Zanîngeheke Almanyayê bi hinceta ‘siyasîbûnê’ cih neda Mîkaîl Aslan

15-08-2025
Kehî Mehmûd
Nîşan Mikaîl Aslan Berlîn Kobser Zanîngeha Hunerê ya Berlînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Mîkaîl Aslan ragihand ku Zanîngeha Hunerê ya Berlînê bi hinceta "siyasîbûnê" hola konsertê nedaye wî.

Yek ji hunermendê herî bi nav û deng ê Kurdan Mikaîl Aslan li ser cihnedana hola konserê û helwesta Zanîngeha Hunerê ya Berlînê ji Rûdawê re axivî.

Hunermendê Dêrsimî Mikaîl Aslan diyar kir  ku bi salan e li Almanyayê û Ewropayê bi sedan konser li dar xistine û got ku hinceta redkirina daxwaza wî ji aliyê wê zanîngehê ve "nayê qebûlkirin."

Mikaîl Aslan da zanîn ku Nadda Tarabichiya berpirsa hola konseran a Zanîngeha Hunerê ya Berlînê bi rêya emailê ji wî re gotiye:

"Derfet ji bo wan hunermendên ku dubendiyê çêdikin an pêwendiya wan bi aliyekî siyasî re heye, nîne."

“Ev sansur e û nayê qebûlkirin”

Mîkaîl Aslanê hemwelatiyê Almanyayê amaje bi wê yekê kir ku têgeha "polarîzekirinê" li Tirkiyeyê jî wekî amûrekê li dijî hunermendan tê bikaranîn û got:

“Ez nûnertiya mîrateya Kurdî dikim. Ev bersiv sansur e û cihê qebûlkirinê nîne.

Nabe em vê yekê qebûl bikin. Lê em bi tenê nînin, rêxistinên wekî Civaka Kurd a li Almanyayê jî ketin dewrê.

Kêfa min hat ku Rûdawê jî ji Hewlêrê pêwendî bi min re danî.”

Aslan li ser platformên xwe yên medyaya civakî jî nerazîbûna xwe anîbû ziman û gotibû:

"Yên ku di odeyên xwe de cih didin antîsemîtîzmê lê muzîka Kurdî-Kirmanckî qedexe dikin, durû ne.

Gelo stranên li ser evîn, aştî û bedewiya welatê min ê Kurd dikarin polarîze bikin?

Wisa dixuye ku Zanîngeha Hunerê ya Berlînê xwedî li vê nêrîna skandal derdikeve."

Hunermendê Kurd da zanîn ku wî li bajarên din ên Almanyayê li holên herî baş wekî Hola Beethoven a li Stuttgartê konser dane û ji bo holên li Dusseldorf û Hamburgê destûr wergirtiye.

Aslan got ku wî texmîn nedikir ku dê ji zanîngeheke hunerî ya dewletê bersiveke bi vî rengî wergire.

Duzen Tekkal: Divê zanîngeh biryara xwe biguherîne

Rojnameger û Çalakvana Kurd a Êzidî Duzen Tekkal jî li ser heman mijarê li ser hesabê xwe yê Instagramê daxwaz ji zanîngehê kir ku biryara xwe biguherîne û Mîkaîl Aslan wekî "hêmayê derbirîna hunera azad û nasnameya Zazakî-Kurdî" bi nav kir.

Tekkal wiha got, "Eger hunermendek ji bo nirx û nasnameya xwe xwedî derkeve û wekî di vê mînakê de neçar bimîne ku wê biparêze, ev ne tiştekî ji rêzê ye.

Bêguman huner siyasî ye lê ji kengî ve ev tawan e?"

Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo wergirtina helwesta wan, serî li Serokatiya Zanîngeha Hunerê ya Berlînê daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst