کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Donald Trump û Xi Jinping / Wêne: Arşîv

Donald Trump û Xi Jinping / Wêne: Arşîv

Cîhan

Çînê ji bo Taywanê xetên xwe yên sor nîşanî Trump dan

RÛDAW

RÛDAW

17-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW17-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Çînê di dema serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump de, xetên xwe yên sor ên li ser Taywanê nîşan dan û ji bo şerê bi Îranê re jî daxwaza agirbesteke mayînde kir.

Wezîrê Karên Derve yê Çînê Vang Yi li ser wan mijarên ku di navbera 13-15ê Gulanê de hatine gotûbêjkirin, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Vang Yi diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping nêzîkî 9 saetan bi hev re dem derbas kiriye.

Li gorî gotina Vang, her du serokan ji bilî pêwendiyên her du welatan, li ser aştiya cîhanê û bipêşketinê jî dan û standinên dûvdirêj kirine.

'Xeta sor' a Taywanê

Vang Yi destnîşan kir ku yekbûna bi Taywanê re hêviya hevpar a miletê Çînê û mîsyona dîrokî ya Partiya Komunîst a Çînê ye û got:

"Heke mijara Taywanê bi awayekî guncav were çareserkirin, pêwendiyên Amerîka û Çînê dê aram bin.

Nexwe, dibe ku alozî û pevçûn derkevin û pêwendiyên her du welatan bikevin bin metirsiyê."

Wezîrê Çînî ragihand ku ew hêvî dikin Amerîka li ser prensîba "Yek Çîn" û peymanên berê pêbend bimîne.

Banga agirbesta bi Îranê re

Di dema serdanê de Xi Jinping helwesta Çînê ya li ser şerê li Rojhilata Navîn aniye ziman.

Xi teqez kiriye ku bi bikaranîna hêzê pirsgirêk çareser nabin û diyalog rêya herî rast e.

Vang Yi eşkere kir ku Çînê ji bo çareserkirina pirsgirêka nukleerî ya Îranê û nakokiyên din, Amerîka teşwîq kiriye ku dan û standinan bidomîne.

Her wiha Çînê xwestiye ku agirbest bidome û Tengava Hurmizê di demeke herî nêzîk de ji bo çûn û hatinê were vekirin.

Peymana li ser 'îstiqrara stratejîk'

Serokên Çîn û Amerîkayê piştî hevdîtinan li ser vîzyoneke nû ya bi navê "pêwendiya îstiqrara stratejîk a avakar" li hev kir.

Vang Yi ragihand ku her du alî li ser zêdekirina pêwendiyên di warên siyaseta derve, leşkerî, aborî, bazirganî, tenduristî, çandinî, geştyarî û bicihanîna yasayan de li hev kiriye.

Çîn diyar dike ku ev vîzyona nû li şûna şer û pevçûnan, giraniyê dide aştî û hevkariyê.

Pirsên