کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump / Wêne: Rûdaw Grafîk

Serokê Amerîkayê Donald Trump / Wêne: Rûdaw Grafîk

Cîhan

Trump li ser rizgarkirina pîlotê duyem daxuyanî da

RÛDAW

RÛDAW

05-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW05-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump bi fermî rizgarkirina pîlotê duyem ê Amerîkayê yê ji nav Îranê ragihand.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ev operasyon wekî "yek ji operasyonên herî wêrek ên lêgerîn û rizgarkirinê ya di dîroka Amerîkayê de" bi nav kir.

Trump di peyama xwe de got: "Me ew dît!".

Her wiha da zanîn ku pîlotê hatiye rizgarkirin efserekî pilebilind e û niha "selamet û tendurist e".

Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku ev efser "li çiyayên Îranê û li pişt xetên dijmin bû. Di wê demê de hêzên Îranê li dû wî digeriyan û gav bi gav nêzîkî wî dibûn."

Serokê Amerîkayê Donald Trump got:

"Ew ti carî bi tenê nebû. Çimkî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar (Trump bi xwe), Wezîrê Şer, Sererkanê Giştî yê Hevbeş û hevçeperên wî 24 demjimêran çavdêriya cihê wî dikir."

Trump her wiha anî zimên ku bi fermana wî, artêşa Amerîkayê "bi dehan balafir bi çekên herî kujende yên cîhanê" ji bo anîna wî şandine.

Her çend pîlot birîndar bûbe jî, Trump dilniyayî da ku ew dê "baş bibe".

Sira operasyonê hat eşkerekirin

Trump di beşeke peyama xwe de sireke leşkerî eşkere kir û got:

"Ev operasyona derasayî piştî rizgarkirina serkeftî ya pîlotekî din ê qehreman a roja borî tê.

Me nûçeya wê piştrast nekir ku em operasyona duyem a rizgarkirinê nexin nav metirsiyê."

Trump tekez kir ku cara ewil e di dîroka leşkerî de du pîlotên Amerîkî bi cuda û di kûrahiya axa dijmin de tên rizgarkirin.

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku her du operasyon jî bêyî ku Amerîkiyek were kuştin an birîndarkirin bi dawî bûne û got ev yek îspat dike ku "Amerîkayê kontrola mutleq û serweriya asmanê Îranê bi dest xistiye."

Trump daxwaza yekrêziyê ji hemû Amerîkiyan kir bêyî ku li cudahiyên partiyan binêrin û anî ziman:

"Ev kêliyek e ku divê hemû Amerîkî pê serbilind bin.

Artêşa me ya herî baş û pispor di dîroka cîhanê de heye."

Pirsên