کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Koleksiyona Alexandre Jaba ya Kurdî hat çapkirin / Wêne: Gulşen Orhan

Koleksiyona Alexandre Jaba ya Kurdî hat çapkirin / Wêne: Gulşen Orhan

Çand û Huner

Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê koleksiyona Alexandre Jaba ya Kurdî çap kir

RÛDAW

RÛDAW

01-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW01-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt
Çand û Huner18-11-2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt
Çand û Huner17-11-2026

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir
Çand û Huner16-11-2026

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Koleksiyona Kurdî ya Alexandre Jaba ku mînakeke wê sala 2013an ji Rûsyayê bi serperiştiya Prof. Dr. Kadrî Yildirim ji bo Pirtûkxaneya Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê hatibû anîn, ji aliyê Wezareta Çandê ya Tirkiyê ve hat çapkirin.

Arşîva koleksiyona Kurdî ya Alexandre Jaba ku di navbera salên 1848 û 1866an de li Bakurê Kurdistanê hatibûye komkirin, sala 2013an di encama xebata Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê hatibû anîn û di Pirtûkxaneya Beşa Kurdolojiyê de cih girtibû.

Daxuyaniya Gulşen Orhanê

Serşêwirmenda Serokkomarê Tirkiyeyê Gulşen Orhanê doh li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku koleksiyona Alexandre Jaba ya arşîva herî girîng a berhemên klasîk ên Kurdî ji aliyê Wezareta Çandê ve hatiye weşandin.

Serşêwirmenda Serokkomarê Tirkiyeyê Gulşen Orhanê got:

“Ev arşîva ku berhem û destnivîsên klasîk ên Kurdî yên biqîmet dihewîne, encama hewldaneke hevkariyeke demdirêj a di navbera me û profesorên Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê de ye.”

Şêwirmenda Erdogan diyar kir ku koleksiyon wekî 15 bergan hatiye weşandin û bi tevahî 69 nusxeyên destnivîsan dihewîne ku ji 39 berhemên cuda pêk tên.

Alexandre Jaba û koleksiyona Kurdî

Alexandre Jaba salên 1848 û 1866an li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê balyozê Rûsyayê bûye.

Bi rêya alimê navdar ê Kurd Mele Mehmûdê Bazîdî û hinek zanyarên din dest bi xebata komkirina destxetên berhemên klasîk ên Kurdî kiriye û arşîveke dewlemend pêk aniye.

Jaba arşîva xwe biriye Pirtûkxaneya Neteweyî ya Rûsyayê ya li bajarê St.Petersburgê.

Arşîva Jaba ji 54 beş û 4017 rûpelan pêk tê.

Di nav de gelek berhemên girîng ên klasîk ên Kurdî yên wekî Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Mewlûda Melayê Batê, helbestên Feqiyê Teyran, Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye ya Mele Mehmûdê Bazîdî û destanên Leyla û Mecnûn û Yûsif û Zuleyxayê hene.

Her wiha wergera Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî û ji folklora gelêrî ya Kurdan stran, kilam, lawij û çîrok û destanên cur bi cur hene.

Pirsên