Selîm Berekat: Em li malê tenê bi Kurdî diaxivîn

25-11-2025
Besam Mistefa
Nîşan Selîm Berekat Helbest Roman Kurdî Erebî
A+ A-

Me di vê xebata xwe de cih daye hevpeyvîna Huda Fexredînê ya bi Selîm Berekat re da ku hûn wî, xebatên wî û ramanên wî ji devê wî bibihîzin.

Selîm Berakat ji hevoka “Ez ti carî bi lingên zarokekî li ser erdê nemeşiyame” dest pê dike û ji zaroktiya xwe ve qala serpêhatiya xwe ya jiyanê dike.

Hûn dê di vê çîrokê de gelek tiştan bixwînin ku berê ne me û ne jî we zanîbûn û ji dilekî samîmî herikîne nav hevokên nivîsandî.

De em zêde dûvdirêj nakin û em dê rê li ber we vekin da ku Selîm çîroka xwe ji we re bêje.

Hevpeyvîn: Huda Fexredîn

Wergerandin û Amadekirin: Besam Mistefa

Pêşgotina Huda Fexredîna sazkera hevpeyvînê *

Piştî ku min bi salan bêyî têkiliyeke rasterast derbarê wî de dinivîsî, hevkariya min a yekem bi Selîm Berekat re pirtûka “Gerdûn, Hemû bi Yekcarî” bû; ev pirtûk wergera komek helbestên wî yên nû bû ku wî bi xwe hilbijartin û li dû wê jî dan û standineke dirêj hat ku di navbera payîza 2022yan û havîna 2023yan de çend mehan dewam kir.

Ez bêhedan li bendê mam ku Berekat bersiva min bide. Ev yekemîn peywendiya me ya telefonî bû û her ku zengil lê dixist, min xwe amade dikir, ditirsiyam ku heye ez şaşiyeke rêzimanî li pêşiya wî bikim. Nizanim çima, min sawêr dikir ku dê dan û standin bi Erebiya Fesîh (standard an nivîskî), bi wê Erebiya Fesîh a Berekat a qelebalix û biheybet be lê helbet ne wisa bû.

Dengê wî nerm û dûr dihate min, tewra ez diwêrim bibêjim, şermok bû. Ew kêfxweş bû ku pirsên xwe dirêj bike û li ser malbata min, keça min û ka min dixwest çi xwarinê çêkim bipirse. Kêfa wî dihat ku behsa cîhana xwe bike ku niha bi tevahî bûbû navmalî; wî ji min re behsa reçeteyên xwe yên xwarinê, çûnên xwe yên sûkê û rîtuelên malbatê dikir.

Dema min pirseke wekî van pirsên entelektuelî jê dikir: Tu armanca projeya xwe ya wêjeyî di çi de dibînî? Tu helbesta pexşanî ya Erebî çawa pênase dikî? Têkiliya te bi kevnetoriya helbesta Erebî re çawa ye? Helwesta te li ser weznê çi ye?... ew dudilî dibû, xwe jê dida alî û mijar diguherand û ber bi babetên şexsîtir û dostanetir ve dibir.

Lê belê min paşê bersivên van pirsan û gelek pirsên din bi nivîskî wergirtin. Tevî ku em çend caran bi telefonê axivîn, wî baştir didît ku binivîse yan rastir bi destxeta xwe binivîse û pişt re Cindy, hevjîna wî û rêbera me di vê pêvajoyê de, rûpel skan kirin û wekî pêvekan bi e-maîlê ji min re dişandin. Pêvajoyeke aloz a çend-gavî lê pir guncav, jixwe mirov ji Selîm Berekat çaverê nake ku tiştekî hêsan bike!

Rûpelên ku heta dev tije bûn digihiştin ber destê min, wekî ku bi destxeta Selîm a spehî û hûrik bi awayekî hosteyî hatibin neqişandin. Peyvên serekî her tim bi temamî bi hereke bûn û hevokên ku li gorî wî girîng bûn, di bin wan de xêz kişandibû. Gelek caran, Selîm bersivên xwe dibirîn û peyamên ji bo min dixistin nav wan, ku li kêlekê bi lez hatibûn nivîsandin, mînak, "Huda, min bersiva pirsên te da û ez niha diçim baxçe ji bo biraştina goşt" û "Bi ser de jî... îro rojbûna Cindy ye!"

Wekî nivîskar, Selîm Berekat kesekî biheybet, aloz û tewra êrişkar e. Xwestekên wî bêsînor in, planên wî mezin in; ji "girtina tevahiya gerdûnê, hemû bi yekcarî!" kêmtir qayîl nabe. Wekî mirov, Selîm Berekat bêdeng û nefspiçûk e. Wî bi awayekî karîbû zarokê di hundirê xwe de biparêze, tevî hemû şikestin, gelek sirgûnî û bêhêvîbûna herî mezin ji cîhana li derveyî baxçeyê wî.

Nameyên me Tebaxa 2023yan de, berî ku bûyerên hovane li Xezeyê dest pê bikin, kuta bûn. Hîn jî car caran ji wî û Cindy peyam ji min re tên, rewşa min û malbatê dipirsin, xasma dema ku nûçe ji barana bextreşiyan a asayî ya piştî Çiriya Pêşîn a 2023yan jî tarîtir bin.

Her çend di hevpeyvîna ku di pirtûkê de hatiye weşandin de qala Filistînê nehatibe kirin jî berhem û jiyana Selîm Berekat gelek tiştan li ser penaberî, sirgûnî, koçberî û êşa welatên windabûyî eşkere dike. Selîm sala 1982yan biryar da ku ji Beyrûtê derkeve, bi deryayê ber bi Qibrisê ve, li gel wan Filistîniyên ku li dû dagirkeriya kujer a Îsraîlê li ser Beyrûtê û komkujiyên Sebra û Şatîlayê neçarî vê yekê bûn. Destpêka romana wî, 'Erwah Hendesiyyeh' (Giyanên Endazyarî-1987), dabaşa vê serpêhatiyê dike.

Piştî wê bi salan, dema li Qibrisê bû, Berekat gerînendeyê birêvebir ê kovara "El-Kermel"ê bû, ku kovara wêjeyî ya Filistînî ya herî girîng bû û damezirîner û sernivîskarê wê Mehmûd Derwîş bû. Berekat her wiha çavdêriya weşanxaneya Filistînî "Bîsan"ê jî dikir, ku girêdayî "El-Kermel"ê bû.

Zimanê Selîm Berekat bi xwe berxwedanek li dijî jinavbirinê û rijdbûnek li ser vîn û hebûnê ye, li ser welatekî ye ku heke tewra niha tenê di zimanekî serhildêr de hebe jî di pey xwe re rastiyê vediguherîne. Jixwe dawiya dawî, bi gotina hevalê wî Mehmûd Derwîş, Filistînî, wekî Kurdan, "ji ba pê ve tiştekî wan nîne." [1]

Pêşgotina Wergêr Besam Mistefa

Di van bersivan de, Selîm Berekat ji bilî portreya nivîskarekî, nexşeya ruhekî li ber me radixe. Ew Berekatê ku me wek mîmarê katedralên zimên nas dikir, di heman demê de hosteyê destkar e ku ji bo kurê xwe dolabeke darîn çêdike û ew zilamê navmalî ye ku piştî nîqaşên kûr ên wêjeyî, bi rihetî dibêje: “Min bersiva pirsên te da, vêga diçim baxçe ji bo biraştina goşt!” Ev dualiya di navbera gerdûnî û şexsî de, di navbera heybeta afirandinê û sadebûna jiyanê de, kilîla têgihiştina wî ye.

Berekat di vir de bi eşkereyî eslê xwe yê afirîneriyê eşkere dike. Ew bavên edebî yek bi yek red dike û bi awayekî çaverênekirî sînemayê wek “bavê” xwe yê rastîn bi nav dike. Ev yek nîşan dide ku çavkaniya wî ne tenê pirtûk lê belê sêhra wêneya livok û dîmenên ku di binhişê wî de bûne zimanekî helbestî ye. Ew zimanê Erebî ne wek mîrat, wek amûrekê hildibijêre û heta sînorên wî yên herî dawî dikişîne û vedijîne.

Ew bi xwe dibêje, “tenêtî şêwirmenda min a yekane ye.” Ev tenêtî ne tenê di jiyana wî de lê di pêvajoya afirandina wî de jî serwer e. Ew bi qelema resas dinivîse, bi pênûsê paqij dike, bergên pirtûkên xwe bi xwe disêwirîne û nahêle tu weşanger destwerdanê di nivîsa wî de bike. Ew ne tenê nivîskar e, di heman demê de edîtor û hunermendê berhema xwe ye.

Di dawiyê de, ev bersiv me digihînin koka her tiştî: ew zarokê ku ti carî ne zarok bûye, ew xortê ku ji Şama fetisandî reviyaye û ew mêrê ku “ji bilî birînên ku li ser piyan dimeşin” ne tiştekî din e. Selîm Berekat bi xwe dibe gund, dibe bîrewerî û dibe welatê ku tenê di zimên de maye.

Pêşberiyek ber bi metnê ve [2]

Selîm Berekat helbestvan û romannivîsekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê ye, sala 1951ê li Qamişloyê, bajarekî ji aliyê etnîkî, olî û zimanî ve pirreng ê li bakurê Sûriyeyê, ji dayik bûye. Ew li Libnanê û paşê li Qibrisê di sirgûniyê de jiyaye, berî ku li Swêdê bi cih bibe ku ji sala 1999an ve lê dijî. Wî heta niha zêdetirî 50 berhemên helbest û pexşanê weşandine, di nav de sê otobiyografî, bîranînek ji dema şer û çend pirtûkên zarokan. Ew di cîhana Erebî de, di nav rexnegir, akademîsyen û helbestvanên din de, xwedî nav û dengekî taybet e.

Berekat bi kesayetiya xwe ya provokatîf û têkiliya xwe ya şerxwaz bi zimanê Erebî re tê naskirin. Selîmo rijdbûna xwe li ser wê yekê nîşan dide ku ew wekî Kurdekî bi Erebî dinivîse. Di danasîna têkiliya xwe ya sînornenas bi zimên re, hem wekî kesekî ji hundir û hem jî ji derve, pir eşkere ye. Erebî ne zimanê wî yê zikmakî ye lê wî li talana zimanê Erebî daye û ji xwe re kiriye mal.

Helbestvan û nivîskarên din jî ev îdia piştrast kiriye. Li ser paşbergê cildê duyem ê berhemên wî yên berhevkirî, el-Dîwan, ku di sala 2017an de derket, ev gotinên pesnê yên ji aliyê gelek helbestvan û nivîskarên Ereb xuya dikin. Mehmûd Derwîş dibêje: "Ji dema ku êrişî qada helbesta Erebî kir, Selîm Berekat mizgîniya helbesteke cuda da." Nîzar Qebanî di nivîsa xwe de bangî Berekat dike û jê dixwaze: "Mewlana! Te çi ji me re hişt? Destê xwe ji ser helbesta Erebî rake." Se'dî Yûsif jî xwe nagire û Berekat wekî "Kurdê herî mezin piştî Selahedînê Eyûbî" bi nav dike. Adonîs vê rastiyê bi awayê herî kurt û xurt tîne zimên, dibêje: "Ev helbestvanê Kurd 'Selîm Berekat' zimanê Erebî di bêrîka xwe de hildigire."[3]

Di dirêjahiya nivîskariya xwe de, Berekat kêm caran wek helbestvanên din ên nifşê xwe tevgeriyaye. Lap berevajî vê, wekî kesekî pir taybet ku kêm caran di medyayê de xuya dike, çi bi qestî çi ne bi qestî, navê Berekat ne tenê wekî helbestvanekî "zehmet" lê her wiha wekî mirovekî "zehmet" jî derketiye. Tenêtî û nedilxwaziya wî ya ji bo tevlîbûna nav civatên edebî, ji berî çûna wî ya Swêdê dest pê dike. Tewra dema ku li Beyrûtê bû, heval û nasên wî çîrokan li ser reftarên wî yên xweser û gelek caran bêserûber vedibêjin. Mehmûd Derwîş di pirtûka 'Bîranînek ji bo Jibîrkirinê' de serpêhatiyeke wiha bi bîr tîne:

Wî 'Selîm Berekat' di şevekê de jiyana çandî ya Beyrûtê serobinî hev kir. Ew nivîsên xwe bi awayekî hovane, bi kulmên xwe diparêze, ji ber ku ew bi diyaloga di navbera rewşenbîran de bawer nake, wê tenê wekî galegal dibîne. Demançeya xwe û masûlkeyên xwe yên darîçav hildide, diçe qehwexaneya guncav û kemînê datîne ji bo rexnegirên pile-nizm ên ku ji bo rûpelên çandî yên rojnameyan dinivîsin û gotinên xwe derbarê tiştên ku li dijî wî nivîsandibûn, venaşêre. Carekê min jê re got, 'Vladîmîr Mayakovskî jî li Kolana Gorkî bi heman awayî bi rexnegirên xwe re tevdigeriya'. Wî bersiv da, 'Ev rexneya rexneyê ya tekane ya rast e'.[4]

Selîm Berekat hem di helbest û hem jî di pexşana xwe de, bi veşartina wateyê ya bi qestî li pişt perdeya zimên digihîje "helbestiyê"; zimanekî ku bi zanebûn wisa têr û stûr hatiye honandin ku heta radeya nayê naskirin. Em her tim li ber deriyê têgihiştinê ne û em bi awayekî zêde hay ji xwe hene, ne wekî xwêner/axêverên Erebî lê wekî vebînerên wî tiştê ku heta niha ji destê me filitiye.

Naveroka Hevpeyvînê:

Min bersiva pirsên te da, vêga diçim baxçe ji bo biraştina goşt!”

Huda Fexredîn: Tu xwe wekî zarok çawa bi bîr tînî?

Selîm Berekat: Belkî jî ez ti carî ne zarok bûm. Ez tu carî bi lingên zarokekî li ser erdê nemeşiyame. Mezinên li derdora me, em neçar dikirin ku em bibin mêr an jî mezin, tewra kalemêr jî. Wekî zarok, me jiyaneke bê hesteke rastîn a hebûnê derbas dikir.

Huda Fexredîn: Di malbata te de têkiliyeke ku bandora herî mezin li ser te kiribe hebû?

Selîm Berekat: Erê. Qelebalixa malê. Mala me kaotîk bû, bêyî ti nîşanên trafîkê.

Huda Fexredîn: Tu dê têkiliya xwe bi dêya xwe re çawa biwesifînî, navê wê çi ye? Çi ji wê di bîra te de maye?

Selîm Berekat: Navê dêya min Fetûm e (kurtkirina Fatimayê). Ew baş nayê bîra min lê ez ê ti carî hezkirina wê ya ji bo şêranî, xasma ji bo ş'eibiyat û qedayifan (şêranîyên navdar, ku bi hevîr û şerbetê tên çêkirin û gelek caran bi gûzan re tên pêşkêşkirin) ji bîr nekim. Diviyabû ez li dû şîranîfiroşê gerok bikevim da ku ji wê re bikirim. Wî sêniya mezin a metal datanî ser serê xwe û di kolanan de digeriya. Wî ez pir diwestandim.

Her weha hezkirina dêya min a ji bo silqa sorkirî ya bi pîvazan tê bîra min. Her bihar, diviyabû ez bi selik û kêreke biçûk di beriyê de bigeriyama da ku li wî giyayê berî bigerim. Selikeke mezin ji vî giyayî dema dihat sorkirin, bi zorê têra tijekirina lalîkekê dikir. Erê, tê bîra min bê min çawa roj li dû rojê, bi saetan di beriyê de ji bo diya xwe silq (dîw) berhev dikir.

Huda Fexredîn: Têkiliya te bi bavê te re çawa bû?

Selîm Berekat: Tiştekî taybet nebû. Bavê min mêrekî sade û oldar bû ku serê wî bi têrkirina me her yanzdeh tifalan mijûl bû. Carinan, ez pê re diçûm nêçîrê. Wî tifinga xwe ya 12-mm dianî. Mixabin, bavê min ne nêçîrvanekî baş bû.

Huda Fexredîn: Çend xwişk û birayên te hene?

Selîm Berekat: Em neh in. Çar xwişk, çar bira û ez.

Huda Fexredîn: Têkiliya we wekî xwişk û bira çawa bû?

Selîm Berekat: Wek sirkê bû! Yanzdeh kes di xaniyekî duodeyî de, bi hewşeke fireh û dareke zeytûnê ku ti carî mezin nedibû.

Huda Fexredîn: Çi ji têkiliya te ya bi xwişk û birayên te re maye?

Selîm Berekat: Tiştek nemaye. Ew ji min bêtir nêzî hev in. Ez di serê bîstsaliya xwe de ji malê derketim, ji ber serhildêriyê û ji ber hewcedariya ku xwe ji fetisandina wê malê rizgar bikim. Îro, xwişk û birayên min li seranserê cîhanê belav bûne, diduyan ji wan li bihuştê penagehek dîtiye, cihê ku em hêvî dikin ku giyan lê sitarekê bibînin.

Huda Fexredîn: Tu cara yekem kengî ji malê derketî?

Selîm Berekat: Ez sala 1970î ji Qamişloyê çûm Şamê. Malbata min paşê da dû min. Sal û nîvekê bi şûn de, ez ji wir jî derketim û reviyam Beyrûtê.

Huda Fexredîn: Çi ji gund tê bîra te?

Selîm Berekat: Tişta ku ji gund di bîra min de maye, ew e ku ji min bi xwe di bîra min de maye. Ma ez ne bîreweriya gund bi xwe me? Ez ne gundî me, ez bi xwe gund im.

Huda Fexredîn: Te li malê çi dixwend?

Selîm Berekat: Bavê min xwediyê pirtûkxaneyeke biçûk a pirtûkên olî bû, çend tefsîrên Quranê û hinek helbestên sûfiyan lê min her tiştê di pirtûkxaneya dibistanê de dixwend, her wiha romanên wergerandî nexasim ên klasîk ku pismamê min ê dildarê wan, ew berhev kiribûn. Helbet, min hemû helbestên modern ên li Navenda Çandî ya Qamişloyê jî daqurtandin. Ev çavkaniyên min ên destpêkê bûn.

Huda Fexredîn: Hûn li malê bi kîjan zimanan diaxivîn?

Selîm Berekat: Em tenê bi Kurdî diaxivîn.

Huda Fexredîn: Dibistan çawa bû?

Selîm Berekat: Dibistan? Mebesta te dojeh e. Bi gelemperî zarok ji çûna dibistanê gazinan dikin, tew ku herin baştirîn dibistan jî. Gelo tu dikarî xeyal bikî ku biçî qesabxaneyeke rûreşiyê? Carinan ez çavên xwe digirim û xwe wekî buldozerekê xeyal dikim ku her dibistana ez ketimê, hildiweşînim.

“Kurdî li Sûriyeyê qedexe bû”

Huda Fexredîn: Malbata te bi Kurdî diaxivî û dibistana Erebî dojeh bû, naxwe çima te biryar da ku bi Erebî binivîsî?

Selîm Berekat: Ti pirtûkên Kurdî li ber destê min nebûn û Kurdiya axaftinê jî nav di min nedida ku ez pê binivîsim. Bi ser de jî Kurdî li Sûriyeyê qedexe bû. Di pirtûkxaneya biçûk a bavê min de tenê du pirtûkên têkildarî Kurdî hebûn, yek wergera Kurdî ya Qesîdet el-Burde (Qesîdeya Ebayê) ya Bûsirî bû, helbesta navdar a Erebî ya sedsala sêzdehan ku pesnê pêxember dide. Pirtûka duyem jî wergera Erebî ya Mem û Zîna Ehmedê Xanî bû, destana Kurdî ya sedsala hevdehan.

Huda Fexredîn: Te di kîjan temenî de dest bi fikirîna li ser nivîsandinê kir? Nivîsa te ya yekem tê bîra te?

Selîm Berekat: Min di pazdeh saliya xwe de hinek helbest nivîsandibûn, di bin bandora helbesta klasîk de. Çirûska afirîneriyê yekem car di hivdeh saliya min de, sala 1968an, bi helbesteke bi navê "Neşîd el-enşad el-huzeyranî" (Sirûda Sirûdên Hezîranê) pê ket. Dema ku ev helbest di rojnameya el-Sewreyê de, li ser nîv rûpelî li gel resmekî hunermendê navdar Nezîr Neb'e hate weşandin, ez hema hema ji kêfan ji ser hişê xwe çûm.

Huda Fexredîn: Rêzikek ji wê helbestê tê bîra te?

Selîm Berekat: Tenê rêza yekem tê bîra min. "Rûyê te yê agirîn, xatûna min, cemed û rim in."

“Çi xewneke reben bû!”

Huda Fexredîn: Tu serdana xwe ya yekem a Şamê çawa bi bîr tînî? Rewş çawa bû?

Selîm Berekat: Şam reva ber bi "cîhana mezin" ve bû. Hemû mijûliyên min ên huner û azadiyê ez ajotim wê derê. Ji bo min, Şam, wekî paytext, dihate wateya hemû nivîskar, rojname, kovar û weşanxaneyên ku min xewna wan didît. Çi xewneke reben bû! Min bajar bi her awayî sist û tepisandî dît. Tirsa ji desthilatê berbiçav bû, xof û panîk di hewayê de hebû. Pêdiviya min bi tundiya azadiyê hebû, lewma piştî sal û nîvekê li Şamê -birîna ku xwîn jê dihat- ez derketim û çûm Beyrûtê.

Dema ku xwîn ji paytextê tê, tê wê wateyê ku tevahiya welêt birîn e û em jî ne tiştek in ji bilî birînên ku li ser piyan dimeşin.

“Ez neçûm derseke tenê jî!”

Huda Fexredîn: Te ew sal û nîv li Şamê çawa derbas kir? Te dixwend an kar dikir? Te çi ji wê serpêhatiyê wergirt?

Selîm Berekat: Diviyabû min li zanîngehê wêjeya Erebî bixwenda lê evîn û dildariya min a ji bo helbestê bû bangewaziya min a rastîn. Min serî hilda û xwe berda nav vexwarin, têkilî û pêşbirkên helbestan û van hemûyan ez ji zanîngehê dûr xistim. Ez neçûm derseke tenê jî!

Paşê derba hişyariyê ya dawî hat, rejîm. Wê demê, her polîsekî li Şamê meqesek di bêrîka xwe de hildigirt û desthilat pê hatibû dayîn ku bi birîna porê xortên ku porê wan wekî dirêjiyeke nebaş dihat dîtin, "jirêderketiyan terbiye bike."

Azadiya ku me xewna wê di helbestê de didît, rastî meqesên sansurê jî dihat. Ji bilî reva ber bi Libnanê, di lêgerîna azadiyê de, ti rêya din nemabû ji min re. Yekem tiştê ku min kir dema ez gihîştim wê derê, ew bû ku min pora xwe heta ser milên xwe dirêj kir.

Tewra wêneyekî min bi Mehmûd Derwîş re jî hebû, pora me her duyan jî dirêj bû. Rojnamevan Semîr el-Sayix sala 1973yan ev wêne li mala Adonîs girtibû. Birayê min ê biçûk wêne deyn kiribû, paşê dema min jê xwest, wî got ku polîsên Sûriyeyê bi ser mala me de girtiye û wan li gel tiştên din ên birayekî me yê mezin ku li dijî rejîmê çalak bû, dest daniye ser wî wêneyî jî. Ew bira û wêne jî winda bûn, careke din nehatin dîtin. Ew hat kuştin, wekî birayekî min ê din ê biçûk jî.

Huda Fexredîn: Te ji bo çûna Beyrûtê amadehî kiribû yan jî reveke bê plan bû? Hevalên te li wir hebûn?

Selîm Berekat: Belê, min ji bo vê koça dawî bi hevalekî xwe yê Sûriyeyî-Ermenî re amadekarî kiribû. Ew çend mehan berî min ji Sûriyeyê derketibû. Wî odeyeke biçûk bi metbexekê ji mirovên ku bi eslê xwe ji herêma Horanê ya Sûriyeyê bûn û li Beyrûtê wekî hemal dixebitîn, bi kirê girtibû. Wî, hevalê min, li nanpêjiyekê karek dîtibû. Dema ku ew bi cih bû, wî peyam ji min re şand û ez jî çûm balê. Ev sala 1971ê bû û ji wê demê ve ez venegeriyame Sûriyeyê.

“Helbesta te ez şaşmaşo kirim”

Huda Fexredîn: Gihîştina te ya Beyrûtê, hevdîtina te ya yekem bi bajêr re tê bîra te? Têkilî yan jî nasên te di qada wêjeyî de hebûn?

Selîm Berekat: Dema ez cara yekê gihîştim Beyrûtê, ez li wê nanpêjiya li Birc Hemûdê, taxa Ermeniyan ku hevalê min lê dijiya, geriyam. Me li xwaringehekê mirîşkeke biraştî xwar û Pepsî vexwar. Tê bîra min bê çi qasî xweş bû, xweşiyeke herî zêde!

Roja din ez çûm serdana ofîsa rojnameya el-Enwarê da ku Semîr el-Sayix bibînim ku ew di desteya redaksiyona kovara Mewaqifê de bû. Me hev nas dikir ji ber ku Mewaqifê helbesta min a bi navê "Qunsul el-etfal" (Konsolosê Zarokan) weşandibû ku min ji Şamê bi posteyê ji wan re şandibû. Dema ku gihîştibû destê wan, Adonîs, ku sernivîskar bû, ji min re nivîsîbû û gotibû, "Helbesta te ez şaşmaşo kirim û ez kêm caran şaşomaşo dibim."

Min Semîr el-Sayix li ofîsa el-Enwarê dît û wî ez birim mala Adonîs. Adonîs, Xalide Seîd û keçên wan, matmayî man. "Wey çi qasî biçûk e!" hemûyan li ser hev digot.

Tekane pêwendiya min a berê bi Mewaqifê re ew helbest bû ku min ji Sûriyeyê ji wan re şandibû. Wan helbesta min nas dikir. Dema ez gihîştim Beyrûtê, ez bi germî pêşwazî kirim.

"Selîm Berekat navek e ku divê bê jiberkirin"

Huda Fexredîn: Dîwana te ya yekem, Kullû daxilin se-yehtifû lîeclî we kullû xaricin eyden (Her kesê têkeve hundir dê bi navê min biqîre û her kesê derkeve jî) destpêkeke bi heytehol bû. Derbarê şert û mercên weşandina vê dîwanê de ji min re bêje. Te helbest kengî nivîsîn? Te bi zanebûn ew bi awayekî diyar rêz kirin?

Selîm Berekat: Dema ku min helbest dinivîsîn, ez li ser nivîsandina pirtûkekê nedifikirîm lê Adonîs israr kir ku ez parçeyên pêwîst bicivînim û bikim dîwanek. Lewma, min bi xwe helbest hilbijartin û bergê wê dîzayn kir. Dîwana min a yekem bi vî awayî çêbû û Mewaqifê ew weşand. Hema hema hemû rojname û kovarên Libnanî pesnê dîwanê da. Hevokeke helbestvan û rexnegir Îsam Mehfûz hîn jî di hişê min de dizengile. Wî nirxandina xwe bi vê rêzê dest pê kiribû, "Selîm Berekat navek e ku divê bê jiberkirin."

“Me her tişt daqurtand lê ez zû hêvîşikestî bûm”

Huda Fexredîn: Gelo tu dikarî ji me re behsa wî helbestvanî yan wê helbestê bikî ku di van xwendinên te yên destpêkê yên helbesta modern de bandora herî kûr li ser te kir?

Selîm Berekat: Kelecana destpêkê, di dawiya salên 1960î de, ji fikra nûjenkirin an jî nûvejînê derket holê ku me, wek serhildêr, hewl dida di helbesta modern de pêk bînin. Min dîwanên helbestan ên ku min ji hevalan deyn dikirin û yên din ên ku min li Navenda Çandî ya Şamê didîtin, dixwendin. Helbestvanên ku me wê demê dixwendin ew bûn ku ji ber kêmasiya kûrbîniya rexneyî, wek "pêşeng" tên binavkirin.

Ew mijara xwendinên me bûn berî ku em rastî çavkaniyên wan, wekî T.S. Eliot û Ezra Pound bên. Min di gotareke ku di sala 1995an de di rojnameya el-Heyatê de hat weşandin li ser vê yekê nivîsî. Ez bawer im navê wê "Helbesta bê Pêşeng" bû.

Nivîs û ceribandinên me ji ber balpêdana me ya kûr an belkî jî heyraniya me ya ji bo rêbazên fikrî yên curbicur ên wekî Sûrrealîzm, Sembolîzm, Dadaîzm, Romantîzmê... derketin holê. Me her tişt daqurtand.

Lê belê ez zûtirkê ji îdiayên nûjenkirinê yên tevgera modernîst a Erebî hêvîşikestî bûm. Lîstika tef'îleyê (tafʿilah), ceribandinên bi şikandina rêzikan û devjêberdana hin bend û qeydên weznî gavên hêsan bûn. Meydana rast a dahênanê ji wê pir zêdetir dixwest. Kûrahiya dilkêş a vê projeya modernîzekirinê li cihekî din bû, di berhemên helbestvanên Amerîkayî û her wiha yên Îngilîz, Fransiz, Alman û Spanyol de.

“Ez naxwazim wekî nankorekî xuya bikim”

Huda Fexredîn: Gelo îtiraza te ya li ser rêzbendkirina helbestvanên tevgera modernîst a destpêkê ya Erebî wekî "pêşeng", ji ber vedîtina te ya bandorên biyanî ye? Qey ev yek rola wan a pêşengtiyê di helbesta Erebî de înkar dike?

Selîm Berekat: Ez naxwazim bi înkarkirina hewldan an jî rola pêşengtiyê ya hinek helbestvanan di helbesta Erebî ya modern de wekî nankorekî xuya bikim. Di nav nifşê destpêkê de hem helbestvanên "pêşeng" ên bi gavên dudil hene, hem jî helbestvanên ku hîn teslîmî rêbazên kevn bûn. Wergerên helbestan ên ji zimanên din ku di destpêka sedsala bîstan de hatin kirin, eşkere kirin ku modernîstên me ne xwedî proje yan bînahiyeke hevgirtî bûn.

Huda Fexredîn: Kî bûn ew helbestvanên modern ku di destpêkê de bala te kişand?

Selîm Berekat: Di destpêkê de helbestvanê Îraqî Bedir Şakir el-Seyyab bala min kişand. Mixabin, jiyan û nivîskariya wî kurt bû. Di dawiyê de, bala min çû ser berhemên Adonîs, Xelîl Hawî û tewra Nîzar Qebanî jî.

Huda Fexredîn: Adonîs di destpêkê de piştgirî da te û bandorek li ser berhemên te yên destpêkê kir. Tu têkiliya xwe bi wî yan berhema wî re çawa dibînî?

Selîm Berekat: Dema ez ciwan bûm, ez bi Adonîs matmayî bûm lê paşê helbest û nêzîkatiya wî li ber çavê min pir "hêsan" hatin.

Huda Fexredîn: Mebesta te ji "hêsan" li vir çi ye?

Selîm Berekat: Ez hêsaniyê di nivîsandinê de wekî paşguhxistina şiyanên rexneyî yên xwêner pênase dikim. Dema ku nivîskar berî parvekirina berhema xwe, îhmalkariyê di nirxandina duristiya xwe ya helbestî de dike, ev yek diqewime. Dibe ku ev paşguhxistin ji quretiyê yan jî ji wê tezê derkeve ku ziman û xeyala wî bes in û bê guman dê tiştekî hilberînin ku xwêner dê qebûl bikin û belkî spasdar jî bin. Mebesta min ji hêsaniya di nivîsandinê de ev e. Ango dema helbestvan bi baweriya ji nav û dengê xwe yan jî garantiya ku berê li cem xwênerên xwe hene, bêyî xof û fikar dinivîsin.

Huda Fexredîn: Gelo zehmetî yan jî nezelalî berevajiya vê hêsaniya ku tu wesif dikî ye? Ez piştrast im tu haydar î ku nivîsandina te gelek caran wekî zehmet tê binavkirin. Gelo tu vê yekê bi qestî dikî?

Selîm Berekat: Nexêr, armanca min ne ew e ku ez zehmet bim an jî bi qestî li aloziyê bigerim lê belê xeyala min, têkiliya min bi min re -çi zelal be çi nezelal- û vedîtin an jî lêpirsîna min a zimên, dibe ku dema di nivîsekê de digihîjin hev, hesteke aloziyê biafirînin. Haya min ji vê yekê heye. Ez dudilî nabim ku ziman ber bi wan form an şêwedanan ve bidehifînim ku tiştekî berê di hundirê wî (ziman) de bicihkirî yan jî razayî eşkere dikin. Mafê min e ku ez ziman heta sînorên wî vezilînim. Her afirandin pêkhateyeke aloz e û tiştek ji şaneya hêsan -koka hemû afirandinan- tevlihevtir û aloztir nîne.

“Helbest yekpare ye”

Huda Fexredîn: Di dîwana xwe ya yekem de, te ceribandinên bi wezn û qafiyeyê kirin. Te di wê pirtûka yekem de dixwest ji aliyê formê ve bigihîjî çi?

Selîm Berekat: Axaftina li ser formê bi tenê, parçekirina ruhê helbestê bi awayekî tund û bêserûber e. Helbest yekpare ye, temamiyek e.

Huda Fexredîn: Baş e, belkî ne form lê binyad. Eşkere ye ku tu bi binyad û sêwiranê ve mijûl î.

Selîm Berekat: Helbest avahiyek e ku ez hewl didim li ser bingeheke kûr ava bikim û her ku diçe li ser berfireh dikim, pir dişibe zêdekirina pêvekên giran li katedralekê, bêyî tirsa ji hilweşînê.

“Xeyaleke nepêkan e lê ez dev jê bernadim”

Huda Fexredîn: Ez bala xwe didim van katedralên te, helbestên dirêj ên wekî mînak Sûriye û Hemû Derî. Tu binyada wan çawa datînî?

Selîm Berekat: Ez meyldarê helbestên dirêj im. Xwestekeke min heye ku tevahiya gerdûnê, hemû bi yekcarî, bigirim. Ez dizanim ku ew ji bo nivîsekê xeyaleke nepêkan e lê ez dev jê bernadim. Ez ê hewldana xwe bidomînim. Di romanan de û her wiha di helbestan de, dixwazim her yek ji wan bibe sêwiraneke bi hosteyî, erê, mîna katedralekê. Hem di helbestê de hem jî di pexşanê de, ez xwe bi mîmariyeke hişk ve girê didim, bê tawîz. Ez xwênerên xwe baş nas dikim. Ew zîrek in. Ez nikarim wan bixapînim.

“Bavekî min heye ku di rastiyê de ne bavê kesî ye”

Huda Fexredîn: Tu rijdbûnê nîşan didî ku di nivîsandinê de bav an pêşiyên te nînin. Ez bawer nakim ev yek mimkun be, nemaze ku tu xwênerêkî têrnebûyî yî. Vêca, çima tu li ber xwe didî ku projeya xwe ya helbestî di çarçoveyeke berfirehtir an jî mîrateyeke wisa de bi cih nekî?

Selîm Berekat: Çima ti carî pirs li ser "dêya min di nivîsê de" yan "eşîra min a jinên nivîskar an pêşiyên min ên jin" ji min nayê kirin? Lê ez pirsa te fêm dikim û ez ê te şaşmaşo bikim. Bavekî min heye ku di rastiyê de ne bavê kesî ye. Çi qasî li ser vê nesebê rijdiyê bikim jî ev bav ti carî nabe yê min. Ew di koka xwe de ne bav e. Ez dikarim wî ji bavîtiya wî bê par bikim. Heke bixwazim, dikarim li şûna vê wî bikim kurê xwe...

Bila ez çîrokekê ji te re bibêjim. Ez çar salî bûm dema ku pismamê min cara yekem ez birim sînemayê. Fîlmekî rojavayî (western) bû. Careke din me li fîlmekî tirsê temaşe kir.

“Ez ansîklopediya fîlman im”

Piştî wê, min her rêyeke mimkun bi kar anî da ku pereyan bihêvişînim û biçim sînemayê. Min hewl dida li her fîlmî temaşe bikim. Dema ez çûm Beyrûtê, min fîlmên li welatê min qedexekirî bûn qerebû dikirin û her roj, bêyî îstîsna, diçûm sînemayê. Rojên yekşemê min li sê fîlman temaşe dikir. Ji bilî çend rojan di dema şerê navxweyî de, ez ti carî bêyî temaşekirina fîlmekî nerazam. Ez dudilî nabim ku îdia bikim ku ez "ansîklopediya fîlman" im.

Ez dizanim ku mebesta te ji "bavan" berhemên nivîskarên hoste yên berî min û bandora wan li ser min bû. Ez ji vê fêm dikim. Hefteyekê piştî gihîştina min a Beyrûtê, min li weşanxaneyekê karek dît, pêşî wek serrastkerê nivîsê (copyeditor) û piştî demeke kurt wek edîtor li cem Dar 'Ewde, weşanxaneya navdar ku berhemên berhevkirî yên gelek helbestvanên mezin ên Ereb ên wê demê çap û belav dikir. Vê yekê ez gihandim xezîneyekê. Wekî edîtor, min karîbû bi erzanî pirtûkan ji weşanxaneyên din bikirim.

“Ez birçiyê xwendinê bûm”

Ez mîna kefa deryayê ku her zinarê li peravê bi parçeyekê ji êşa xwe xelat dike, birçiyê xwendinê bûm. Ez ji welatekî hatibûm ku rejîma wî bi awayekî hosteyane di qedexekirinê de, bi rêbazên xwe yên rengîn ên sînordarkirin û sansurê, jêhatî bû. Dîsa jî, pirtûkxaneya ku min li Sûriyeyê li dû xwe hiştibû, her çend ne mezin bû jî, tê de hilbijarteyek ji berhemên bingehîn ên felsefe, şano, wêje û romanên wergerandî yên ronakbîrên navdar û çend dîwanên helbestan hebûn. Di helbestê de, gêwlê min her tim dijwar bûye.

“Hest dikim ku ez deyndarê tiştekî me”

Ez bawer im tiştê ku dê te derbarê "neseba wêjeyî" de şaşwaz bike ku her nivîskarê li ser rûyê erdê bi aîdiyetekê yan jî dilsoziyeke bi eslekî ve girê dide, ew e ku ez bi awayekî kûr xwe girêdayî efsûna sînemayê dibînim. Hest dikim ku ez deyndarê tiştekî me ji sêhra wêneyê livok, dema ku dibe zimanê xwe, dema ku dibe xwediyê qalibên xwe yên helbestî yên yekta.

Ez dizanim ku ew serpêhatiyek e yan belkû rîskek e ku mirov îdia bike ku ji parçeyên dîmen û wêneyan bavekî çêdike lê ez qanih im ku her fîlmekî mezin ê ku min dîtiye, pirek bû ku hiştiye ez derbasî helbestê bibim.

Rê hene ber bi wî tiştî ve ku li derveyî keskesora "kok"an e, rêyên ku rexneya lezgîn di rêzbendiya xwe de têbînî nake. Belkî jî ez aîdî sedsala nozdehan an hejdehan im. Ez wisa hîs dikim.

Vêca, ka tu ji min re bêje, Hudaya delal, kîjan bav bavê min e û kîjan dê dêya min e!

“Min pesnê çavên wê dabû”

Huda Fexredîn: Tu li kû derê rastî hevjîna xwe hatî?

Selîm Berekat: Li Qibrisê. Ez û Cindy li Qibrisê rastî hev hatin. Min pesnê çavên wê dabû û ew vexwendibû şîvê lê wê qebûl nekir. Min çend mehan şûn de careke din hewl da, vê carê qebûl kir. Em niha, piştî sî û pênc salan, hîn jî li ser wê şîvê ne û ez hîn jî heyranê çavên wê yên kesk ên dilkêş im.

“Em di vê malê de eşîreke hevalan in”

Huda Fexredîn: Zimanê ku hûn bi kurê xwe re parve dikin çi ye? Tu hîs dikî ku ew te nas dike? Tu ji vê dûrbûna di navbera dêûbav û zarokan de ditirsî?

Selîm Berekat: Em di vê malê de eşîreke hevalan in. Ran di jiyana xwe de tu carî ji min re negotiye "Bavoa." Ew tenê bi navê min bang li min dike, li ser zimanê wî xwerû. Min ti carî jê nexwestiye yan jî îşaret nekiriye ku dev ji wê peyvê "Baba" berde lê ez kêfxweş im.

Peyva "bav" xîtabeke desthilatdariyê, baviksalarî ye. Ji destpêka xortaniya wî ve, min hewl daye ku bibim hevalê herî nêzîk ê Ran. Di navbera me de duristiyeke tam heye. Ez guh didim wî û ew di rexneyên xwe yên exlaqî û civakî de têgihiştî ye. Cîhaneke wî ya bi serê xwe heye, xwedî şiyan û amûrên ku ti carî li ba min nebûn. Bi futbolê dilîze û pir tê de baş e. Komek hevalên wî hene. Min bi amûrên xwe yên xeratiyê dolabeke darî jê re çêkir da ku hemû kelûpelên xwe yên werzişê tê de hilgire. Kurê min Ran vêga 32 salî ye.

“Biraştina goşt”

Huda Fexredîn: Eşqa te ya ji bo çêkirina xwarinê kengî dest pê kir? Derbarê têkiliya te bi vî cureyê pêkhatinê (kompozîsyonê) re ji min re bipeyive.

Selîm Berekat: Min li Qibrisê dest bi hînbûna çêkirina xwarinê kir. Li Beyrûtê, em li avahiyeke li tenişta xwaringeheke hevalekî min diman, lewma min ji bo xwarinê pişta xwe bi wan girê dabû lê belê, dema em çûn Qibrisê, paytexta giravê bêhtir mîna gundekî bû ku tenê çend xwaringeh lê hebûn û dawiya hefteyê her der dihat girtin. Min dest bi amadekirina xwarinên hêsan kir û gelek goşt dibiraşt. Tewra piştî ku em hatin Swêdê jî, kêfa min ji biraştina goşt re dihat. Ez hîn jî hema hema her hefteyekê yan du hefteyan carekê û li seranserê salê vê yekê dikim. Li pêşiya malê holikeke min heye ku ez tê de tûrikên komirê û amûrên biraştinê datînim. Her weha seta min a amûrên xeratiyê li gel hin sîtilên boyaxê û firçeyan heye, da ku heke hewce bike ez karibim malê boyax bikim an jî wek xeratê destkar bixebitim.

Huda Fexredîn: Derbarê pêvajoya xwe ya nivîsandinê de hinekî din ji min re bibêje. Rîtuelên te yên nivîsandinê hene?

Selîm Berekat: Nexêr, rîtuelên min ên nivîsandinê yên taybet an jî rûtîneke nivîsandinê ya birêkûpêk nînin. Ji bo min, vexwarineke xurt bes e ku dilbijîna peyvan veke, ji bo daqurtandina dîmenan û çêjwergirtina wateyan.

“Ez poşman im”

Huda Fexredîn: Di peyamguhastinên me de, te hemû bersivên xwe bi destxetê nivîsîn. Tu her tim bi vî awayî, bi destan dinivîsî? Çima tu rêyên din ên nivîsandinê yên ku dibe ku praktîktir bin, bi kar nayînî?

Selîm Berekat: Ez mikur têm, Huda, ku ez poşman im ji ber berxwedana xwe ya serhişk û bi qestî li hemberî nivîsandina li ser makîneyê. Dê gelek dem û ked ji min re bihêvişanda. Lê belê ti feydeya sekinîna li ber poşmaniyan nîne, niha êdî pir dereng e.

Huda Fexredîn: Tu çi qas wextê xwe li ser serrastkirinan derbas dikî?

Selîm Berekat: Ez danê nîvro bi qelema risas dinivîsim, êvarê bi pênûsê paqij dinivîsim. Bi gelemperî, tiştê ku dinivîsim zêde serrastkirin jê re ne lazim e.

Huda Fexredîn: Gelo ev yek di navbera helbest û romanan de diguhere?

Selîm Berekat: Ji bilî dirêjahiyê, ji bo min ti ferq di navbera helbest û romanê de nîne.

“Kes dest nade nivîsên min”

Huda Fexredîn: Gelo weşangerên te destwerdanê di nivîsê de dikin? Heke pêşniyaran bikin, tu li ber çavan digirî?

Selîm Berekat: Ji pirtûka yekem û vir ve, ti weşangerî ti carî destwerdan di nivîsa min de nekiriye. Kesî pêşniyar nekiriye. Tewra bergên pirtûkan jî, ez bi xwe hemûyan dîzayn dikim.

Huda Fexredîn: Tu derbarê reşnivîsên xwe de bi kesî re dişêwirî û nêrînên wan li ber çavan digirî?

Selîm Berekat: Tenêtîya min şêwirmenda min a tekane ye. Ez pê re dişêwirim û li gor şîretên wê tevdigerim.

“Ez pêşî dinivîsim paşê xewnan dibînim”

Huda Fexredîn: Nivîseke ku tu hîn jî xewna nivîsandina wê dibînî heye?

Selîm Berekat: Na, nivîseke taybet di hişê min de nîne ku ez xewna wê bibînim. Ez pêşî dinivîsim paşê xewnan dibînim. Ez xewna lehengên xwe dibînim dema ku ji romana min derdikevin, di cîhanên xwe de li pey xewnên xwe dikevin. Derbarê helbestê de... nivîsandina helbestê avjenîkirina di nav teqîna gerdûnê de ye.

Huda Fexredîn: Tiştek heye ku tu hîn li benda wî yî?

Selîm Berekat: Jiyan ji bilî bendewariyê çi ye û em aferîdeyên wê ne, ewên ku li bendê dimînin û ewên ku li hêviya wan tê mayîn.

Destxeta min berê xweş bû. Niha destê min hinekî dilerize.

Selîm Berekat li Beyrûtê ye / 1980

Huda Fexredîn

Huda J. Fexredîn akademîsyen, wergêr, nivîskar û çalakvaneke siyasî ya Libnanî-Amerîkî ye. Ew bi xebatên xwe yên li ser wêjeya Erebî ya modern, bi taybetî jî helbesta Erebî, tê naskirin. Ew niha Doçenta Wêjeya Erebî li Zanîngeha Pennsylvaniayê ye.

Ji bilî xebatên xwe yên akademîk, ew bi çalakvaniya xwe ya siyasî, nemaze di derbarê pevçûna Îsraîl-Filistînê de jî navdar e. Fexredîn li Libnanê ji dayîk bûye û mezin bûye.

Lîsans û mastera xwe di Wêjeya Îngilîzî de ji Zanîngeha Amerîkî ya Beyrûtê wergirtiye û sala 2011an doktoraya xwe jî li Zanîngeha Indianayê (Bloomington) temam kiriye.

Huda li Zanîngeha Pennsylvaniayê wek Doçenta Wêjeya Erebî kar dike. Wê çend pirtûk nivîsandine, di nav de Metapoesis in the Arabic Tradition (Metapoetîka di Kevnetoriya Erebî de) û The Arabic Prose Poem (Helbesta Pexşanî ya Erebî). Her wiha edîtora The Routledge Handbook of Arabic Poetry (Destnameya Routledge ya Helbesta Erebî) ye û di gelek kovar û saziyên wêjeyî yên girîng de kar dike.

Di warê wergerê de, berhemên bavê xwe, helbestvan Cewdet Fexredîn û her wiha yên Selîm Berekat wergerandine Îngilîzî. Wergerên wê di kovarên wekî Banipal, World Literature Today, û ArabLit Quarterly de hatine weşandin.

Têbînî:

[1] "Ji Kurdan re ji bayê pê ve tiştek nîne" helbesteke ku Mehmûd Derwîş diyarî Selîm Berekat kiriye. Li Mehmûd Derwîş La te'tezir 'emma fe'elt [Lêborînê nexwaze ji bo tiştê te kir], Beyrût: Weşanxaneya Riad El-Reyyes, 2004 binêre.

[2] Ji pirtûka Huda Fexredîn, The Arabic Prose Poem: Poetic Theory and Practice, Edinburgh UP, 2021, hatiye wergirtin û adaptekirin.

[3] Berekat, El-Dîwan 2 (Şam: Dar el-Meda, 2017). Piraniya van nivîsên pesnê ji hejmareke taybet a kovara Hecelname ya derbarê Selîm Berekat de hatine wergirtin: Hecelname 11-12 (2007), r. 181-223.

[4] Derwîş, Mehmûd. Memory for Forgetfulness (Bîranînek ji bo Jibîrkirinê), werg. Ibrahim Muhawi (Los Angeles: University of California Press, 2013), r. 78-9.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst