Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Awistralyayê Tony Burke ragihand ku komeke nû ya ku ji 7 jin û 12 zarokên çekdarên DAIŞê pêk tê, ji Sûriyeyê ber bi Awistralyayê ve bi rê ketiye.
Tony Burke destnîşan kir ku her kesê sûc kiribe dê bi awayê herî tund were cezakirin.
Rewşa Kampa Rojê û vegera malbatan
Tony Burke ragihand ku ev welatiyên wekî "bûkên DAIŞê" tên naskirin, hefteya borî ji Kampa Rojê derketine.
Kampa Rojê yek ji wan kampan e ku ji bo niştecihkirina malbatên çekdarên DAIŞê li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye çêkirin.
“Divê li benda hêza qanûnê bin”
Wezîrê Karên Navxwe yê Awistralyayê diyar kir ku ev kom dê ji aliyê hikûmeta welatê wî ve ti alîkariyê wernegire û anî zimên:
"Her endamê di nav vê komê de yê ku sûc kiribe, divê li benda hêza qanûnê be.
Van kesan biryareke hovane da ku tevlî rêxistineke terorîst a metirsîdar bibin û zarokên xwe xistin nav rewşeke wiha ku nayê pênasekirin."
Tohmeta xwedîkirina koleyan
Di nava vê mehê de 13 welatiyên din ên Awistralyayê yên ser bi DAIŞê ve ku 4 jin û 9 zarok bûn, ji Sûriyeyê vegeriyan.
Polîsê Awistralyayê ragihand ku du ji wan jinan (dayîk û keçek) dema gihane Melbourneyê hatine girtin.
Tohmeta wê yekê li wan hatiye barkirin ku piştî sala 2014an ji bo piştgiriya DAIŞê çûne Sûriyeyê û wan jinek wekî "kole" li cem xwe girtiye.
Her wiha jineke din a ji heman komê di dema ku giha Sydneyê hat girtin.
Tohmetên "çûna nav herêma qedexekirî" û "pêwendiya bi rêxistina terorîst re" arasteyî wê jinê hatin kirin.