LÊKOLÎN - Wêneyên nû yên Simkoyê Şikak û malbata wî hatin dîtin

09-08-2025
Serif Ozberk
Serif Ozberk @siyarberazi
Nîşan Simkoyê Şikak Ugur Adsiz Nikolay Terletski
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkoler û nivîskar Ugur Adsiz gihişt wêneyên nû yên Simkoyê Şikak û malbata wî û her wiha pirtûkeke Nikolay Terletskiyê ku tê de behsa Simkoyê Şikak dike bi dest xist.

Ugur Adsizê ku li ser Kurdên diyasporayê xebatan dike, di encama lêkolînên xwe yên di arşîvên serdema Sovyetê û beriya wê de, gihişt wêneyên ku heta niha nehatine dîtin ên Rêberê Kurd Simkoyê Şikak û malbata wî.

Adsiz her wiha çend nusxeyên kêmpeyda yên Nikolay Terletski jî dîtin ku tê de behsa hevdîtina xwe ya bi Simkoyê Şikak re dike.

Ugur Adsiz li ser dîtinên xwe yên nû û kesayeta Simkoyê Şikak ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Adsiz diyar kir ku nav û dengê Simko ji Kurdistanê derbas bûye û li tevahiya herêmê belav bûye û got:

“Simko Axa bi taybetî di hemû rojnameyên ku li Qefqasyayê hatine çapkirin de cih girtiye û gelek caran serdan lê hatine kirin.

Di rojnameya bi navê “Kavkaz” de jê re ‘Eyloyê Kotorê Îsmaîl Axa Simko’ hatiye gotin.”

Lêkolerê Kurd Ugur Adsiz da zanîn ku Simkoyê Şikak ne tenê bi wêrekbûna xwe her wiha bi dilovaniya xwe û wekî bavekî baş jî dihat naskirin û gelekî ji keçên xwe hez dikir û anî ziman:

“Ew hem dîndar bû û hem jî meraqdarê çanda Ewropa û Rûsyayê bû.”

Simkoyê Şikak bi çavê Rûsan

Ugur Adsiz behsa nivîsa gerokê Rûs Nikolay Terletskî kir û got:

“Nikolay Terletski dema behsa Simkoyê ku li Kotorê çûye serdana wî û şevekê bûye mêvanê wî dike, diyar dike ku heta wê demê li vê cografyayê rastî fermandar û rêberekî xwedî wesfên wisa nehatiye.

Wekî ku em fêm dikin, Terletskî seyahata xwe bê wergêr dike. Terletskî bi Rûsî, Azerî, Farisî û Kurdî dizanî.”

Adsiz destnîşan kir ku Terletski ferhengeke Azerî-Rûsî-Kurdî jî amade kiriye û di dema serdana xwe de di nava çekên Simkoyê Şikak de Mavzereke Rûsî û “Xencera Kurdî ya Şeytankuj” dîtiye.

Li gorî nivîsên Terletski, Simkoyê Şikak li ser çekên xwe wiha gotiye:

“Em hîn jî xenceran hildigirin lê ev hinekî ji bo xemlê ye. Êdî hemû hêz di mavzeran de ye.

300 zilamên min ên bi çekên pêncguleyî yên Rûsî (mavzer) hene û di rewşeke awarte de ez dikarim wan bikim 600.

Wan kesan mirin daye ber çavên xwe û dê fermanên min bi cih bînin.”

Terletskî piştî hevdîtina bi Simko re wiha dinivîse:

“Min dît ku Kurd eger bixwazin dikarin gelek tiştan bi ser bixin.

Divê ez bibêjim ku di nava hemû Kurdên ku min heta niha dîtine de, Kurdên Simko bandora herî erênî li ser min hiştin.

Hem ji aliyê ruhî û hem jî ji aliyê çekdarî ve şervanên rastî ne.”

Ugur Adsiz her wiha qala hevaltiya nivîskarê Gurcî Mikheil Javakhishvili û Simkoyê Şikak kir û da zanîn:

“Simko hespekî navdar ê Kurdî diyarî wî dike.

Javakhishvili navê Hespê Hesinî li wî hespî dike.

Javakhishvili di nivîsandina berhema xwe ya bi navê Lambalo û Kaşa de ji Simko îlhamê digire.”

Simkoyê Şikak kî ye?

Îsmaîl Axayê Şikakî (Simko) sala 1887an li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Piştî ku birayê wî yê mezin Cafer Axa sala 1905an li Tebrîzê ji aliyê Îranê ve tê kuştin, ew dibe serokê eşîra Şikakan.

Simko ji bo mafê çarenivîsa gelê Kurd li hemberî Îranê têkoşîneke neteweyî meşand.

Di pêvajoya têkoşîna xwe ya 25 salan de, bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, wî kontrola ji sedî 50yê axa Rojhilatê Kurdistanê bi dest xist û birêvebiriyeke taybet ava kir.

Navendên birêvebiriya wî Keleha Çariyeyê ya li Selmasê û bajarê Urmiyeyê bûn.

Simko li herêmên di bin kontrola xwe de li Keleha Çariyeyê Medreseya Cîhanbanî vekir ku tê de li gel Kurdî û Farisî, dersên Rûsî û Tirkî jî dihatin dayîn.

Her wiha li Urmiyeyê rojnameya Kurdistanê derxist û di navbera bajarên stratejîk de xetên telgrafê ava kir.

Dîroknasê Fransî Chris Kutschera, ji ber xebatên wî yên neteweyî, Simko wekî “Bavê Neteweperweriya Kurdî” bi nav dike.

Simkoyê Şikak di nameyeke xwe de ji berpirsên Îranî re wiha dibêje:

“Dewleta Îranê qebûl bike an neke, Kurd mafê otonomiyê dixwazin.

Ev daxwaza hemû Kurdan e û ji bo gelê me jiyaneke nû ye.”

Piştî têkçûneke leşkerî, Simkoyê Şikak derbasî Başûrê Kurdistanê dibe.

21ê Tîrmeha 1930an li ser vexwendina hikûmeta Îranê ji bo dan û standinan diçe bajarê Şinoyê û di kemîneke ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye danîn de tê şehîdkirin.

Ugur Adsiz kî ye?

Ugur Adsiz li navçeya Goksunê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Ew li ser Kurdên li diyasporayê xebatan dike.

Bi sûdwergirtina ji arşîvên serdema Sovyetê û beriya wê gelek nivîs û gotar nivîsandine.

Pirtûkeke wî ya çapkirî ya bi navê “Kırgızistan Kürtleri/Kurdên Qirxizistanê” heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst