Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê şahiyan Emînê Erbanî koça dawî kir.
Navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji ber koça dawî ya hunermendê navdar Emînê Erbanî (Mehmet Emîn Erden) di şînê de ye.
Emînê Erbanî bi albûmên xwe yên dîlan û govendê dihat naskirin û bi dehan albûmên wî hene.
Salên 1990î deng dabû
Hunermend Emînê Erbanî salên 1990î bi berhemên xwe yên wekî "Gundê Erban" û "Gundê me" di asta navneteweyî de deng dabû.
Wî bi dengê xwe yê xurt û şêwaza xwe ya taybet di dilê guhdaran de cihekî taybet çêkiribû.
Hunermendê şahiyan li Bakur û Başûrê Kurdistanê û her wiha li Ewropayê beşdarî gelek şahî û festîvalan bûbû û derketibû ser dikê.
Her wiha Erbanî li televîzyonên herêmî yên Bakurê Kurdistanê gelek bername jî pêşkêş kiribûn.
3 sal bûn nexweş bû
Emînê Erbanî nêzîkî 3 salan bû bi nexweşiyeke giran ketibû.
Li gorî agahiyan, tevî hemû hewldanên bijîşkan jî Emînê Erbanî vê sibehê koça dawî kir.
Emînê Erbanê 1966an li gundê Erbanê yê navçeya Qoserê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse