Îran: Gotûbêjên bi Amerîkayê re dijwar bûn lê sûdmend bûn jî

11-05-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Uman Çekên Atomî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê Îsmaîl Beqaî ragihand ku gotûbêjên atomî yên cara çaran ên bi Amerîkayê re dijwar bûn lê di heman demê de sûdmend bûn jî.

Civîna çaremîn a gotûbêjên di navbera Amerîka û Îranê de li Mesqeta paytexta Umanê hat lidarxistin.

Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê Îsmaîl Beqaî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê de destnîşan kir ku dan û stanên tûra çaran a Îran û Amerîkayê yên li Ummanê, bi dawî bûn.

Îsmaîl Beqaî wiha got, "Dan û standin dijwar bûn lê sûdmend bûn jî ku em pozîsyonên hev baştir fam bikin û ji bo çareserkirina mijarên bi nîqaş, rêyên maqûl û rasteqîne bibînîn.

Cih û dema tûra din a gotûbêjan dê ji aliyê Ummanê bên eşkerekirin."

Berê biryar hatibû dayîn ku civîna çaran a gotûbêjan 3yê vê mehê were lidarxistin lê hatibû bipaşxistin.

Berpirsên Umanê sedema bipaşxistina gotûbêjan bi pirsgirêkeke lojistîkî ve girê didin.

Gotûbêjên her du welatên neyar di demekê de ne ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî destpêka vê mehê ragihand ku uryanyuma di bernameya atomî ya Îranê de gihiştiye ji sedî 60 ku çêkirina çekên atomî hewceyî ji sedî 90 uryanyumê ye.

Pispor hişyariyê didin ku ji bo gihiştina wê rêjeyê, demeke kêm pêwîst e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst