کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Jan Dost û Tozistan, Romana Xendekan / Wêne: Rûdaw Grafîk

Jan Dost û Tozistan, Romana Xendekan / Wêne: Rûdaw Grafîk

Çand û Huner

Jan Dost diçe Amedê: ‘Tozistan, Romana Xendekan’ derket

Serif Ozberk

Serif Ozberk

15-01-2025
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Serif Ozberk
Serif Ozberk15-01-2025

Nûçeyên Têkildar

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt
Çand û Huner18-11-2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt
Çand û Huner17-11-2026

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir
Çand û Huner16-11-2026

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û romannivîsê Kurd ê navdar Jan Dost dê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê romana xwe ya nû “Tozistan, Romana Xendekan” îmze bike.

Romannivîsê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Jan Dost li ser bernameya xwe ya li Amedê pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê bersivandin.

Jan Dost diyar kir ku ew dê roja Şemiyê 18ê Kanûna Paşîn a 2025an li Amedê romana xwe ya nû “Tozistan, Romana Xendekan” îmze kir.

Danasîna pirtûkê dê li Lokala Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) were kirin.

Merasîm danasîn û îmzeyê dê saet 16:00an dest pê bike û heta saet 18:00an bidome.

Romana “Tozistan, Romana Xendekan” a Jan Dost ji aliyê Weşanên Dozê ve hat çapkirin.

Jan Dost destnîşan kir ku wî romana xwe bi Erebî nivîsandiye û wî bixwe wergera wê ya Kurdî kiriye.

Jan Dost ji Rûdawê re diyar kir ku romana wî “Tozistan, Romana Xendekan” behsa “Şerê Xendekan a li Bakurê Kurdistanê” dike û da zanîn:

“Romana min behsa şerê xendekan, xebata Kurdan a li Bakurê welêt, dîroka PKKyê û tevlîbûna keç û xortan a nav refên PKKyê dike.”

Dost da zanîn ku mekanê romana wî Cizîra Botan e û got:

“Lehengê romanê Amed ku nivîskar e rastî gelek şkenceyan hatiye û di dema şerê xendekan de li ser gora Melayê Cizîrî serpêhatiyên xwe dinivîse.”

Her wiha Weşanên Dozê jî li ser hesabê xwe yê Xê roja danasîn û îmzeyê ya pirtûka "Tozistan, Romana Xendekan" ragihand.

📣 Jan Dost li Amedê ye!

📍 Nivîskarê me Jan Dost dê vê şemiyê li Amedê berhemên xwe îmze bike û derbarê romana xwe ya nû Tozistanê de biaxive.

📍 Lokala Cemiyeta Rojnamegeriyê, saet: 14:00 - 16:00 pic.twitter.com/fEsBJBwWr5

— DOZ (@wesanendoz) January 14, 2025

Nivîskar, helbestvan û wergêrê Kurd Jan Dost 12ê Adara 1965an li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Wî li Zanîngeha Helebê beşa Biyolojiyê xwendiye û sala 2000î li Almanyayê bi cih bû ku çend sal in li Hewlêrê dijî û serpereştiya kovara “Kurdistan Bi Erebî/كوردستان بالعربي” dike.

Pirsên