Luksemburg (Rûdaw) - Civîna salane ya hevahengiya edîtoryal a Komelaya Guherîna Nûçeyan a Ewropayê (ENEX) rojên 27 û 28ê vê mehê li Luksemburgê hat lidarxistin.
Amarên ku di civînê de hatin nîşandan eşkere kirin ku berhemên Tora Medyayî ya Rûdawê di nav ENEXê de yek ji 6 berhemên medyayê yên ku herî pir têne dîtin in.
Bîner êdî li benda ajansên mezin ên cîhanê namînin ku pêşhatên li Rojhilata Navîn ji wan re veguhêzin.
Birêvebirê Nûçeyan ê ENEXê Mark Evans da zanîn ku "Rûdaw li Rojhilata Navîn bûye çavê kanal û ajansên nûçeyan."
ENEX komeleyeke guherîna medyayî ye û 51 dezgeh û kanalên televizyonê yên mezin ên Ewropa, Amerîka, Afrîka û Asyayê tê de endam in ku yek ji wan jî Tora Medyayî ya Rûdawê ye.
Civîna vê carê ya beşa hevahengiya edîtoryal a ENEXê ew yek eşkere kir ku ji niha û pê ve Rûdaw jî di diyarkirina arasteya nûçeyan a li Rojhilata Navîn û cîhanê de beşdar e.
Spasiya ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê
Nûnerên endamên ENEXê ku CBS û Sky Newsa Brîtanyayê jî di nav de spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê kir.
Sedema vê spasiyê ew bû ku Rûdaw di rûmala bûyerên Rojhilata Navîn de cihê pêbaweriyê ye.
Bi taybetî di gihandina dengê kêmîneyan, şerê li dijî DAIŞê û şerê Amerîka û Îranê de ev pêbawerî derketiye pêş.
Mark Evans di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew karê Rûdaw dike, berhema hebûna kesên pispor ên li ber kamera û pişt kamerayê ye.
Ev yek nîşaneya wê ye ku ew kesên li Rûdawê dixebitin xwedî tecrube û agahiyan e.
Ji ber vê yekê ew cihê pêbaweriyê ne û di cîhana nû de pêwîstiya bi vê rastgoyiyê zêdetir e.

'Ji paşxaneyeke dewlemend a tecrubeyê tê'
Mark Evans destnîşan kir ku dema bînerekî navneteweyî li wêneyên Rûdawê dinêre, "Dizane ku rastgoyî li pişt wan heye. Dizane ku biryardaneke bihêz li pişt wan heye û ji paşxaneyeke dewlemend a agahî û tecrubeyê tê."
Evans her wiha got, Rûdaw nêrîneke navxwe ji bo bûyeran dabîn dike, ne nêrîna kesekî ji derve ye û da zanîn:
"Ew tiştê ku em pişta xwe pê bi Rûdawê ve girêdidin ew e ku wekî operasyoneke komkirina nûçeyan li wê herêmê bibe çavê ENEXê. Ji ber vê yekê ji bo me biqîmet e."
Civîna li Luksemburgê
Rojên 28 û 29ê Gulanê bajarê Luksemburgê mazûvaniya civîna hevahengiya edîtoryal a ENEXê kir.
Di civînê de qala hevahengiya zêdetir a di navbera dezgehên endam ên ENEXê û teknolojiya nû ya di warê medyayê de hate kirin.
Beşdar û hevparên ENEXê diyar kir ku Rûdaw li Rojhilata Navîn "çavê ENEXê" ye.
Bi taybetî di rûmala şeran, nakokiyên siyasî û tevgera komên çekdar de ev yek derdikeve pêş.
Berhemên nûçeyan û veguhestina bûyeran a bi awayekî rasterast ji bo endamên ENEXê, ji bo wan û kanalên Ewropî û cîhanî bûne çavkaniyeke sereke.
Paşeroja medyayê û şerê li dijî "vîdeoyên sexte"
Yek ji mijarên sereke yên roja duyem a civînê, pirsa rûbirûbûna vîdeoyên sexte bû ku bi hişê çêkirî têne çêkirin.
Colm McGlinchey ji ENEXê û Nicky Ryan ji The Journalê, tekezî li ser pêwîstiya hebûna mekanîzmayeke bihêz a ji bo piştrastkirina zanyariyan kir.
Her wiha qala paşeroja Supercomputingê û bandorên wê yên li ser pîşeya rojnamegeriyê hate kirin.

Parastina tenduristiya derûnî ya nûçegihanan
Di paneleke taybet a bi navê "Birêvebirina tenduristiya derûnî: Trawma û PTSD ya di jûra nûçeyan de", Terrence Jaros ji ENEXê û James Scorry ji Sky Newsa Brîtanyayê, bal kişand ser wan zextên derûnî yên ku nûçegihanên şer rûbirûyî wan dibin.
Ev mijar ji bo wan nûçegihan û tîmên ku her tim li eniyên pêş ên şer in, xwedî giringiyeke taybet e ku rêyên herî nû yên parastina tenduristiya derûnî nas bikin.
Di dawiya civînê de Birêvebirê Cîbicîkar ê ENEXê Adrian Wells, guhertinên dawî yên ENEXê eşkere kirin.
Her wiha Nicoletta Pispisa plana xebata ENEXê ya ji bo salên 2026-2027an ragihand.
Di vê planê de hevahengiya zêdetir a li gel hevparên çalak ên ENEXê, ji bo berfirehkirina rûmalên cîhanî wekî yek ji karên li pêş tê dîtin.
ENEX çi ye?
ENEX dezgeheke cîhanî ye ku 14ê Kanûna Pêşîna 1993yan hatiye damezrandin.
Ew ji komek kanalên televîzyonê yên mezin ên cîhanê pêk tê ku zanyarî, vîdeo û nûçeyan di navbera xwe de diguherînin.
Tora Medyayî ya Rûdawê li ser asta cîhanê yek ji hevparên herî çalak ên vê dezgehê ye û Nîsana 2015an bûye endama ENEXê.
