کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Afîşa lîstikê / Wêne: Rûdaw Grafîk

Afîşa lîstikê / Wêne: Rûdaw Grafîk

Çand û Huner

Şanoya li ser jiyana Eyşe Şanê li Stenbolê tê nîşandan

Necmî Orta

Necmî Orta

07-03-2025
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Necmî Orta
Necmî Orta07-03-2025

Nûçeyên Têkildar

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt
Çand û Huner18-11-2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt
Çand û Huner17-11-2026

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir
Çand û Huner16-11-2026

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Sehneya Boa Kadikoyê dê şanoya xwe ya li ser jiyana hunermenda Kurd Eyşe Şanê li Stenbolê nîşan bide.

Lîstik dê 12ê Adarê (çarşem) saet 20:30î bi navê "Ez Eyşe Şan" derkeve pêşberî şanohezan.

Senaryoya lîstikê ji aliyê Mîrza Metîn ve hatiye nivîsandin û rola Eyşe Şan ji aliyê hunermend Berfîn Zenderlîogluyê ve tê lîstin.

Bi rêya vê dê çîroka mîraseke muzîkî û berxwedanê pêşkêşî temaşevanan were kirin.

Kurteya şanoyê

"Ez Eyşe Şan" çîroka jiyana hunermenda navdar a Kurd Eyşe Şanê tîne zimên ku li dûv reng û şopa deng û muzîkê çûye.

Ev çîrok bi rêya performansê tê ser dika şanoyê û mîrasa muzîkî ya ku Eyşe Şanê ji bo nifşên piştî xwe hiştiye û rêwîtiya jiyana wê bi rêya vehûnaneke dramatîk nîşanî hunerdostan dide.

Şano, çîrokeke bibîranîn û berxwedanê pêşkêşî hemû jinan dike ku hewl didin dengê xwe di valahiya straneke winda de bibihîzin.

Agahiyên din ên li ser şanoyê ev in:

Dîzayna ronahiyê: Erhan Mîr

Kostum: Hîlal Polat

Asîstan: Evîn Acar

Wergera jornivîsan: Silêman Akkuş

Efekt: Utku Guçoglu

Divê were gotin ku şano dê 8ê Nîsanê (sêşem) dîsa li heman şanoyê ji nû ve were nîşandan.

Ji bo agahiyên li ser jiyana Eyşe Şanê, rapora hevkarê me Omer Sonmez a bi navê “Rûdawê li bajarê Îzmîrê da pey şopa Dengbêj Eyşe Şan” bixwînin.

Pirsên