کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Koşka Spî / Wêne: Arşîv

Koşka Spî / Wêne: Arşîv

Cîhan

Koşka Spî: Dan û standinên li Îslamabadê rûbirû ne

RÛDAW

RÛDAW

11-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW11-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand ku şandeyên Amerîka, Îran û Pakistanê li Îslamabadê dest bi dan û standinên sêalî û "rûbirû" kir.

Ev gav wekî hewleke di asta herî bilind de ji bo bidawîkirina şerê Rojhilata Navîn tê dîtin.

Berpirsekî pilebilind ê Koşka Spî eşkere kir ku vê carê her sê alî bi awayekî rasterast û rûbirû civiyane.

Şêwaza dan û standinan guherî

Ev yek di şêwaza dan û standinan de guherîneke mezin e.

Çimkî Washington û Tehranê di çend hefteyên borî de tenê bi rêya navbeynkaran û li jûrên cuda peyamên xwe digihandin hev.

Li gorî zanyariyên Koşka Spî, şandeya pilebilind a Amerîkayê ya ji bo van dan û standinên çarenûssaz ji van kesan pêk tê:

Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance, Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff û Şêwirmendê Trump Jared Kushner.

Armanca sereke çareseriyeke mayînde ye

Koşka Spî navên endamên şandeyên Îran û Pakistanê eşkere nekirine.

Ev civîna sêalî di demekê de tê kirin ku Amerîka û Îranê li ser agirbesteke 14 rojî li hev kir.

Armanca sereke ya "Dan û standinên Îslamabadê" ew e ku ji bo vî şerê leşkerî çareseriyeke dîplomatîk a mayînde were dîtin.

Vî şerî bazara enerjiya cîhanê rawestandiye û herêm xistiye nav krîzeke kûr.

Ev pêngava nû ya dîplomatîk çend demjimêran piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump hat avêtin.

Trump ragihandibû ku artêşa welatê wî dest bi paqijkirina mayînên deryayî yên li Tengava Hurmizê kiriye.

Pirsên