Fewaz Ebdê: Daxwaza yekîtiyê rewa ye lê ezezî wê genî dike

12-08-2025
Besam Mistefa
Nîşan Fewaz Ebdê Wesiyeta Serok a Dawî: Bibin Yek… Lê Ne Niha
A+ A-

Di nava qerebalix û aloziya siyaseta Kurdî de ku tê de banga "yekîtiyê" carnan dibe hinceta herî mezin a parçebûnê, wêje her dem weke neynikeke tûj û rastîn radiweste.

Ew neynik, ne tenê rûyê me yê spehî lê belê birîn, şaşitî û nakokiyên me yên veşartî jî nîşanî me dide.

Yek ji wan berhemên ku bi wêrekî vê neynikê datîne pêşberî me, çîroka nivîskar Fewaz Ebdê ya bi navê "Wesiyeta Serok a Dawî: Bibin Yek… Lê Ne Niha!" ye.

Ev çîrok, bi şêwazekî satîrîk û bi kenekî reş, rastiyeke tal a siyaseta me radixe ber çavan: çerxa bêdawî ya serkirdeyên ku heta nefesa dawî behsa yekîtiyê dikin, lê mîrateyeke wisa li pey xwe dihêlin ku şagirtên wan li ser parvekirina wesiyetê bi xwe jî ji hev diqetin.

Ji bo ku em kûrtir li felsefeya li pişt vê çîroka balkêş bigerin û nêrînên nivîskar li ser rewşa heyî bizanibin, me çend pirs amade kirin û ji birêz Fewaz Ebdê re şandin.

Wî jî bi dilekî fireh û bi kûrbîneke rewşenbîrî bersiv da. Em we bi vê hevpeyvîna taybet re ku tê de rastî bi zimanê wêjeyê tê vegotin, bi tenê dihêlin.

Rûdaw: Silav û rêz mamoste Fewaz. Hûn çima ji bo rexnekirina rewşeke ew qasî bi êş û cidî, rêbaza satîrê (henek û tinaziyê) hildibijêrin? Gelo hûn bawer dikin ku ken çekeke bihêztir e ji girî ji bo hişyarkirina civakê?

Fewaz Ebdê: Silav. Ji ber ku rewşa em tê de dijîn sînorê ciddiyetê derbas kiriye, lewra rêbaza rexnekirina tinazok di çîrokê de hatiye bikaranîn. Carnan jî bêhtir ji trajediyê ber bi kenê reş ve diçe, çiku heman şaştî ducare, sêcare… dibin.. Gotin û gotar ezberkirî ne, her ew in!

Tiştekî ku ji nişkê ve bi xwe re bîne tune. Tinazok ne kêmkirin an biçûkkirineke ji êşê re lê alaveke bo bi mêranî û jîrbûn himberî wê rûlirû rawestin, ev şêwe mîna neynikeke şikestî ye, tê dîtin ku wêne ne zelal e lê ew bi xwe her goşeyê diyar dike, ne weke neynika şayîk.

Belê ez di wê baweriyê de me ku rexnekirina tinazok - ku bi jîrbûn û rast bê bikaranîn- ew ji gilî, gazin û girî xurttir û bihêztir e. Ewê te bikenîne û bihêle dûvre tu ji xwe bipirsî: Çima ez dikenim? Ma gelo rast e ev biken e, yan ji ber ku ti çare jê pêve tune heta ku ez dikenim?! Û ji vir hişyariya têgihiştinê dest pê dike.. û heye di pey re hişyariya civakê bê.

Rûdaw: Navê "Xalo Nemrûd" nakokiyeke mezin bi xwe re hildigire. Hûn dikarin ji me re hinekî felsefeya li pişt hilbijartina vî navî şîrove bikin? Ew nûnertiya çi cure serokatiyê dike?

Fewaz Ebdê: Pirseke xweş e, jîr û cihgirtî ye. Ji ber ku "Xalo Nemrûd" ne hema navekî weha bêwate di nav hûrgiliyan re dibûre. Em tev dizanin ku gotina "Xalo" di civaka Kurdî de ji kesên ji mirov mezintir re tê gotin; weke nîşana rêzgirtinê ji kesên temenmezin re.

"Nemrûd" jî navê şahekî dîrokî ye; weke zordarekî efsaneyî diyar bûye, him jî xwe weke xwedawendekî dîtiye. "Xalo Nemrûd" him mîna bavekî dilovan ku hay ji berjewendiyên milet heye diyar dibe, him jî bi zimanekî şayîk û nazik li ser "yekîtî û çarenûsa hevbeş" diaxive lê di rewşa rojane de bi rola Nemrûd radibe; perçebûnê dike, desthilatdariyê dike û çi bi xweşî çi bi reşî tevan bi darê zorê dixe bin siya gotina xwe!

"Xalo Nemrûd" ne tenê kes e, ew nimûne ye, nimûneyeke ji serokên klasîkên ku her û her têne dubarekirin û ta bi laş nemirin, weke siyasetmedar namirin, ew ên ku dîn û îmana wan kursî ye, welatperweriyê bi xwe digirin; yê bixwazin wê bidinê û yê nexwazin ne bes nadinê, wî dikin ajan jî!

Her û her heman gotinan dubare dikin û her nûjeniyeke rasteqîn dibînin li nav serî dixînin û nahêlin ber xwe bibîne.

Çiku Xalo Nemrûd durû ye, nêvî jê nazik e dikeve dil û nêviyê din dîktator e, lewra bi mebest hatiye bijartin, da ku vê nakokiya di navbera form û naverokê, gotina yekîtiyê û karê parçekirinê û di navbera efsaneyê û rewşa rojane de zelal bike.

Rûdaw: Di çîroka we de, banga "yekîtiyê" dibe sedema parçebûneke nû. Gelo hûn bi vê yekê dixwazin bibêjin ku pirsgirêk ne di nebûna "daxwaza yekîtiyê" de ye, lê di hişmendiya "yekîtiya di bin sîwana min an jî ezeziyê de" ye?

Fewaz Ebdê: Bêguman nîvişka wê di vê nakokiyê de ye. Yekîtî bi xwe ne problem û ne asteng e, berevajî wê, ew daxwazeke rewa û xweza ye, nexasim ku ji miletekî weke miletê Kurd, miletekî parçebûyî û ne li ser hev derkeve! Tirs û astenga rastî di şêweyê ku serok diramin de ye.

Ewên ku silogana daxwaza yekîtiyê hildidin, mîna yekî sîwanekê di ser xwe re bigre, ne ji bo xwe ji baranê biparêze lê ji bo ku bêje ev sîwan a min tenê ye, nabe kes nêzîk bibe! Tiştê dixwazim bêjim ew e ku hildana bangên (yekîtî, maf, çarenûs) ne xem in, xem ew e ku mejiyê van serokan yekîtiyeke berfireh naxwaze, tenê yekîtiyeke sitûnkî dixwazin, ji bo ku tim di bin çakûçê wan de be.

Mejiyê ku doza yekîtiyê dike da ku tevan di bin çengê xwe ke, ne ji bo bi hev re kar bikin. Mejiyê ku kursî ji dozê, û ala partiya xwe ji ala Kurdistanê giringtir dibîne.

Ji ber vêya em rexnê li wî mejiyî dikin ewê ku dibêje: Werin em bibin yek, lê divê hûn bi min re bin, ne li kêleka min bin.. Ev mejî daxwaza yekîtiyê pûç dike, wê ji qaqilkê wê derdixe. Daxwaz rewa ye lê ezezî wê genî dike.

Rûdaw: Dabeşkirina ciwanan li ser sê koman (çakbîn, kursîxwaz û bêdeng) rastiyeke pir tal e. Li gorî we, kîjan ji van sê koman îro li Rojavayê Kurdistanê herî zêde serdest e û kîjan ji bo siberoja me metirsiya herî mezin e?

Fewaz Ebdê: Dabeşkirina ciwanan li ser van koman kurtkirineke tinazokî ye lê palpiştê bi ketwara rewşa rojane re dike, ne ji valahiyekê hatiye.. ew rengvedaneke ji rewşa siyasî ya lawaz û asogirtî re.

Li Rojavayê Kurdistanê îro koma duyemîn (Kursîxwaz) a bêhtir berçav e, ew e ya ku dezgeh, ragihandin û cihê biryarê bi dest xwe girtine, çiku rêveberî bi xwe jî jînwareke girtî ye; yan wê yek alavek be di dest de, yan wê bê dûrkirin.

Nifşekî nû çêbûye, di gotara siyasî de jîr û zana ye, zane çawa di nav xap û rîpên siyasetê de here û bê lê mixabin bêyî ku pêşketinekê ava bike. Tenê di xeleka rêvebiriyê de dizîvire.

"Çakbînên herdemî" jî hene, û bi taybetî di çarçoveya tora medyaya civakî de, lewra bandora wan lawaz e. Nivîsandinên wan ciwan in, xewnên wan mezin in, lê alavên bikaranînê li ba wan tune ku karibin bandora xwe li civakê bikin.

Di qaqilkê xwe de diçerixin! "Limalrûniştên bêdeng" ew ji tevan bêhtir in, lê bi rastî jî bêdeng in. Baweriya wan nemaye, nema beşdariyê di ti karî de dikin, ta ku li hundirê welêt bin jî, di sirgûneke xwecihî de dijîn.

Metirsiya mezin ji kursîxwazan tê, ne ji bêdengan, ji ber ku ew çalak diyar dibin, lê kar ji rê derdixin, bêwate dikin. Ev kes dema dighê cihê biryarê, cihê ku dikare bandora xwe bike – ji bo berjewendiyên kesayetî- hêviyên çakbînan dikuje, û bêdengan ber bi reşbîniyeke tarî de dajo.

Bi kurtî: Rojavayê Kurdistanê pêdiviya wê ne tenê bi xwedîxewnên mezin heye, lê bi nifşekî ciwan –çi bi temen û çi bi hişê xwe- heye; ku karibe alavin nû ji karê hevbeş re peyde bike û xeleka klasîk a dubarekirinê bişkîne, da ku yekîtî ne hema tenê bimîne slogan, armanc ne tenê kursî be, û bêdengî ne xweşwar be.

Rûdaw: Gelo "firoşgeha şawirmayê li Hewlêrê" tenê mînakek e, yan jî sembola koçkirin û dûrketina giştî ya ciwanên Kurd ji welat û ji siyaseta bêhêvî ye?

Fewaz Ebdê: Bi kurtî, ew ciwanê ku firoşgeha şawirmayê vekiriye, ne mînakeke kesayetî ye, ew nimûne ye. Nîşana bêhêvîtiyê ye; piştî ku xwest bikêr be, tevlî tevgerê bû û ji dil û can kar û xebat kir, bawerî bi sozên serokatiyê anîn lê dawî li dîwarekî sitûr û bilind rast hat.

Piştî ku dît nema kare ti guhertinê bike, berê xwe da nan li şûna gotin û sozên badilhewa, berê xwe da jiyanê li şûna bendewariyê. Li vir du reng valahî peyda bûn; yek jê valabûna xakê; xaka welêt.

Ya din ta ewên li hundir jî man valabûnek di hinavên wan de hat peydakirin. Di encamê de welat li ber diyardeke tirsyar e, ji ber ku mejiyên nûjenxwaz, xwedî ramanên wêrek û hêza xortan ji dest dide.

Rûdaw: Heta çi astê "mîrateya Xalo Nemrûd" îro di siyaseta Kurdî ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de dijî? Gelo hûn dibînin ku heman çerxa bêdawî ya ku we behs kiriye, hîn jî didome?

Fewaz Ebdê: Bêguman ew mîrate hê berdewam e, yana wê çîrok bi xwe nehatiba nivîsandin, hîna heye û ne tenê zindî ye, lê tê nûkirin jî… Xalo Nemrûd –di çîrokê de- ne kesek bi xwe ye, ew nimûne ye, nimûneke di siyaseta Rojavayê Kurdistanê de bi teybetî û Sûriyê de bi giştî, tê debarekirin û veguheztin.

Ew mîrate di van xalan de gewde dibe: Çanda serokatiya herheyî: serok proje ye, serok dîrok e û serok çarenûs e. Bidestxwegirrtina biryarê: cih ji hevbeşiya berfireh re tune, tenê li wan çend zilamok û peyayên derdora xwe guhdarî dike, ewên ku her û her dibêjin: belê ezbenî!

Witara durû: Bi dev dibêje Yekîtî, û bi kar ji parçebûnê pêve çênake. Tirsa ji rexneyê: Çi kesê rexnê bike di çav wî de, kesekî ne welatperwer e, xizmeta dijminan dike, xwefiroş e. Gelo ew qonax hê didomîne? Mixabin belê.. Tevî ku rû tên guhertin û cilûbergên modern tên lixwekirin jî, lê hîna ew çerx lidar e.

Li gel ev qasî guhertinên ku li Rojavayê Kurdistanê qewimîn, ji şer û cengê ta Rêvebiriya Xweser, ta derbasbûna navdewletî, gelek tişt weke xwe man, weke: Heman zimanê şoreşgerî li gel bîrokrasiyeke kevirî.

Dûrxistina dengên serbixwe û rewşenbîrên ne di bin çengê wan de. Çêkirina qateke nû ji Nemrûdên biçûk, ku heman şêweyî, lê bi zimanekî nûdemî dubare dikin. Ta ku em karibin rêkê ji derketina ji vê rewşê re bibînin, divê ev şebenga li dora serok bê şikandin.

Kar û xebata siyasî weke xizmetekê di ber milet de be, ne kursiyê desthilatdariyê be.
Qonax/çerx ne bi mirina serok bidawî dibe, lê bi mirina hişmendiya ku çêkiriye.

Rûdaw: Di çîrokê de, gel temaşevanekî bêbawerî ye. Gelo ev bêbaweriya li hemberî partiyan, dikare bibe sedema valahiyeke siyasî ku hêzên derve wê dagirin û sûdê jê werbigirin?

Fewaz Ebdê: Dema ku baweriya gel/milet –nexasim ciwan, rewşenbîr û çalakvan- bi guhertina hundir dişke û bêhêvî dibe, valabûneke dualî şêdibe: Yek jê di vîna tevayî/komkarî de ku bi awakî bi hev re nema karin bixebitin. Û yek jî di baweriya bi dezgehan û hêzên neteweyî.

Ev bêdengî ne hêminî û aramî ye, lêbelê bi paş ve vekişandine.. hêdî hêdî xwe ji meydanê, ji çarçoveya giştî didin alî û bi paş ve diçin.. û bi vî hawî parastina civakê lawaz dibe û civak ber bi guhdarkirinê ve diçe, ne hevbeşiyê.. Hêzên derve, çi yên derdorê û çi yên navdewletî, li bende kêlîkeke weha ne, çiku civak amade ye ku çi care li ber bê danîn bipejirîne.

Hinga ew hêz tên û xwe weke xêrxwaz, hevpar û rizgarker berçav dike. Di rastiya xwe de ew li şûna ku birînê derman bike, bêhtir parçebûnê fireh dike û berjewendiyên xwe li ser kavilên projeya neteweyî ava dikin.

Li vir, li şûna ku milet çarenûsa xwe çêke, li benda biryaran dimîne û encam ew e ku: Wê kî desthilatdariyê bike? Wê kengî danûstendin bibin? Zimanê fermî wê çi be? Kî dost e û kî dijmin e? Ev biryar tev wê ji derveyî sînor bên, ne ji hundir!

Ji ber ku hundir hatiye bişaftin. Ta ku ev bawerî vegere û bandora gel rola xwe bistîne, hin kar tên xwestin, mîna: Piştgiriya destpêşxeriyên xweser, serbixwe yên jiderveyî partiyan. Perwerdekirineke siyasî ya nû ku bi civakê bide naskirin ku bêdengî ne bêalî ye, lêbelê ew radestkirina biryara çarenûsa xwe bi destê yên derve ye. Çaxê ku gel bi demên dirêj bêdeng bimîne, wê ne winda bibe.. ewê bê windakirin.

Rûdaw: Wekî nivîskar û rewşenbîrekî Kurd, hûn berpirsiyariya xwe di vê rewşê de çawa dibînin? Gelo erka wêjeyê tenê danîna neynikê ye, yan jî divê rêyên çareseriyê jî pêşniyar bike?

Fewaz Ebdê: Wekî nivîskar ez bi du çavan dinerim, bi çavekî li êşê bi hemî hûrgiliyan ve: perçebûn, jihevketin û dubarekirina heman şaştiyan. Û bi çavekî, ka em karin çi bikin; çawa em ê hişmendiya gelêrî biguherin, çawa em ê hêviyê pê re peyda bikin, çi hêza ciwanên çakbîn heye ku sûd jê bê wergirtin. Rewş ne bi tevayî tarî ye, lê ku tenê em êşê berçav bikin, wê ti guhertin çênebin. Danîna neynikê pêwîst û giring e, lê ne bes e.

Belê pêwîst e ku nivîskar neynikê deyne, da ku sexteyê, durûtiyê, têkçûna sincî û civakî vebîne. Lê ku tenê karê wî ev be wê bibe weke dîroknivîsê têkçûnê û ti rola wî di guhertinê de wê tunebe. Rola nivîskar di sê astan de diyar dibe: Binavkirina tûj: ku rastiyê bi mêrxasî bibêje, kî birîn dibe û diêşe, ne xem e. Ev rola neynikî ku dest jê nabe.

Şirovekirina rexneyî: ku diyarde û bûyeran bi hevdu ve girêde û problem û astengan ji reh û kok ve ji hev veke. Berdestkirina pêşniyarin realîst, ne efsaneyî: ne weke siyasetmedarî, lê weke mejiyekî serbixwe ku rê ji danûstendineke rast re veke. Erê nivîskar ne pêxember e, lê ne bêalî ye jî.

Erê ne siyasetmedar e, lê ne tenê temaşevan e jî. Ji erkên li ser milê wî ye ku bibêje: Haa ev e birîn.. Ha ji we re hin pêşniyar bo dermankirinê, lê divê laş jî tevbigere, pênûs tenê ne bes e!

Rûdaw: Çîroka we bi hesteke bêhêvîbûnê bi dawî dibe ("dawî… demkî ye"). Lê em dixwazin ji we bipirsin: Gelo di rastiyê de, li gorî we, ti hêviyek ji bo şikandina vê çerxê heye? Heke hebe, ev hêvî li ku ye? Di nifşekî nû de ye, di guhertina hişmendiyê de ye yan li ciyekî din e?

Fewaz Ebdê: Belê, hêvî heye, lê hêviyeke xiloxavî ye û pêdiviya wê bi guhdaneke rast û ji dil heye. Tevî ku çîrok bi bêhêvîtiyê bidawî dibe, tevî ku "dawiya demkî" bêhûdebûnekê nîşan dide jî, lê rewş ne kevaleke lap reş û tarî ye. Hinek qelş û terk têde hene, ronî –lew bi şermî be jî- têre derbas dibe.

Hêvî di kû de ye? Di van xalan de ye: Di beşê hişyar –ne di tevî- ji nifşê nû de ye. Di wan ciwanan de ye; ewên ku naxwazin derbasî nav witara partîtî ya kîndar bibin.

Di wan kesan de ye, ewên ku pirsên qedexe û heramkirî dikin, li karekî bi wate digerin, ne li kursî û mûçeyan. Ev ne piraniya dengan e lê yên ku bêhtir bandora wan li siberojê heye. Di pêkanîn û avakirina hişmendiyeke nû de ye, ji derveyî çarçoveyên klasîk; ku rewa nema ji serok, partiyan re bimîne, lê bi wan re be, ewên xwedî witareke zelal û aqilmend.

Di rexnekirina serdestiya ramanên olî, êlî, nêrsalarî û pîroziyê di civakê de. Ta bi pêkenok û tinaziya siyasî jî roleke wan di guhertinê de heye.

Tiştekî dinî pir giring heye, ku rola wî di guhertine de heye; ew jî ev e: dilgiraniya giştî ji dubarekirina bêhûdeyê; çiku dema heman şaştî û heman gotin tên dubarekirin, civak digihê dawiya bêhêvitiyê û li wir guhertin çêdibin.

Çawa? Sextekarî zelal û diyar dibe, tirs xwe dide paş, hêzin derdibin û dixwazin şêweyin nû ji kar û xebatê peyde bikin û biceribînin. Heger ev guhertin sibe şoreşekê li dar nexînin jî lê bandora doh li ser sibe sivik dikin.

Fewaz Ebdê kî ye?

Çîroknivîs û wergêrê Kurd Fewaz Ebdê li gundê Neqare yê ser bi bajarê Qamişlo ve ji dayik bûye.

Xwendina xwe ya seretayî li wir qedandiye, paşê ji bo xwendina navendî û amadeyî çûye Qamişloyê, berî ku li Zanîngeha Şamê beşa Zimanê Erebî bixwîne.

Li gel Koma Xelat a Huner û Folklora Kurdî kar kiriye. Di dema karê xwe yê di komê de, bi çend hevalên xwe re "Şanoya Gerok" damezrandiye û destpêk bi şanogeriya Mûsa Anter a bi navê "Birîna Reş" bûye.

Piştî ku li ser destê mamosteyê xwe Zagros Haco dewreyeke rêzimana Kurdî dibîne, biryarê dide ku bi zimanê Kurdî binivîse. Bi vî awayî, yekemîn berhevoka wî ya çîrokan bi navê "Xewaro" (1992) hate weşandin. Ji bilî çîroknivîsiyê, Ebdê di warê wergerê de jî xwedî kedeke darîçav e.

Romana "Xezeba Azadiyê" ya Laleş Qaso ji Kurdî kiriye Erebî. Romana Tirsa Bê Diran a Helîm Yûsiv jî ji Kurdî kiriye Erebî û gelek berhemên din jî di navbera her du zimanên Kurdî û Erebî de wergerandine. Niha Fewaz li derveyî welêt dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst