Jiyana Mele Mistefa Barzanî bû roman: Şerê Dawî yê General

04-06-2025
RÛDAW
Nîşan Şerê Dawî yê Genera Jan Dost Weşanên Dozê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - "Şerê Dawî yê General" ku romana dawî ya nivîskarê navdar Jan Dost e, ji hêla Weşanên DOZê ve hatiye çapkirin.

Romana ku qala jiyan û têkoşîna rêberê Kurd Mele Mistefa Barzanî dike, ji 362 rûpelan pêk tê û edîtoriya vê berehemê jî Engîn Olmez kiriye.

Ev belge-romana dîrokî ku li ser têkoşîna General Mele Mistefa Barzanî radiweste di heman demê de bi zimanê Erebî jî li Beyrutê hatiye çapkirin.

Ev beşek ji  ji rûpela 170 a romanê ye:

“Ji me re gotin niha em di nav axa Tirkiyeyê de ne. Çiya her yek bûn, gelî yek bûn, ziman yek bû li her du aliyan, lê li vî alî nav Iraq bû û li Bakur nav Tirkiye bû. Çiyayên me bûn û xelk jî yê me bû. Lê wekî ku dibêjin malê li malxwê heram be li me hatibû. Em bi tirs li ser axa welatê xwe tevdigeriyan. Li vî alî neyar, li wî alî neyar û li pêşiya me jî neyar.”

Herwiha Weşanên DOZê di piştberga romanê de wiha nivîsiye:

“Generalekî li ber sekeratê, di xewn û xeyalên xwe de, hespê bîranînên xwe bi çargavî diajo ser xwezî, şerên dij navxwe-derveyî, koçberî, xiyanetên, zilm û serhildanan û xwîneran dike şirîkê têkçûn û serkeftinan.

Ev roman têkoşîna bênavber a Generalî, xewna wî ya ji bo azadiya Kurdistanê û qêrîna hêviyên wî yên natemam e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst