Enqere (Rûdaw) - Pêşangeha 23yemîn a Pirtûkan a Enqereyê dest pê kir.
Di Pêşangeha îsal de ti weşanxaneyên Kurdan beşdar nebûn.
Xwediyê Weşanxaneya Nûbiharê ji Rûdawê re got ku ew salên borî tevî standên Weşanxaneya Zehrayê beşdarî peşangehê dibûn lê îsal weşanxaneyên wekî Zehrayê jî beşdar nebûn.
Yek ji sedemên sereke yên beşdarnebûna weşanxaneyên Kurdan xercên zêde û hejmara kêm a xwendina pirtûkên Kurdî ya li Enqereyê ye.
Nivîskarên Kurd ên bi Tirkî dinivîsin
Pêşangeha 23yemîn a Pirtûkan a Enqereyê bêyî beşdariya ti weşanxaneyên Kurdî dest pê kir.
Di nav Pêşangehê de li ser navê Kurdan tenê nivîskarên Kurd ên ku bi zimanê Tirkî dinivîsin hebûn.
Yek ji wan Dr. Mûsa Dînç e. Ew xelkê Amedê ye û berhemên wî zêdetir ji bo zarokan hatine amadekirin.
Nivîskar Dr. Mûsa Dînç wiha got, “Min dixwest ku li kêleka Tirkî ez bi Kurdî jî binivîsim lê şert û derfetên me tune ne. Pirtûkên Kurdî pir nayên xwendin.
Di heman demê de hûn dizanin li ser zimanê me zordestiyek heye, ev yek jî dibe sedem ku hejmara pirtûkên Kurdî kêm bibe.”
Baca pirtûkan zêde dibe
Di nav Pêşangehê de yek ji gazindeyên weşanxaneyan zêdebûna xercan e.
Di heman demê de hikumeta Tirkiyeyê xwe amade dike ku baca li ser pirtûkan a ku sala 2019an hatibû rakirin ducare bîne.
Ev biryar dê bibe sedem ku bihayê pirtûkan ji sedî 25 zêde bibe.
Weşanger û Nivîskar Mehmet Akîf Koç li ser mijarê got:
“Bihayê kaxez û xerc gelekî zêde bûne. Enflasyon zêde dibe û ev jî dibe sedem ku lêçûna çapê zêde bibe.
Mijara xwendina dîjîtal jî heye. Êdî pirtûk kêm tên çapkirin lê kêşeya esasî zêdebûna xercan e.”
Beşdarî û eleqe
62 weşanxane û 250 nivîskar beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Enqereyê dibin.
Tê pêşbînîkirin ku heta 12ê vê mehê zêdetirî 50 hezarî kes serdana Pêşangehê bikin.
Xwendekar Mehmet Sadiq Kurtulmuş diyar kir, “Pêşangeh baş e.
Ez her sal têm, elaqeya xelkê jî baş e. Pêşangeh ji bo Enqereyê girîng e. Hatina xelkî min kêfxweş dike.”
Xwendekar Perînaz Eldemîrê jî got, “Rast e ku biha hinekî zêde ne lê gelek cureyên pirtûkan hene.
Ji bo her temenî pirtûk hene, cihekî kêfxweş e û ez jê hez dikim.”
Xwendekar Sedat Aydin got, “Ez xemgîn im ku li welatê me pirtûk ew qasî giran in.
Em dixwazin zarokên me bixwînin, em bixwînin lê bihayê pirtûkan gelekî zêde bûye.”
Pêşangeha Pirtûkan a Enqereyê li Tirkiyeyê yek ji pêşangehên herî bi fîre (prestîj) ye û salê du caran tê lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse