Efrîn: Îstixbarata Tirkiyeyê 2 welatiyên Kurd girtin

05-01-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Kurd Girtin Çekdarên Emşatê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi hinceta ku "pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re heye" 2 Kurd ji aliyê îstixbarata Tirkiyeyê ve hatin girtin.

Li gundewarê Efrînê, Îstixbaratê Tirkiyeyê 2 welatiyên Kurd bi hinceta pêwendiya li gel Rêveberiya Xweser girtin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), welatiyekî Kurd ê 50 salî ku ji bakurê Helebê vegeriyabû ser mal û milkên xwe, doh li gundê Xidreyayê yê navçeya Bilbilê bi hinceta pêwendiya wî bi Rêveberiya Xweser re heye hat girtin.

Ji bo berdana welatiyê Kurd ê 50 salî 3 hezar û 500 dolar ji malbata wî xwestin.

Herwiha welatiyekî Kurd ê 40 salî bi heman hincetê li navçeya Cindirêsê hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Li aliyê din, 1ê Kanûna Paşîna 2024an li gundê Merwaniyeyê yê navçeya Şiyê, çekdarên grûpa Silêman Şahê ku wekî grûpa Emşatê jî tê naskirin, hezar dolar bac li welatiyekî Kurd sepand.

Ji ber ku welatiyê Kurd nikaribûye wî pereyî bide, çekdarên Emşatê ew girt û heta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst