Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend Ciwan Haco pîrozbahî li Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê kir û got, “Efrîn, Hisîça heta bigihê Dêrikê ew cografyaya Kurdistanê ye. Xerbê Feratê û Şerqê Feratê me eleqedar nakin.”
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan doh li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.
Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Ciwan Haco li ser lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Hunermend Ciwan Haco got:
“Ez gelekî baş dibînim, ez li Rojavayê Kurdistanê pîroz dikim û li xelkê Rojavayê Kurdistanê û li her çar parçeyan pîroz dikim. Tiştekî bi rastî zor girîng bû ew tiştê ku rû da.
Her dem wekî Kurdekî me dixwest ku Kurd tifaqê bikin, yekîtiya xwe, yekrêziya xwe û yekhelwesta xwe xurt bikin. Bi rastî tiştekî gelekî girîng dibînim û li miletê Kurd pîroz dikim.”
“Efrîn, Hisîça heta bigihê Dêrikê ew cografyaya Kurdistanê ye”
Hunermend Ciwan Haco bal kişand ser dabeşbûna Rojavayê Kurdistanê û anî ziman:
“Wekî Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê, meseleya me divê cografyaya Kurdistanê were diyarkirin, cografyayeke Kurdistan heye.
Îro Efrîn, Hisîça heta bigihê Dêrikê ew cografyaya Kurdistanê ye, ev Kurdistan e.
Divê Kurd girîngiyê bidin vê. Yanî herine Şamê cografyaya Kurdistanê were diyarkirin.
Xerbê Feratê (Rojavayê Feratê) û Şerqê Feratê (Rojhilatê Feratê) me eleqedar nakin heyran, eleqeya min pê nîne wekî însanekî Kurd.
Ev ne nerîna min tenê ye, însanên Kurd hemû wilo difikirin, yanî cografyayeke me heye.”
Ciwan Haco qala girîngiya çareseriya Pirsgirêka Kurdan a bi bingeha neteweyî kir û da zanîn:
“Meseleya me divê li ser bingeheke neteweyî çareser bibe. Em çi qasî xwe xweşik bikin, di çavên dijmin de em xweşik nabin.
Meseleya me neteweyî ye, Kurdistaneke me heye li wir, parçeyeke girîng a Kurdistanê ye, li ser vî esasî divê were çarserkirin.”
“Divê Ereb werin vegerandin”
Haco her wiha da zanîn, divê Erebên hawirdeyên ku bi polîtîkaya malbata Esedan a Zinara Erebiyê li Rojavayê Kurdistanê hatine bicihkirin werin vegerandin û got:
“Meseleyeke gelekî girîng heye, dibe ku wext nebe jî lê dixwazim bêjim, Zinara Erebî hatiye çêkirin, Ereb anîne Rojavayê Kurdistanê.
Hejmara wan belkî niha bûye 800 hezar, belkî milyonek jî be. Gelek neheqî li miletê Kurd bûye li wir, gelek Kurd erdên wan ji wan hatin standin û dan Ereban.
Divê ev mesele werine çareserkirin, girîng in ev mesele ji bo me Kurdan.
Divê erdên Kurdan li wan werin vegerandin û ew Erebên ku hatine jî mecbûrî hatine feqîran. Tiştekî me li dîjî wan nîne.
Divê ev vegerine ser erdên xwe, Reqa û Dêrezor ku ji hatibin bila vegerine erdên xwe.”
“Ji xeynî tifaqa Kurdan ti rê li ber me nînin”
Ciwan Haco di dawiya axaftina xwe de qala girîngiya çûyîna şandeyeke Kurdan a Şamê jî kir û wiha pê de çû:
“Kurd divê yek bin, ji xeynî tifaq û yekhelwestiya Kurdan ti rê li ber me nînin.
Bi wê hêza Kurdan a dê çêbibe em herine Şamê û wekî netewe û cografya daxwaza heqê xwe bikin. Divê ev mesele werine diyarkirin.
Miletê Kurd guneh e bi rastî, ev qas şehîd dan, xizmet kirin, kar û xebat kirin, li ber xwe dan. Yanî yek dixwaze ku miletê Kurd û wî parçeyê jî bike heqê xwe.”
Gelek partî û rêxistinên Kurdan peyamên piştgiriyê ji konferansê re şandin.
Encamname ji aliyê Endama Lijneya Serokatiyê ya PYDyê Fewza Yûsifê û Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl ve hat xwendin.
Li gorî encamnameyê, “Biryar hatiye dayîn ku şandeyeke hevbeş di dema herî nêzîk de were pêkanîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse