Helbestvanê navdar Refîq Sabîr koça dawî kir

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Refîq Sabir Helbestvan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvan û nivîskarê navdar ê Kurd Refîq Sabîrê ku bi helbesta xwe ya bi navê "Min Bi Tenê Mehêlin" a ji bo Komkujiya Helebceyê nivîsandibû dihat naskirin, li Swêdê koça dawî kir.

Nûçeya tal ji Refîq Sabîr hat ku yek ji navên girîng ên Edebiyata Kurdî bû û îmzeya xwe avêtibû binê gelek berheman.

Şairê navdar ê ku ji salên 1980yî ve li Swêdê dijî û li Qeladzêya Silêmaniyê ji dayîk bûbû, koça dawî kir.

Sabîr, bi taybetî bi helbesta "Min Bi Tenê Mehêlin" a ku ji bo bîranîna qurbaniyên êrişa kîmyayî ya Helebceyê nivîsandibû di dilê gelê Kurd de cih girtibû.

Jiyaneke ji siyasetê ber bi edebiyatê ve

Sabîr, ji xeynî kesayetiya xwe ya edebî di demên borî de di qada siyasetê de jî çalak bû û demekê di nav refên Partiya Komunîst a Îraqê de xebatên siyasî meşandin.

Şair piştî Raperîna Mezin a 1991ê ji partiyê veqetiya û demekê pêşengiya Komunîstên Kurdistanê kir.

Ew paşê bi temamî ji siyaseta çalak dûr ket û berê xwe da edebiyatê.

Nêçîrvan Barzanî alîkariya tedawiyê pêşkêş kiribû

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Zîrek Kemal nêzîkî mehekê berê bi telefonê li Refîq Sabîr geriyabû ku nexweşiya wî giran bûbû.

Zîrek Kemal silav û daxwazên "derbasbûnê" yên Serok Barzanî gihandibûn wî û diyar kiribû ku ew ji bo pêvajoya tedawiyê ji bo her cure alîkarî û piştgiriyê amade ne.

Helbestvan û nivîskarê Kurd Sabîr jî ji ber vê nêzîkatiya hestyar spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst