Enstîtuya Kurdî ya Lozanê îro vedibe

04-05-2025
RÛDAW
Nîşan Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Ragihandin Danasîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Resepsiyona ragihandina Enstîtuya Kurdî ya Lozanê îro bi saeta Ewropayê li navbera 15:00-18.00an pêk tê.

Gelek nivîskar, akademisyen, nûnerên siyasî û nûnerên saziyên Diyasporayê beşdar dibin.

Deklarasyona Enstîtuya Kurdî ya Lozanê dê bi Kurdî û Fransî were xwendin.

Em dê piştî ragihandina Enstîtuyê deklarasyona bi Kurdî bi xwênerên xwe re parve bikin.

Di resepsiyonê de bi pêşkêşkirina Şivan Perwer dê sînevîzyonek were nîşandan û Gilbert Favreya hevjîna Nûredîn Zaza dê axaftinekê bike.

Navnîşana Enstîtuya Kurdî ya Lozanê ev e: “Hotel De l'ours, Rue du Bugnon 2, 1005 Lausanne”

“Bi hêviya avakirina siberojeke ronak”

Li ser vexwendnameyê wiha hatiye nivîsîn:

“Em bi kêfxweşî bi we re parve dikin ku Enstîtuya Kurdî ya Lozanê deriyê xwe vedike.

Bi vê sedemê em we vedixwînin resepsiyona ragihandin û danasînê.

Beşdarî û piştgiriya we ji bo me pir watedar e.

Bi hêviya avakirina siberojeke ronak bi hevkariyê.”

Vexwendnameya Enstîtuya Kurdî ya Lozanê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst