Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînên Folklorê ya Zanîngeha Kobaniyê, 7 berhemên nû yên Kurdî amade kirin.
Berhem ji aliyê Weşanxaneya Zanîngeha Kobaniyê ve ji bo çapê hatine amadekirin.
Li ser hesabê medyaya civakî yê zanîngehê ev berhemên nû yên ku ji bo weşanê amade bûne hatin naskirin.
Pirtûkên Kurdî bi gotina "Di Demeke Nêzîk de! Ji Weşanên Navenda Lêkolînên Folklorê ya Zanîngeha Kobaniyê 7 berhemên nû dê li ber destên we be." hatin ragihandin.
Berhemên ku ji bo weşanê hatine amadekirin ev in:
1 - Berriya me Berriyeke Fireh e - Destan û Meselên Eşîrî yên Kurdî ji Rihayê 1906 (Berhevkar: Oskar Mann, Edîtekirin û Danasîn: Barbara Sträuli)
2 - Gernameya Min - Zargotina Çiyayê Kurmênc - Efrînê (Nivîskar: Merwan Berekat)
3 - Teseliya Cimʼatan - Çîrok (Berhevkar: Hesen Koderde /Bêçarê kurd)
4 - Tûrikê Derdan - Stranên Gelêrî (Berhevkar: Hesen Koderde /Bêçarê kurd)
5 - Hinekî Bikene - Pêkenokên Herêma Kobaniyê (Berhevkar: Mezlûm Cimo)
6 - Xweşkera Demê - Çîrokên Gelêrî (Berhevkar: Mezlûm Cimo)
7 - Nezer - Baweriyên Gelêrî (Berhevkar: Diyar Hemî)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse