Dusseldorf (Rûdaw) - Parlamentera Kurd a Partiya CDUyê Seyran Papo ragihand ku ew dê careke din bibe namzed û got, “Divê em nasnameya xwe ji bîr nekin, du milyon Kurd li Almanyayê dijîn û em hêzeke gelekî mezin in.”
Seyran Papo li Almanyayê di qada siyasî de yek ji navên herî çalak ên Kurdan e.
Ew ji sala 2022yan ve li Parlamentoya Eyaleta Schleswig-Holsteinê wezîfedar e.
Papo bi biryara partiya xwe, di hilbijartinên parlamentoyê yên sala bê de careke din wekî namzed hat nîşandan.
Parlamentera Parlamentoya Eyaleta Schleswig-Holsteinê ya Almanyayê Seyran Papo beşdarî bernameya Diyasporayê ya Rûdawê bû û li ser xebatên xwe hûrgilî dan.
Seyran Papoyê ji Rûdawê re eşkere kir ku ew dê di hilbijartinên sala pêşiya me de ji Partiya Yekitiya Demokratên Xirîstiyan (CDU) dîsa bibe namzed.
Seyran Papoyê tekez kir ku ew dê projeya xwendina Kurdî ya li zanîngehan berfirehtir bike.
"Me Kurdî li zanîngehê kir derseke fermî"
Wê anî ziman ku ew bi pêkanîna sozên xwe yên serdema borî serbilind e.
Papoyê gava ku ji bo naskirina Kurdî ya li asta akademîk avêtiye wiha vegot:
"Beriya ku ez bêm hilbijartin min gotibû armanca min ew e ku Kurdî li zanîngehan wekî derseke fermî bê xwendin.
Şikir ji Xwedê re me soza xwe bi cih anî.
Ev 2 sal in li Zanîngeha Kielê Kurdî bi statuyeke fermî wekî ders tê dayîn.
Niha armanca me ew e ku em vê projeyê mezintir bikin.
Em dixwazin vê projeyê bibin zanîngehên bajarên wekî Lubeck û Flensburgê jî."
"2 milyon Kurd hêzeke mezin e"
Seyran Papoyê tekez kir ku divê Kurd di siyaseta Almanyayê de zêdetir xuya bibin.
Wê bangî diyasporaya Kurdan kir ku bibin yek û nûnertiya xwe bikin û wiha domand:
"Li Almanyayê nêzîkî 2 milyon Kurd dijîn. Ev hêzeke wisa mezin e ku mirov nikare piştguh bike.
Divê em vê hêza xwe li parlamentoyan û di mekanîzmayên biryardayînê de nîşan bidin.
Wekî jineke Kurd, di bin banê CDUyê de parastina nasname û çanda me ji bo min gelekî hêja ye.
Her wiha anîna zimên a pirsgirêkên gelê me tiştekî gelekî girîng e.
Divê dengê Kurdan li parlamentoyan bilindtir derkeve."
Daxwaza piştgiriyê ya ji diyasporayê
Papoyê eşkere kir ku ew dê ji bo sazîbûna ziman û nasnameya Kurdî ya li Almanyayê têkoşîna xwe bidomîne.
Wê anî ziman ku di hilbijartinên sala pêşiya me de li benda piştgiriyeke xurt a Kurdîstaniyên li Almanyayê ye.
Wê bi taybetî daxwaza piştgiriyê ji dengdêrên herêma Kielê kir.
Seyran Papo di sala 2022yan de wekî parlamentera yekem a Kurd a jin a Parlamentoya Eyaleta Schleswig-Holsteinê ketibû dîrokê.