Dusseldorf (Rûdaw) - Eta Semediyê ji bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê 26 sal in ji welatê xwe dûr e û niha li bajarê Stuttgartê yê Almanyayê dijî.
Wî çîroka jiyana xwe ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re vegot.
Çîroka wî ji koçberiyê dest pê dike, bi çêkirina kel û pelên kevn ên Kurdî berdewam dike û niha jî li Almanyayê şofêrekî serkeftî yê otobusê ye.
Eta Semedî anî ziman ku ew gelekî bêriya warê xwe, bajarê Sineyê û bi taybetî Çiyayê Awyerê dike.
Wî diyar kir ku 26 sal in ji bajarê xwe dûr e û ew vê hesreta xwe dişibîne hesreta zarokekî ya ji bo hembêza dayîka xwe.
Eta Semedî bi eslê xwe ji gundê Awaxê yê navçeya Dîwandereyê ya Sineyê ye.
Wî destnîşan kir ku bavê wî kesekî rûgeş bûye û her tim hez dikiriye cilên Kurdî li xwe bike.
Her wiha wî eşkere kir ku di zaroktiyê de ji gundê xwe derketiye û çûye bajarê Sineyê û li taxa Haciyawayê bi cih bûye.
Xwendina wî nîvco ma
Semedî li ser jiyana xwe ya destpêka salên heftêyan a li Haciyawayê got ku xwendina wî ji ber Şoreşa Îslamî ya Îranê û şerê 24 rojan ê bajarê Sineyê nîvco maye.
Vê yekê jî kiriye ku ew koçber bibe û ji xwendinê dûr bikeve.
Pişt re sal û nîvekê li beşa karebayê xwendina pîşeyî dîtiye, çûye Tehranê û kargeheke karên destan û çêkirina kel û pelên ronahiyê vekiriye.
Wî kel û pelên kevn û çandî yên Kurdî yên wekî çira, çaydan û çirayên gazê bi şêweyekî nû û bi karebayê çêkirine.
Semedî diyar kir ku wî 9 salan şagirtiya hosteyekî mezin ê bi navê Hosta Mecîd kiriye û ev huner ji wî fêr bûye.
Li Almanyayê jiyaneke nû
Eta Semedî niha li bajarê Stuttgartê yê Almanyayê dijî û mirovekî çalak û pirkar e.
Ew şofêrê otobusê ye û li gel wê jî dikaneke firotina mirîşkan vekiriye.
Wî navê keça xwe ya biçûk "Melodî" li dikana xwe kiriye.
Semedî li ser tecrubeya xwe ya şofêrtiya otobusê ya li Almanyayê eşkere kir ku piştî qedandina kurseke rahênanê dest bi vî karî kiriye.
Destpêkê karê wî zehmet bûye û ji ber nezanîna rêyan, cihên rawestgehan û karkirina bi şevan rastî astengiyan hatiye lê wî zû xwe bi rewşê re guncandiye û bûye şarezayê karê xwe.
Bi rûgeşiya xwe tê naskirin
Ew di karê xwe yê rojane de girîngiyeke zêde dide miameleya xweş û paqijiyê.
Bi taybetî dema ku zarok karta otobusê ji bîr dikin, ew bi nermî nêzîkî wan dibe û ji wan re dibêje ku roja din bi xwe re bînin.
Ew wekî şofêrekî otobusê yê rûgeş di nav gelek niştecihên bajarê xwe de kesekî naskirî ye.
Ji bilî şofêrtiyê, ew û hevjîna xwe li navenda bajarê xwe dikaneke firotina mirîşkên biraştî jî bi rê ve dibin.
Semedî bi rûgeşî mişteriyên xwe pêşwazî dike û dema mirîşkan amade dike stranan jî dibêje.
Wî destnîşan kir ku ev karên curbicur wisa lê dikin ku ew qet bêzar nebe.