di destê wê bi xwe de ye.

Em dê bibînin ka ew dixwazin vê yekê bikin an na.

Heger ew nexwazin, em dê bibin kabûsa wan a herî mezin."

Trump anî ziman ku heger ew bi Îranê re peymanekê bikin dê Tengava Hurmizê vebe û her wiha destnîşan kir ku Îranî li ser maseya dan û standinan "gelekî zîrek û serkeftî ne."

'Îran têkçûna xwe qebûl dike'

Li aliyê din, Serokê Amerîkayê îdia kir ku Îranê li navxwe "têkçûna xwe" qebûl kiriye.

Trump diyar kir ku wan artêşa Îranê bi rêjeyeke mezin ji nav biriye û Tehran mecbûr maye ku peymanekê bike û anî ziman:

"Em texmîn dikin ku dê temamkirina operasyona me nêzîkî 4-6 hefteyan bidome.

Niha em gelekî li pêşiya bernameyê ne."

Trump her wiha diyar kir ku ev pêvajo heta hetayê nadome.

Berteka li dijî NATOyê

Trump rexneyên xwe yên berê yên li NATOyê ducare kirin û bi taybetî navê Brîtanyayê anî ziman û diyar kir ku welatên NATOyê di mijara Îranê de bi hawara Amerîkayê ve nehatine.

Trump berteka xwe wiha nîşan da:

"Em ji NATOyê gelekî bêhêvî bûn, ji ber ku NATOyê di mijara Îranê de tiştek nekir.

Piştî ku her tişt (hêza leşkerî ya Îranê) hate jinavbirin, ew niha dixwazin keştiyan bişînin."

Trump di beşeke axaftina xwe de bertek nîşanî Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama jî da û got, " Barack Hussein Obama, Îran tercîhî Îsraîlê kir."

Pirsên