Nivîskar Fewaz Ebdê, pirtûka Avesta werdigerîne kurdî

19-09-2015
Besam Mistefa
Fewaz Ebdê
Fewaz Ebdê
Nîşan Fewaz Ebdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Fewaz Ebdê çîroknivîs, wergêr û helbestvanekî Rojavayê Kurdistanê ye ku bi herdu zimanên kurdî û erebî dinivîse. Di salên 80 yên sedsala borî de, Fewaz dest bi nivîsandin û afirandinê kir.

Fewaz gotaran dinivîse, helbestan dihûne û bêhtir di wergerandina kurdî û erebî de kar dike û heta niha gelek berhem wergerandine. Ew yek ji kesên pêşîn bû li Rojavayê Kurdistanê ku pirtûkeke çîrokan çap û belav kir.

Herwiha Ebdê endamê Kovara Stêr bû ku bi zimanê kurdî derdiket û di sala 1987an de bi çend hevalên xwe re şanoya kurdî ya gerok li Sûriyê damezrand.

Fewaz Ebdê yek ji nivîskarên Rojavayê Kurdistanê ye ku di rojên pêşî yên jiyana wî de hezkirina peyv û çîrokên kurdî di dilê wî de cih digre.

Fewaz Ebdê bi bêdengî xebitiye lewma wek gelek nivîskarên rojava yên din di bin tariyê de maye, ew ku niha li Bakurê Kurdistanê dijî, bi xwe behsa xwe dike.

Beriya bêtirî 20 salan, ango di destpêka salên notî ji sedsala borî de, Fewaz Ebdê yekemîn pirtûka xwe ya kurteçîrokan çap kir. Çîrok wê çaxê pirr kêm dihatin nivîsandin, lewra Ebdê dikare wek xwediyê gaveke pêşeng di vî warî de li Rojavayê Kurdistanê bê hejmartin.

Tevî ku ew jê dûr ketibû jî, lê belê helbest pêsîra Fewaz bernade, nemaze ji ber zêdebûna kul û derdên dinyayê û xerîbiyê, lewma ev bûye demek ku ew dîsa helbestê dinivîse û êş û hesreta xwe pê tîne ziman.

Fewaz Ebdê niha giraniya xwe daye ser warê wergerê û ew lêkolîn û pirtûkan di navbera herdu zimanên erebî û kurdî de werdigerîne. Bi taybetî romana Xezeba Azadiyê ya Laleşê Qaso bû motîveke mezin ku Fewaz bide ser rêya wergerê û wê romanê bi zimanê erebî biweşîne.

Fewaz hêj karê xwe didomîne û niha mijûlî wergerandina pirtûka Avesta ye ku ji aliyê Xelîl Ebdilrehman bi zimanê erebî hatiye nivîsandin û Fewaz wê werdigerîne zimanê kurdî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst