Hunermend û rojnamevanê Kurd Mihemed Elî Etrûşî koça dawî kir

02-09-2018
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Duhok Mihemed Elî Etrûşî Hunermend Rojnamevan Kurd Koça dawî
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Hunermendê naskirî yê Duhokê, Mihemed Elî Etrûşî êvariya îro koça wî kir.

 

Peyamnêrê Rûdawê yê li Duhokê, Nasir Elî ragihand, hunermend Mihemed Elî Etrûşî îro yekşemî ji nişka ve rewşa tendirusiya wî têk diçe û bilez wî vediguhêzin bo Nexweşxaneya Azadî ya bajarê Duhokê, lê di rê de û berî ku bigihîje nexweşxaneyê, canê xwe ji dest dide.

 

Nasir Elî da xuyakirin, niha termî hunermend Mihemed Elî Etrûşî ji nexweşxaneyê ve bo Mizgevta Azadî ya Duhokê hatiye veguhastin û nimêja cenaze li ser tê xwandin.

 

Peyamnêrê me tekez kir, Mihemed Elî Etrûşî nexweşiya dil hebû û pêştir jî çend caran li derveyî welat neştergeriyên dil jê re hatibûn kirin.

 

Mihemed Elî Etrûşî hem ji bilî karê şanogeriyê û aktoriya di şano û fîlman de karê rojnamegeriyê jî dikir.

 

Di destpêka temenê xwe yên lawîtiyê de, Etrûşî dest bi karê aktorî û şanogeriyê kiriye û piştre mijûlî karê rojnamevaniyê jî bûye. Mihemed Elî Etrûşî bo demekê weke mamosta di beşa rojnamevanî ya Peymangeha Polî Teknîk a Duhokê xebitiye û bi dehan semînar û workşop li ser karê medya û rojnamevaniyê lidar xistine.


Etrûşî herwiha di fîlma "Û Nêrgiz Bişkivîn" a bi derhêneriya Hisên Hesen de jî weke aktor beşdar bûye.

 

Herwiha Mihemed Elî Etrûşî bo dema 4 salan Berpirsê Ragihandina Parêzgariya Duhokê jî bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst