Berken Bereh organîzatorên pêşengeha Amedê protesto kirin: Bimire koledarî

16-12-2023
RÛDAW
Nîşan Berken Bereh Pêşengeha Pirtûkan a Amedê Amed Protesto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber ku bernameya Bulent Arinç, bernameya helbestvanê Kurd Berken Bereh hat paşxistin û wî jî nerazîbûn nîşan da.

Li Amedê, bi hevkariya Odeya Pîşesazî Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û Eyûl Fuarcilikê Pêşengeha Pirtûkan bi merasîmeke taybet dest pê kir.

Nêzîkî 120 weşanxane û 350 nivîskar tevlî pêşengehê dibin.

Yek ji wan, Berken Bereh bû ku di roja yekem a pêşengehê de bi xwendevanên xwe re bicive.

Ji ber bernameya Bulent Arinç, bernameya Berken Bereh saetekê hat paşxistin.

Piştre jî ew salona ku bernameya Berken Bereh lê bihata lidarxisitin ji bo bernameyeka din hat terxankirin.

“Stûyê we ji wan re tê xwarê”

Li ser vê yekê Berken Bereh nerazîbûna xwe nîşand û got:

 “Bernameya helbestvanekî ji rêzê, helbestvanekî Kurd bibe an nebe wê çi bibe. Ev heqaret ne li min, li vê çandê hatiye kirin. 

We got bernameya we saet 5an dest pê dike. Çima evqasî hat paşxistin. Ên ku pişta stûyê wan qalind in, stûyê we jî li ber wan tê xwarê.

Ji ber ku em Kurd in, hûn girîngî nadin bernameyê. Ev heqaret e û ez ti kesî bi ser xwe re nabînim. Ev 50 sal e, ez bi vî zimanî dinivîsim.”

Berken Pêşengeha Pirtûkan a Amedê proteso kir û got:

“Ev bêtehmuliya li hemberî ziman û çanda Kurdî, cihê şehmezarî û bêbextiyê ye. Ez bi tundî vê yekê şermezar dikim. Bimre koledarî, em dê biserbikevin.”

Helbestvanê Kurd Berken Beret piştî van gotinan ji salonê derket.

Li ser daxwaza xwendevanên xwe Berken Bereh wekî bertek jî bername li salona têkitinê ya pêşangehê li dar xist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst