Hejmara duyemîn a kovara muzîkê Ziryab derket

04-03-2019
RÛDAW
Nîşan Ciwan Haco Abbas Ahmed Mizgîn Tahîr Sakîna Teyna Jan Axîn Erdogan Emir Zeyneb Yaş Koçhan Flower Besime Şen Selahattin Demirtaş Ziryab
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara duyemîn a kovara muzîkê Ziryab derket. Di bergê hejmara nû de Ciwan Haco heye.

 

Di hejmara nû de bi Ciwan Haco, Abbas Ahmed, Mizgîn Tahîr, Sakîna Teyna, Jan Axîn, Erdogan Emir û lêkolîner Zeyneb Yaş  re hevpeyvîn hatine kirin.

 

Gunay Koçhan Flower, Besime Şen û Selahattin Demirtaş di mijara siyaset û muzîkê de bi nivîsên xwe cih digrin.

 

Di kovarê de ji bilî hevpeyvînan gotar, danasîn, portre, nûçeyên muzîkê, albûmên bijarte û playlîst hene.

 

Hêjayî gotinê ye ku desteya weşanê ya Ziryabê ji Gokçe Selîm, Serhat Temel, Harûn Elkî, Ozan Irmak û Yûnis Das pêk tê û edîtoriya kovarê jî Mevlut Oguz dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst