Hewlêr (Rûdaw) - Banka Federal a Almanyayê amarên wan pereyan eşkere kirin ku penaxwaz û penaber ji Almanyayê dişînin welatên xwe.
Li gorî amaran, par herî zêde pere şandine Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku 901 milyon euro bûye.
Li hêla din, 141 milyon euro jî şandine Îraq û Başûrê Kurdistanê.
Banka Federal a Almanyayê amarên wan pereyan ji Rûdawê re eşkere kirin ku penaber û penaxwaz dişînin welatê xwe.
Amaran nîşan da ku welatiyên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistan jî 520 milyon euro şandine.
Her wiha li gorî amarên Banka Federal a Almanyayê, 121 milyon euro jî şandine Îran û Rojhilatê Kurdistanê.
Armanca şandina pereyan ne diyar e
Banka Federal a Almanyayê ji Rûdawê de destnîşan kir ku ew nikarin eşkere bikin ka çi qas ji wan pereyan ji wan alîkariyên darayî hatine dabînkirin ku hikûmet dide penaberan.
Bankê her wiha diyar ku ew nikarin armanca şandina wan pereyan diyar bikin û zanibin ji bo çi mebestê hatine şandin û got:
"Li gorî tomarên darayî, em nikarin agahiyan bidin ka çi qas ji wan pereyan ji alîkariyên civakî hatine dabînkirin.
Her wiha nayê diyarkirin ku ew pere li welatên wan bi çi şêweyî tên bikaranîn."
Wê bankê eşkere kir ku mêjera pereyên şandî sala 2025an li gorî sala 2024an zêde bûye.
Pereyên ku li gorî welatan hatine şandin:
Tirkiye û Bakurê Kurdistanê:
2024: 894 milyon euro
2025: 901 milyon euro
Sûriye û Rojavayê Kurdistanê:
2024: 505 milyon euro
2025: 520 milyon euro
Îraq û Herêma Kurdistanê:
2024: 139 milyon euro
2025: 141 milyon euro
Îran û Rojhilatê Kurdistanê:
2024: 114 milyon euro
2025: 121 milyon euro



