Navenda Nûçeyan – Li welatê Umanê festîvaleke bi navê Xerîf Selale ya salane birêve diçe. Festîval di bernameyeke televîzyonî de tê nîşandan, kesên behredar ên tevlî dibin, bi semaya xwe bala xelkê dikişin.
Li Umanê di çarçoveya Festîvala Xerîf Selale de, nimayîşên semaya klasîkî birêve diçe û dadwer jî biryarê li ser didin. Xelk jî dikare bi rêya nameyan deng li ser semakarên ciwan didin.
Semakar bi xencer û kirasên klasîkî tên ser dika şanoyê, xencerên xwe bi hemahengiyeke guncaw digel mûzîkê liba dikin. Ji vê lîstokê re dibêjin semaya Beraa ya salane de tê kirin.
Ev sema liv û tevgereke aloz ya du kesane ku divê hemahengiyeke temam di navbera wan de hebe.
Semakar Ebdulselam Cabo dibêje: “Ev hunereke kevin e, me ji bav û kalan wergirtiye. Pêwîstiya wê bi xwehildan, kar û berdewamiyê heye, herweha pêdiviya wê bi hêz û leşciwaniyê heye. Semaya Beraa bi du kesan dibe.”
Êvaran û bi awayekî zindî temaşevan dikarin li televizyonan vê nimayîşê bibînin. Dikarin bi rêya nameyan dengên xwe li ser bidin. Du dadwer jî biryarê li ser nimayîşan û xalên ku bidestxistine dide.
Dadwerê semayê Omer Seid jî diyar dike: “Liv û tevgerên Beraa ne hêsan in, dibe ku hinek fikir bikin ku ew tenê xwehilavêtineke. Lê berovajî wê yekê, ew hunereke zehmet e, pêdivî bi leşciwaniyeke baş û nermiyê heye. Em hemû faktoran dinirxînin, hemahengiya semakar digel mûzîkê, hestên wî û heta danûstandina wî bi cemaweran re didin berçav û wisa jimare didin.”
Di çarçoveya vê festîvalê de, kesên ku xalên herî bilind bidest dixin bi xencerekî zêr tên xelatkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse