Hewlêr (Rûdaw) - Romana nivîskarê Kurd Selîm Berekat a bi navê "Sebiyeyên Şingalê" ku bi zimanê Erebî nivîsandiye, ji bo zimanê Kurdî tê wergerandin.
Pirtûka Sebaya Sincar anku "Sebiyeyên Şingalê" ya Selîm Berekat ji aliyê nivîskar Ebdullah Şêxo ve bo ser zimanê Kurdî tê wergerandin. Ebdullah Şêxo pêştir jî çend berhemên din ên Selîm Berekat ji zimanê Erebî bo ser zimanê Kurdî wergerandibû. Ebdullah Şêxo di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku ew pirtûka "Sebiyeyên Şingalê" werdigerîne kurdî.
Şêxo diyar kir: "Her çiqas wergerandina berhemên Selîm Berekat gelek zehmet be jî, ew tameke mezin ji wergerandina wan berheman distîne, Selîm Berekat bi xwe jî gelek kêfxweş dibe ku berhemên wî bi zimanê Kurdî tên belavkirin."
Romana "Sebiyeyên Şingalê" bîst û sêyemîn romana Selîm Berekat e, ku nivîskar têde behsa çîrokên pênc keçên Êzdî di dema karesata Şingalê de û di encama êrişa çekdarên DAIŞê ya sala 2014an de dike û behsa serpêhatiya jiyana wan dike.
Wergêrê vê pirtûkê Ebdullah Şêxo di sala 1987an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û di sala 2010ê de dest bi karê wergerê kiriye. Ebdullah Şêxo heta niha heft pirtûk ji Erebî wergerandine ser zimanê kurdî ku 4 ji wan pirtûkên Selîm Berekat in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse