DÎLOK – Lîstika Kurdî ya bi navê ‘Qral û Travîs’ hat astengkirin

10-02-2024
RÛDAW
Nîşan Qral û Travîs Dîlok Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dîlokê lîstika bi navê “Qral û Travîs” bêyî hincet hat betalkirin.

Lîstika “Qral û Travîs” biryar bû 11ê Sibata 2024an li Navenda Çandê ya Muzeya Zeugmayê ya Dîlokê bihata pêşkêşkirin.

Rêveberiya Muzeyê ya Wezareta Çand û Tûrîzmê bêyî ku hincetek nîşan bide lîstika şanoyê betal kir.

“Ji ber ku lîstika me bi Kurdî ye”

Rêveberiya Şano Arê derbarê mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya Şano Arê wiha ye:

“Lîstika me ya bi navê Qral û Travîs ku em li bendê bûn di 11ê Sibatê were lîstin, careke din bêyî hincetek were nîşandan ji aliyê Navenda Çandê ya Muzeya Zeûgmayê ve hat qedexekirin.

Em vê baş dizanin ku ev biryara qedexekirinê ne li dijî lîstika me ne jî li dijî kesayeta me ye, ji ber lîstika me bi kurdî ye. Me ev pêkanîn qebûl nekirin, em dê qebûl nekin.”

“Hûn dê bibêjin ‘Li dijî çand û zimanê kurdî zext û sansur nîne’ ne wisa?”

Derhênerê lîstikê Yakûp Selîmoglû li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got:

“Lîstika me ya bi navê ‘Qral û Travîs’ vê carê jî ji aliyê Muzeya Zeugmayê ya Dîlokê ve ku girêdayî Wezareta Çand û Tûrîzmê ye hat betalkirin.

Pişt re jî hûn dê bibêjin ‘Li dijî çand û zimanê Kurdî zext û sansur nîne’ ne wisa?

Em jî dê ji we re bêjin ‘herin ji wir’.”

Heman lîstik biryar bû 17ê Kanûna Paşînî li Navenda Çandê ya Şaredariya Panosê ya Agiriyê jî hatiba lîstin lê bi biryara qeymeqam hatibû astengkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst