کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Tom Barrack / Wêne: Arşîv

Tom Barrack / Wêne: Arşîv

Cîhan

Trump karekî nû da Tom Barrack

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

31-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

31-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Tom Barrack wekî nûnerê taybet ê serokatiyê yê Îraq û Sûriyeyê destnîşan kiriye.

Trump pesnê karên Tom Barrack da û ragihand ku ew dê di posta xwe ya Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê de jî bimîne.

Pêwendiyên bi Sûriye û Îraqê re

Donald Trump derbarê mijarê li ser tora civakî ya Truth Socialê daxuyaniyek belav kir.

Trump di daxuyaniya xwe de li ser destnîşankirina Tom Barrack wiha got:

"Ev destnîşankirin di demekê de ye ku em hevkariya xwe ya stratejîk a bi hikûmetên Sûriye û Îraqê re bi pêş dixin û pêwendiyên me yên bi wan re her ku diçe xurttir dibin."

Bi piştgiriya Wezareta Karên Derve kar dike

Li gorî daxuyaniya Trump, Tom Barrack dê di posta Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê de karê xwe bidomîne.

Ew dê her wiha erka nûnerê taybet ê serokatiyê yê Îraq û Sûriyeyê jî bi rê ve bibe.

Trump bal kişand ser wê yekê ku Tom Barrack dê "bi piştgiriya temam a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê" karên xwe bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di dawiya daxuyaniya xwe de wiha nivîsî:

"Em gelekî qedrê wan karên ku Tom Barrack kirine digirin û em ji bo dildariya wî ya herdemî ya ji bo xizmetkirina welatê me spasiya wî dikin."

Pirsên