Pirtûkeke din a Selîm Berekat dibe Kurdî

18-07-2018
RÛDAW
Nîşan Selîm Berekat Sebiyeyên Şingalê Pirtûk Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Romana nivîskarê Kurd Selîm Berekat a bi navê "Sebiyeyên Şingalê" ku bi zimanê Erebî nivîsandiye, bo zimanê Kurdî zaravayê Kurmancî tê wergerandin.

 

Ebdullah Şêxo ku wergêrê berhemên Selîm Berekat e, beşdarî beşa yekem a bernameya Wêjevan a radyoya Rûdawê bû û ragihand ku ew pirtûka "Sebiyeyên Şingalê" werdigerîne zaravayê Kurmancî.

 

Şêxo diyar kir: “Her çiqas wergerandina berhemên Selîm Berekat gelek zehmet be jî, ez tameke mezin ji wergerandina wan berheman digrim, Selîm Berekat bi xwe jî gelek kêfxweş dibe ku berhemên wî bi zimanê Kurdî tê belavkirin.”

 

Romana "Sebiyeyên Şingalê" bîst û sêyemîn romana Selîm Berekat e, ku nivîskar têde behsa çîrokên pênc keçên Êzdî di dema karesata Şingalê de dike ku di encama êrişa çekdarên DAIŞê di sala 2014an de qewimî.

 

Pirtûka "Sebiyeyên Şingalê" bi zimanê Erebî di sala 2016an de bi 445 rûpelan ji aliyê Dezgeha Erebî ya Lêkolîn û Belavkirinê ya li paytexta Libnanê bajarê Beyrûtê hat çapkirin û belavkirin.

 

Wergêrê vê pirtûkê Ebdullah Şêxo di sala 1987an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jidayîk bûye û di sala 2010ê de dest bi karê wergerê kiriye, heta niha heft pirtûk ji Erebî bo Kurdiya Kurmancî wergerandine ku çar ji wan pirtûkên Selîm Berekat in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst