Şivan Perwer piştî nîqaşa Mem Ararat û KOM Muzîkê axivî
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer, bi rêya vîdeoyekê ku li ser hesabê xwe yê Xê belav kiriye, rexne li rewşenbîr, hunermend û partiyên siyasî yên Kurdan girtin û got, “Bûne bilbilên Tirkî.”
Şivan Perwer anî zimên ku divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin û dev ji xizmetkirina dewletên din berdin.
Perwer di destpêka vîdeoya xwe de bal kişand ser girîngiya tenduristiyê û têkiliya mirov û xwezayê.
Perwer diyar kir ku gelê Kurd gelekî parçe bûye û ev yek zerereke mezin dide pêşeroja Kurdan.
"Ji bo dewletên din bilbiliyê mekin"
Hunermendê Kurd destnîşan kir ku li cîhanê rewşenbîr û hunermendên her neteweyekê xizmetê ji welatê xwe re dikin lê beşek ji rewşenbîr û hunermendên Kurd vê yekê nakin.
Şivan Perwer di axaftina xwe de got, "Rewşenbîrên Kurdan, hunermendên Kurdan xizmetê ji gelê xwe û Kurdistana xwe re nakin. Ew ji bo dewletên din, ji bo Tirkan, Ereban û Farisan bilbiliyê dikin."
Perwer eşkere kir ku ew ji vê rewşê gelekî dilgiran e û bangî rewşenbîran kir ku li ziman, çand û neteweya xwe xwedî derkevin.
"Kurdistan an neman"
Şivan Perwer di beşeke din a axaftina xwe de, qala serkirde û pêşengên dîrokî yên Kurdan kir.
Wî navên Ehmedê Xanî, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed û Mela Mistefa Barzanî bi bîr anîn.
Perwer li pey çû û got ku ev serkirde şehîdên hemû Kurdistanê ne û divê Kurd li dora nirxên xwe yên hevbeş bicivin.
Şivan Perwer gotina navdar a Mela Mistefa Barzanî bi bîr xist û diyar kir, "Gotina 'Kurdistan an neman' ji bo min gotineke pîroz e. Eger Kurdistan nebe, em Kurd jî dê tune bibin."
Bangî partiyên siyasî kir
Hunermendê navdar rexne li aliyên siyasî yên Kurdistanê jî girtin û xwest ku ew dawî li dubendiyê bînin.
Şivan Perwer anî zimên ku Kurd hîn ne dewlet in û saziyên wan ên bihêz tunin.
Wî destnîşan kir, "Em ne dewlet in, em ne komar in. Em parçebûyî ne. Divê partiyên me yên siyasî li dijî hevdû şer nekin, divê ew ji bo avakirina yekîtiyê û rizgarkirina Kurdistanê bixebitin."
Şivan Perwer di dawiya vîdeoyê de, bangî hemû Kurdan kir ku bi hişmendiyeke neteweyî tevbigerin û dev ji xizmetkirina dewletên serdest berdin.
Mem Ararat û KOM Muzik
Mem Ararat, înê êvarê li ser hesabê xwe yê Xê vîdeoyek belav kir û daxuyaniyên balkêş dan.
Mem Ararat bi taybetî nerazîbûna xwe nîşanî hinek sazî û dezgehên Kurdan û bi taybetî jî KOM Muzîkê da û got, “Ez ne xulamê bavê ti kesî me.”
KOM Muzîkê jî îro bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da Mem Ararat.
KOM Muzîkê diyar kir ku ew keda ti hunermendî tune nahesibînin û ji bo çareseriyê bangî diyalogê kir.
Şivan Perwer gelekî li ser vê mijarê rawestiya xwest ku ti kes “ji bo pereyan” êrişî ti aliyî neke û got:
“Em vê gavê koleyên dijminan in, koletiyê ji miletê xwe re bikin. Ji bo gelê xwe bixebitin, mebêjin ‘Pereyên min nedan, ez ne xulamê kesî me…’ Van gotinan mekin.”
#VÎDEO - Şivan Perwer: Em vê gavê koleyên dijminan in, koletiyê ji miletê xwe re bikin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 17, 2026
📹 @sivanperwer_1 pic.twitter.com/Aupr9kCmUM