Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bi coşeke mezin dest pê kir

Amed (Rûdaw) - Festîval bi belgefîlma "Jinwar" a derhênera ji Rojavayê Kurdistanê Nadiya Derwîş vebû û dê heta 30ê îlonê bidome.

Li Amedê  Festîvala 9emîn a Belgefîlman a FîlmAmedê bi beşdariyeke girseyî dest pê kir.

Festîval bi nîşandana belgefîlma "Jinwar" a derhênera ji Rojavayê Kurdistanê Nadiya Derwîş vebû.

Ji zêdetirî 700 fîlmên serlêdan kirine, 29 belgefîlm hatin hilbijartin û festîval dê heta 30ê îlonê berdewam bike.

Salona ku 1700 kesî digire bi temaşevanan tijî bû û eleqeyeke mezin ji bo şeva vekirinê hebû.

Derhêner nekarî bê lê peyama xwe şand

Derhênera belgefîlma "Jinwar"ê Nadiya Derwîşê ji ber girtina deriyên sînor nekarî beşdarî festîvalê bibe lê bi peyameke vîdyoyî silav li beşdaran kir û got:

"Bi riya huner û sînemayê em dikarin fikrên xwe, hestên xwe û nêrînên xwe bînin ziman. Jinwar jî yek ji van e."

"Ji çar aliyên Kurdistan û cîhanê fîlm hene"

Li gorî komîteya amadekar, ji çar aliyên Kurdistanê, diyasporayê û cîhanê zêdetirî 700 berhem ji bo festîvalê hatine şandin û ji wan 29 fîlm hatine hilbijartin.

Endamê Komîteya Amadekar Emîn Îsî, bal kişand ser cihêrengiya fîlmên îsal û wiha axivî:

“Ji Rojava, Rojhilat, Başûr û her wiha ji Bakur fîlm hene. Ji diyasporayê jî gelek fîlm hene.

Ji van 12 fîlm bi zimanê kurdî ne. Sînemaya Kurdistanî ye. Fîlmên din jî ji navneteweyî ne.

Ji Tirkiye, Fransa û Afganistanê, ji gelek welatan fîlm beşdarî festîvala me bûne."

"Bîra civakê zindî dimîne"

Balkêş bû ku piraniya kesên beşdarî şeva vekirinê bûn ji ciwanan pêk dihatin. Beşdaran kêfxweşiya xwe ya ji bo lidarxistina festîvalê anîn ziman û gotin ku bi saya van çalakiyan bîra çandî ya civakê zindî dimîne.

Beşdaran hestên xwe wiha anîn ziman:

Bêrîvan Sîncarê got "FîlmAmed dîroka me, êşa me, kêfxweşiya me û hêviyên me tîne ber çavên me."

Aysun Çelîk wiha axivî, "Bi quran zaf xweş e. Piştî qeyûman min tiştekî wisa nû dît, ez pir spasdar im.”

Ayşe Kuranê anî zimên, “Çand û hunera kurdî bi zimanê kurdî be, em fîlmên xwe temaşe bikin. Ji bo me pir pir baş e.”

Hunermendekî beşdar, “Ez pir kêfxweş im ku ev festîval êdî li Amedê tê lidarxistin.

Ji ber ku demeke dirêj bû me nedikarî tiştekî wiha bidîta.

Kurtefîlm û belgefîlmên ku ji herçar aliyên welat tên, dikarin xwe bigihînin welatparêzan û ew kesên ku ji hunerê û van tiştan hez dikin. Kêfxweş im."

Hesret Acarê diyar kir, “Ez dixwazim festîvalên wiha li welatê me her daîm çêbibin. Mirovên me tev bên tevli van festîvalan bibin û beşdarî zêde bibin."

Huseyîn Gendogdu got, “Bi hunera fîlman zarokên biçûk jî dixwazin bi kurdî biaxivin. Bi vana kurdî di nava gel de belav dibe."

Mihemed Emîn Tanriverdîanî zimên, “Em tên festîvalan, li fîlman temaşe dikin. Fîlmên me ne. Ji bo vî awayî em gelek kêfxweş in.”

Piştî nîşandana fîlmê, festîval bi konsera hunermend Mehmet Atli berdewam kir û beşdaran li ber stranên Kurdî coş û kelecaneke mezin nîşan da.