کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump / Wêne: Ajans

Serokê Amerîkayê Donald Trump / Wêne: Ajans

Cîhan

Trump: Divê Îran xwe radest bike

RÛDAW

RÛDAW

30-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW30-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku divê Îran xwe radest bike û ew rê nadin Îranê ku bibe xwediyê çekên atomê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump hûrgiliyên nû yên pêwendiya xwe ya telefonî ya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re eşkere kirin.

Trump ragihand ku Putin pêşniyar kiriye da ku wekî "aliyê sêyem" di peymana atomê û wergirtina wê uranyuma dewlemendkirî de alîkar be ku Washington dixwaze Tehran radest bike.

Trump tekez kir ku divê Îran xwe radest bike û ew rê nadin Îranê ku bibe xwediyê çekên atomê û got:

"Putin ji min re got ew dixwaze di mijara uranyumê de alîkariya me bike da ku em bigihîjin peymanekê.

Lê min ji wî re got ku ez zêdetir dixwazim tu di bidawîkirina şerê Ukraynayê de kar bikî ji ber ku ew ji bo min girîngtir e."

Serokê Amerîkayê ragihand ku hêzên çekdar ên Îranê heta radeyeke mezin ji kar ketine û got:

"Me hêzên deryayî, hêzên asmanî, parastina dijî balafiran, radar û hemû dezgehên wan têk birîne û gelekî kêm tişt mane.

Me nêzîkî ji sedî 80yî kargehên wan ên çêkirina mûşekan û şiyanên wan ji holê rakirine.

Eger em li hev nekin, ewên ku mane jî dikarin gelekî zû bên têkbirin."

Trump ducare kir ku Putin jî naxwaze Îran bibe xwediyê çekên aotmê û got:

"Ew (Îranî) bi xwe jî dizanin ku dê nebin xwediyê çekên atomê."

Şerê Ukraynayê

Trump derbarê şerê Ukraynayê jî geşbîniya xwe ya bi nêzîkbûna çareseriyê nîşan da û ragihand ku guftûgoyeke wî ya gelekî baş bi Putin re çêbûye.

Serokê Amerîkayê got,"Bi dîtina min Putin dixwaze çareseriyekê bibîne.

Min pêşniyara agirbesteke kurt li wî kir û ez bawer im dibe ku ew vî karî bike û tiştekî di wî warî de ragihîne, ji ber ku gelek kes tên kuştin û ew yek gelekî bêwate ye."

Trump helwesta medyayê ya derbarê şer jî rexne kir û got:

"Bi dîtina min Ukrayna di warê leşkerî de têk çûye lê hûn bi xwendina nûçeyên sexte wê yekê nizanin."

Trump amaje bi wê yekê jî kir ku dibe ku şerên li Îran û Ukraynayê bi nexşerêyeke heman rengî bi dawî bibin.

Serokê Amerîkayê di dawiya axaftina xwe de, behsa rikeberiya teknolojiyê kir û ragihand, welatê wî di warê hişê çêkirî (AI) de bi ferqeke mezin li pêşiya Çînê ye.

Pirsên