Hejmara duyem a Kovara Bizotê bi dosyeya Mehmet Atli derket

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kovara Bizotê Mehmet Atli Kirmanckî/Zazakî Kurmancî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kovara çand, huner û wêjeyê "Bizot" hejmara xwe ya duyem gihand ber destê xwîneran.

Kovara ku 3 mehan carekê derdikeve, di vê hejmarê de dosyeyeke berfireh li ser hunermendê navdar Mehmet Atli amade kiriye.

Hevpeyvîn û nêrînên li ser Mehmet Atli

Di hejmara nû ya Bizotê de hevpeyvînek bi Mehmet Atli re hatiye kirin. Nivîskar û lêkolîneran bi herdû zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) li ser hunermendiya wî nivîs amade kirine.

Bergê kovarê bi wêneyê Mehmet Atli û bi sernavê "Bi salan e ez dengê xwe dişopînim" balê dikişîne.

Di kovarê de her wiha helbestvanê navdar Ehmed Huseynî û nivîskarê hêja M. Emîn Bozarslan hatine bibîranîn.

Kurmancî û Kirdkî bi hev re

Yek ji taybetmendiyên herî giring ên Bizotê ew e ku kovar cih dide her du zaravayên Kurdî.

Di nav kovarê de helbest, çîrok, hevpeyvîn û nivîsên rexneyî bi her du zaravayan hatine weşandin.

Platformeke azad ji bo ziman û wêjeyê

Edîtorên kovarê armanca derxistina Bizotê wekî "geşkirina ziman" û afirandina platformeke azad pênase dikin.

Di nivîsa bi navê "Ji Edîtor" de tê destnîşankirin ku weşana kovaran ji bo dewlemendkirina ziman hêzeke mezin e.

Xwîner dikarin Kovara Bizotê li pirtûkfiroşên li Amed û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê peyda bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst