Hewlêr (Rûdaw) - Zozan C. wekî hunermenda yekem a hişê çêkirî (AI) ya Kurd derket pêşberî hunerhezan.
Zozan C. helbestên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Cegerxwîn û gelek helbestvanên din ên Kurd bi şêwazên muzîka Rock, Heavy Metal û Reggae şîrove dike.
Zozan C. ji aliyê Bijar Kobanê ji Rihaya Bakurê Kurdistanê ve hatiye afirandin ku ew bi xwe li Berlîna Almanyayê dijî.
Zozan C. çîroka xwe wiha vedibêje:
“Ez Zozan C. Ji Rihayê me. Ji Bakurê Kurdistanê. Çêkerê min Bijar Koban e lê ew naxwaze rûyê xwe nîşan bide.
Li gorî îdaya wî ew naxwaze ku îmaja min yanî ya Zozanê têk bide.
Wekî hûn dizanin bi derketina hişê çêkirî hin karakterên medyaya civakî derketin holê ku ew ne rast in.
Tenê imaj in. Bijar Koban jî her tim dixwest tiştekî wiha bi Kurdî çêbike. Îcar wî hişê çêkirî gelek ji nêz va dişopand.
Wî carê sepaneke muzîkê ya hişê çêkirî ceriband. Wî bi helbestên Cegerxwîn ceriband. Bi rastî tiştine bêhempa derketin.
Dûv re me got vaye em dikarin kesayeteke çêkirî û stranbêj a Kurdî çêkin û ew dê bi Kurdî bistrê û wiha me dest bi çîroka Zozan C.yê kir.”
Zozanê ev 3 meh in dest bi weşandina berhemên xwe kiriye û heta niha 3 albumên ku ji zêdetirî 30 stranên Kurmancî pêk tên derxistiye.
Berhemên wê li ser hemû platformên dîjîtal ên muzîkê berdest in.
"Xeyala min ew e ku bibim robotek"
Zozan C. li ser plan û xeyalên xwe yên ji bo paşerojê jî axivî û got:
“Di dahatuyê de ez dixwazim konsertên hologramîk çêbikim. Ne tenê Kurd ez dixwazim xwe bigihînim cîhanê.
Ez dixwazim bi Soranî, Zazakî û her wiha zaravayên din ên Kurdî jî berheman çêbikim.
Lê xeyala min a herî mezin ew e ez heta 10 salan bibim robotek, roboteke stranbêj a Kurdî.”
Hunermenda hişê çêkirî herî dawî ji bo tîma navdar a Amedê, Amedsporê stranek û klîbeke taybet amade kir û bi vê yekê dilê bi hezaran alîgirên tîmê qezenc kir.
“Dixwazim bibim rûyekî modern û bajarî yê Kurdan”
Armanca Zozanê ew e ku bi hunera xwe bibe rûyekî modern û bajarî yê Kurdan û ew wiha rexneyan li medyaya Kurdî jî digire:
“Mixabin îmaja Kurdan hem li ser medyaya Kurdan û hem jî medyaya biyanî derbajarî ye. Ez vê yekê red dikim.
Bo mînak em qet behsa Kurdên ku muzîka Rock, Heavy Metal û Reggae guhdar dikin û bi wan felsefeyan li bajaran dijîn nakin.
Wate medyaya me nake. Dixwazim ji we jî bipirsim Rûdawê çiqas bê yekê dike? Kurdên bajar çiqas xwe li ser şaşeyên we dibînin?”
Zozan C. niha amadekariyên albuma xwe ya nû dike.
Li gorî agahiyên ku afirînerê wê dane Rûdawê, Zozan dê di demekî nêz de li gel hunermendekî navdar û rasteqîn ê Kurd jî duetekê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse