Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda Kurd a ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, Rûken Ekaş albumeke nû ya stranan belav kir.
Albûma Rûken Ekaş ji 8 trakan ango stranan pêk tê, 4 jê neteweyî, 1 denbêjî û 3 stran evîndarî ne.
Rûken ji malbatekê ye ku piraniya endamên wê hunermend in, ku hemû di nav komên mûzîk û stranan de ne. Herwiha Rûken, ji zaroktiya xwe ve, di helkeftên neteweyî de beşdar dibû, ji wan jî rojên Cejna Newrozê.
Vê hunermenda kurd diyar kir, ku wê ji mêj ve dixwest ku albûmeke wê ya taybet hebe, lê ji ber gelek sedeman ev xwestek û hêviya wê dereng ket,.
Xûşkek û pênc birayên Rûkena hunermend hene. Ew jî Ibrahîm, Ferhad, Hesen, Cengîz û Ehmed Ekaş in.
Hunermenda kurd dibêje ku wê gelek zehmetî dît heta ku ev albûma xwe tomar kir, û hêvî dike ku ragihandinên kurdî û gelê Kurd piştgiriya belavbûna vê berhema wê bikin.
Berê dema ku li Helebê dijiyan, mala wan mala civîn û hevdîtinên hunermendan bû.
Rûken Ekaş ji Rûdawê re dibêje, wê stranên xwe bi şêwezarekî pêşkêş kirine ku bi hêsanî xelk tê bigihêjin, herwiha bi awayekî ku ji warê xwecihî û lokalî derkevin warekî Kurdistanî, ji ber ku arezûya Rûkenê ew e ku dengê wê bigihêje Kurdan li her deverê ku lê bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse