کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Trump û balafirek / Wêne: Rûdaw Grafîk

Trump û balafirek / Wêne: Rûdaw Grafîk

Cîhan

Koşka Spî li ser xistina balafira Amerîkayê daxuyanî da Rûdawê

Diyar Kurde

Diyar Kurde

03-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Diyar Kurde
Diyar Kurde03-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ji Rûdawê re ragihand ku Serokê Amerîkayê ji rûdana xistina balafireke Hêzên Asmanî ya welatê xwe ya li asmanê Îranê hatiye agahdarkirin.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê bi rêya e-mailê bersiv da pirsa me.

Pirs li ser xistina balafira artêşa Amerîkayê ya ji aliyê Îranê ve bû.

Karoline Leavittê got: "Serok ji wê mijarê hatiye agahdarkirin."

F-35 an F-15?

Berê sibeha îro medyaya Îranê belav kir ku balafireke Amerîkayê ya cureyê F-35 ji aliyê pergala parastinê ya Îranê ve hatiye xistin.

Lê belê pispor dibêjin ku ew balafir F-15 e.

Berpirsên Amerîkayê yên ku ji mijarê agahdar in, vê êvarê ragihand ku balafireke F-15E hatiye xistin.

Wan diyar kir ku Pentagon hewl dide personelên balafirê bibîne û rizgar bike.

Operasyona lêgerînê ya Amerîkayê

Dîsa îro li Îranê çend dîmen hatin belavkirin ku di wan de balafireke Lockheed Hercules C-130 û helîkoptereke Pave Hawk HH-60 tên dîtin û nizm difirin.

Her wiha di vîdeoyekê de dengê kesekî ku bi Farisî diaxive tê bihîstin û vê yekê jî gumana ku cihê rûdanê Îran e zêdetir kir.

Du berpirsên Amerîkayî li ser vê mijarê ji medyaya welatê xwe re ragihand ku piştî belavbûna nûçeyê ya ji aliyê Îranê ve, li asmanê Îranê bi armanca dîtina personelên balafirê operasyoneke lêgerînê dest pê kiriye.

Pirsên